Sêrt

Sêrt
Siirt
Dîmenek ji navenda bajêr
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Sêrt (parêzgeh)
Serbajar Sêrt

Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 31 gund

Gelhe (2008) 132.789[1] kes
Rûerd 284 km2
Berbelavî 467,6 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 122.463 kes
Koordînat 37°55′27″Bk 41°56′45″Rh / 37.92417°Bk 41.94583°Rh / 37.92417; 41.94583
Bilindayî 930 m
Koda postayê 56000
Koda telefonê (+90) 484
Sêrt li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sêrt
Sêrt
Sêrt (Tirkiye)
Sêrt li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Sêrt
Sêrt
Sêrt (Bakurê Kurdistanê)
Sêrt li ser nexşeya Sêrt nîşan dide
Sêrt
Sêrt
Sêrt (Sêrt)

Sêrt (bi tirkî: Siirt) parêzgeh, navçe û bajarekî Bakurê Kurdistanê ye.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê bajar yê kevn Keert e ( bi zimanê keldanî)[çavkanî hewce ye]. Di çavkaniyên îslamê de nav wek Esard, Saîrd û Siirt derbas dibe[çavkanî hewce ye]. Bi kurdî jê re "Sêrt" tê gotin.

Wate u mauaya navê bajarê "Sêrt/Sîrt/Esard" erdê avîn u warê avîn-e. Si u su peîvên kurdîne, u ne tirkî ne. Mînak pirin: Mesîn = me/mekan + sî/av + in/tê, masî = ma/jîn u ruh + sî/av, sêlav, sulav, sîpan=(ava pan, berferhe u berîn), Suberî = av berî u melavan, Sumêr = avdel u yên ku cutyarî bi avê dikin, misugir = cihê av gir u bend av....

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sêrt beriya zayînê ji bo demeke kurt di bin serweriya hîtîtan de ma. Piştre beriya zayinê di salên 2000ê de samiyan, babîliyan û asuriyan serwerî lê kiriye. Ji bo demekê jî qralên hurî-mîtaniyan jî serwerî lê kiriye. Piştî hurî-mîtaniyan şahên urartuyan lê serwer bûne paşê careke din Sêrt ketiye bin destê asuran. Di sedsala 7an a beriya zayînê de medan, di sedsala 6an de persan jî serwerî lê kiriye. Di sedsala 4an a beriya zayînê de şahê Makedonyayê Îskender farisî têk birin û piştî împeratoriya Îskender di nava fermandarên wî de parve bû Sêrt di nav sînorên dewleta seleukiyan de ma.

Partên ku wekî dewama farisan têne zanîn Sêrt careke din ji destê selevkosan girtiye. Derebegên ermenî yên ku girêdayî Îranê bûn car caran hatine heta vir û ev herêm jî girtiye bin serweriya xwe.

Di sedsala 1ê û 2yan a piştî zayînê de di navbera Împeratoriya Romayê û eşkaniyan de li herêmê şer pêk hatine, lê dîsa jî partan serweriya xwe ya herêmê domandiye. Di sedsala 3yan de sasanî hatine herêmê. Di sala 395an de piştî ku Împeratoriya Romayê bûye du parçe bakurê Kurdistanê di bin serweriya Bîzansan de ma.

Ji sedsala 11an û pê ve ji bo demekê bîzansiyan careke din herêm zept û rept kiriye lê vê yekê zêde dem negirtiye. Sêrt di dema osmaniyan de ji bo demekê bi ser derebegên Amedê bûye. Wê demê li Bakurê Kurdistanê 24 derebeg hebûne û li gorî daneyên dîroknas didin ev derebeg di karên navxweyî de serbixwe wekî din girêdayî Împeratoriya Osmaniyan bûne[çavkanî hewce ye].

Kronolojiya bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (berî zayînê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 3000- 1300 serdema huriyan
  • 1300 - 800 serdema naîriyan
  • 800 - 612 serdema asûriyan
  • 612 - 550 Împeratoriya Med

Piştî Îsa (piştî zayînê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 641- 700 dema ereban
  • 927 dema bîzansiyan
  • 1107 dema selçuqiyan
  • 1231 dema mongolan
  • 1514 dema osmaniyan

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat te ye. Bilindahî ya Sêrtê ji deryayê 930m ye.

Li rojhilat bi Çolemêrg û Wanê ve, li bakûr bi Wan, Bîdlîsê ve, li bashûr bi Mêrdînê ve û li rojava jî bi Batmanê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erda herêmê 75,7% wî ji çiyan pêk tê, pîvana zozan û deshtan jî 24,3% e. Ji vî erdî 91,7% wî ji bo zîraetê bikar tê. Li herêmê tene, nîsk, tutûn, fisteq, bitim û hinar tên çandin.

Avûhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê seqayeke reşayî hikûm dike. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û bi şilî û şilopî derbas dibe.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çend çiyayên herêma Sêrtê ew in: Herekol (2838 m), Cûdî (2114 m), Xerzan (1530 m), Mirgomar (1807 m), Çirav (2280 m).

Deşt, gelî û zozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyabûna heremê kêm in, wek zozanên Berwarî, Sindî Şêrvan, Meleto, bilindbûna wan digihêjin heta 2000 m'yî. Lê ji bela ku li herêmê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî geliya Dîcle, geliya Xerza, geliya Botan û hwd.

Çem û Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Botan, Xerzan, Dîcle, Kêzer, Başur û Behranca çemên herî girîng in ku li herêmê diherikin. Gol li herêmê tune ne.

Babetên ajalan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijên pirin; eylo, baz û qajik hinek ji wan in. Kew û kerguh jî li heremê peyde dibin.

Serjimarî û Navçeyên Bajêr (2013)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevayiya serjimariya herêmê (tevî gundan) 314.153 e[çavkanî hewce ye].

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sêrt di dema komarê de bûye bajar. Heta Êlih ji Sêrtê hatiye veqetandin petrola çiyayê Ramanê bandoreke erênî li ser jiyana aborî ya bajêr dikir.

Wekî din ji bo aboriya bajar mirov dikare bêje çandinî, ajalkarî û hunerên destan û demên dawî hindik jî be senayiya biçûk derdikevin pêş. Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Dewletê (bi tirkî DİE) yên sala 2001ê serê kesî hezar 111 dolar dahatuya salî heye û Sêrt di nav bajarên Tirkiyeyê de di rêza 61ê de bûye. Lê li gorî daneyên îroyîn ev rewş hê xirabtir bûye. Nifûsa bêkariyê di statîstîkên fermî de wekî ji sedî 10,7 derbas dibe. Lê li gorî daneyên ku neketine fermiyetê ev rêje ji sedî 20an zêdetir e.

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê sifir, krom, asfalt, rijiya kevir û malzemên ji bo tuxla û kiremîdan ji bin erdê derdikevin.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîn û Civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa herêmê ji alî dîn û civakê ve parwekirî ye. Musluman piranî ya nifûsê teşkîl dikin; xiristiyan û êzdî ji li herêmê hene. Civak ji kurd, ereb, suryanî û ji ermeniyan ve pêk tê.

Derbarê misilmana de li herêmê terîqeta neqşebendiyan ya xurt e. Tirbeya Weysel Qaranî ku li Hewêlê li gundê Bayîkan e, ne tenê ji alî mislimanên herêmê ve, lê ji pir deverên Kurdistanê jî tê ziyaretkirin.

Xwarinên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keşkek û penîrê sîrîk xwarênên naskirî yên herêmê ne. Li herêmê li ber her xwarinê dew û şorbe tê xwarin û wexwarin. Şîraniya Rayoş meketip li herêmê di nav gel de pir tê xwarin[çavkanî hewce ye].

Xwarinên din parîv, kutilk, girara perde, aside û îmçerket in.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligek ku milê vî dirêj û nexşkirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku ji re dibijin reşik tê lixwekirin.

Jinên herêmê fîstanên hevrişim yê bi rengîn ku dibiriqînên li xwe dikin. Şalwarek fireh û gorên hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puşî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigê xwe dikin.

Li heremê cilên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tê lixwekirin.

Lîstikên cîwarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li heremê şeyxani , govent û reşkıştanî tên dilîzîn. Ev lîstikên herêmê ji nava xwe de bilav dibin: miranî-şeyhanî, giranî, botanî, garzanî, çaçanî, hirpanî, roşkî û hwd.

Ferzendeyên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ismaîl Feqîrullah, Birahîm Heqî, Weysel Qaranî, Şêx Mûsa, Şêx Ebu-l Wefa, Şêx ut-Turkî, Şêx Halef, Şêx ul-Horanî, Şêx Îlyas, Şêx ul-Sibre, Şêx ul-Hazin, Şêx Saad, Şêx Cerrah, Şêx Mihemed Tarmilî, Şêx Micahîd, Şêx Hemza, Xevs ul-Memduh, Şêx Şerafedîn, Mela Xelîl, Şêx Hattap, Şêx Celaledîn û hwd[çavkanî hewce ye].

Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tirbeya Weysel Qaranî, Keleha Derzîn a Hewêlê, Mizgefta Mezin, Asakir, Pira Nasredîn, Germava Bilolsê, Germava Xista û Germava Lîfê ciyên herî naskirî ne ku ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin.

Navdarên Bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]