Meclîsa Sûriya Demokratîk
Meclîsa Sûriya Demokratîk | |
---|---|
Dewlet | Sûrî |
Li beşa îdarî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Meclisa Sûriya Demokratîk an MSD (bi erebî: مجلس سوريا الديمقراطية; bi suryanî: ܡܘܬܒܐ ܕܣܘܪܝܐ ܕܝܡܩܪܛܝܬܐ) Ew baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Armanca bingeh a MSDê pêkanîna sîstema piralî, demokratîk û nenavendî ji bo tevahiya Sûriyê ye.
Di Kanûna 2015ê de, di civîneke nûnerên herêmê de li Dêrikê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate damezrandin, da ku ku nûnertiya siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike. Hevserokên ku di damezrandina MSDê de ji bo rêbertiya wê hatin hilbijartin, çalakvana navdar a mafên mirovan Heysem Manna û endama Desteya Rêveber a TEV-DEMê Îlham Ehmed bûn. MSD Encumena Birêvebir destnîşan dike, ya ku bi aborî, çandinî, çavkaniyên xwezayî û karûbarên derve re mijûl dibe. Hilbijartinên giştî ji bo salên 2014 û 2018an hatibûn plankirin, lê ji ber şer û pevçûnan hatin paşxistin.
Encûmena Federal
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nav | Partî | Hevkarî | Kanton | |||
---|---|---|---|---|---|---|
Îşûh Gewriyê | Partiya Yekîtiya Suryanî (SUP) | TEV-DEM | Cizîrê | |||
Meram Dawûd | Peymana Rûmet û Mafan | ? | ||||
Îbrahîm El-Hesen | N/A | N/A | Kobanî | |||
Rojîn Remo | Yekîtiya Star | TEV-DEM | N/A | |||
Hikmet Hebîb | Koalîsyona Neteweyî ya Ereb | ? | ||||
Bêrîvan Ehmed | N/A | N/A | N/A | |||
Cemal Şêx Baqî | Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) | KNC | ? | |||
Parêzer Elaaddin El-Xalid | Hevbendiya Demokrat a Niştimanî ya Sûrî | Şehba | ||||
Salih El-Nebwanî | Tevgera Mafên Zagona Hemwelatiyê (QMH) | ? |