Here naverokê

Îlham Ehmed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îlham Ehmed
Image dans Infobox.
Îlham Ehmed, 2013
Hevserok (d)
heta an
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Partiya siyasî

Îlham Ehmed (jdb. 28ê kanûna pêşîn a 1963an) siyasetmedareke kurd e û yek ji siyasetmedarên Partiya Yekîtiya Demokrat e.[1] İlham Ehmed niha hevseroka Meclisa a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye (Rojava)[2] û endama desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) e.[3][4] Heta tîrmeha 2018an hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bû,[5] ku baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk e û wek meclîsa qanûndanînê ya Rojava dixebite. Îlham Ehmed di demên dawî de wekê siyasetmedareke kurd li gelek welatên cîhanê xebatên dîplomasîyê birêve biriye.

Jiyan û kariyera wê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îlham Ehmed siyasetmedareke kurd e ku li Efrînê ji dayik bûye. Ehmed bi awayekî eşkere li ser armanca xwedîderketina li karakterekî pir-etnîkî û sekuler ji bo Sûriyeyeke pêşerojê axivî ye. Di destpêka pêngava duyemîn a Reqayê de di mijdara 2016an de wê wiha gotiye:[6]

Rêvebiriyeke bi vî rengî dikare mînakeke baş ji bo guhertina demokratîk li Reqayê pêk bîne, nemaze ku ev bajar bi salan bûye paytexta defakto ya koma têrorîst a DAIŞê. Ev serkeftin dê bibe guhertineke mezin di rewşa giştî ya Sûriyê de û dê bibe alîkar ku welat ber bi aramî û guhertina demokratîk ve biçe. Reqa dê ji bo hemî welat bibe mînak.

Ehmed ku ji salên 1990î ve di nav tevgera neteweyî ya kurdî de cih girtiye ku dixwaze hikûmeteke nenavendî bi şêweya Sûriyeya federalî hebe.[7] Ew îddîa dike ku encûmenên sivîl û hikûmetên xwecihî dê li Kurdistana Sûriyê di dewleteke wisa nenavendî de derkevin holê ku mafên komên cuda yên sûrî misoger dike, di nav de azadiya gotinê, û wekheviya zayendî.[7] Ew doza mafên gelê kurd dike ku di destûra Sûriyê de bên garantîkirin.[7] Ehmed di tîrmeha 2018an de beşdarî danûstandinên ligel hikûmeta Sûriyê li Şamê bû, derbarê xizmetguzariyên ku dê li navçeyên ku ji aliyê SDC ve tên birêvebirin jî di Tîrmeha 2018an de bên pêşkêşkirin.[7] Wê ji wê demê ve gelek caran sûcê têkçûna danûstandinên siyasî yên li ser Şamê girtiye ser xwe û got:[8]

Rejîma desthilatdar helwesta xwe neguhertiye, ne li ser astên mirovî û siyasî. Li hemberî Sûriyeyiyên ku li dijî wê ne, ti nermbûnek nîşan nedaye. Kanalên ragihandinê yên ji bo şopandina encamên erdhejê û karesata mirovî ya li pey wê red kir...Ew astenga sereke ne di yekkirina dîtina Sûriyê de.

Danûstandinên bi Fransayê re

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî hem gefên Tirkiyê yên êrişî li ser Efrînê û hem jî piştî daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû Amerîka dê hêzên xwe ji herêmên di bin serweriya HSDê de vekişîne di Kanûna 2018an de, Ehmed ligel hevserokê SDC Riad Darar çû Parîsê da ku bi hikûmeta Fransa re gotûbêj bike. Piştî danûstandinên bi Fransayê re dê leşkerên Fransî li Sûriyê bimînin.[9]

  1. ^ "Syrian Kurdish leader: Moscow wants to work with us - Al-Monitor: The Middle Eastʼs leading independent news source since 2012". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ ANHA. "Index - ANHA- News". ANHA (bi erebî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ "Executive Board of Democratic Syria Assembly elected". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  4. ^ "Can Syrian Democratic Council play unifier in postwar Syria? - Al-Monitor: The Middle Eastʼs leading independent news source since 2012". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  5. ^ "Ehmed: Nobody can question where the SDF will advance | ANHA". web.archive.org. 11 çiriya pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Local civilian council to run post-ISIS Raqqa: Kurdish official - ARA News". web.archive.org. 19 çiriya pêşîn 2017. Ji orîjînalê di 19 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  7. ^ a b c d Seligman, Lara (26 çiriya paşîn 2024). "Trump Wants U.S. Troops to Guard Syria's Oil. The Kurds May Not Welcome Them". Foreign Policy (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  8. ^ "Ilham Ahmed to Asharq Al-Awsat: Giving Legitimacy to Syrian Regime Will Not Yield Political Solution". english.aawsat.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  9. ^ "Syrian Kurdish-led delegation in France requests - ProQuest". www.proquest.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.