Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê الفدرالية الديمقراطية لشمال سوريا ܦܕܪܐܠܝܘܬ݂ܐ ܕܝܡܩܪܐܛܝܬܐ ܕܓܪܒܝ ܣܘܪܝܐ |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: An Azadî, an azadî | ||||||
Rewş | Federasyona de facto ya Sûrîyê | |||||
Paytext | Reqa 37°03′Bk 41°13′Rh / 37.050°Bk 41.217°Rh | |||||
Bajarê mezin | Hesekê | |||||
Zimanên fermî | Kurdî Erebî | |||||
Zimanên fermî | Kurdî · Tirkî · Erebî · Asûrî | |||||
Komên etnîkî | Kurd · Ereb · Asûrî · Tirkmen · Çerkez · Keldanî · cihûyî · Merdelî · Ermen | |||||
Demonîm | Kurd | |||||
Rêveberî | Demokrasiya rasterast (Konfederalîzma demokratîk)[1][2][3][4][5][6] | |||||
• | Hevserok | Îlham Ehmed | ||||
• | Hevserok | Mensûr Selûm[7] | ||||
Pêşvebirî | Encumena Niştimanî | |||||
• | Meclîsa jorîn | Desteya Bilind | ||||
Avakirin | ||||||
• | Pêşniyarkirin | Tîrmeh 2013 | ||||
• | Îlankirin | Çiriya paşîn 2013 | ||||
• | Avakirin | Çiriya paşîn 2013 | ||||
• | Makezagon | Kanûna paşîn 2014 | ||||
• | Federasyon | 17ê adara 2016 | ||||
Gelhe | ||||||
• | 2014 Texmînkirin | 4,6 milyon (nîvê wan penaberên navxweyî ne)[8][9][10] | ||||
Endamtî | 100→200 Hezar | |||||
Dirav | Diravê Sûrîyê (SYP) | |||||
Demjimêr | EET (UTC+2) | |||||
Celebê dîrokê | rr/mm/ssss | |||||
Hatûçûna ajotinê | rast | |||||
Koda telefonê | +963 | |||||
Înternet TLD | .krd |
Federasyona Xweser a Kurdistanê herêmeke xweser a defaktoyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye. Rêveberiya xweser ji herêmên, Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê pêk tên. Herêm di sala 2012an de di çerçoveya şer û pevçûnên li Rojavaya Kurdistanê û şerê navxweyî yê berfireh ê li seranserê Sûriyê de ku hêza herêmê ya leşkerî ya fermî, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê de cih girt, di sala 2012an de xweseriya xwe ya defakto bi dest xistiye. Paytext a defakto ya federasyonê bajarê Qamişlo ye lê rêveberiya herêmê hinek caran li navendên in herêmê bêne kom kirin. Nifûsa Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê 4,6 milyon e. Piştî şerê li Sûriyê li dijî Rejîma Baas Beşar Esed, Şerê Navxweyî yê Sûriye û Iraqê dest pê kir. Bi ser de jî, Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hemû Kurdistan girt. Ji ber vê yekê, Hevbendiya Hêzên Xizmeta Yekgirtû - Tevgera Biryara Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk di bin serokatiya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, bi piştgiriya Yekgirtû ava kir. Yekemîn operasyona rizgarkirinê di 19'ê Tîrmeha 2013'an de pêk hat.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 21ê kanûna paşîn a 2014an de bi ragihandina hikûmet û rêveberiya herêma Cizîrê re hat damezirandin. Rêveberiya xweser li herêmên ku xwedî navend in hat dabeşkirin. Her herêm rêveberiyên wan û hikûmeta wan hat avakirin û ragihandin ku herêman bi rê ve bibin. Zimanê fermî yê herêmên rojava, Zimanê kurdî, Zimanê asûrî û erebî ye. Ala wê kesk û sor û zer e.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berî ku were ragihandin demeke dirêj amedekarî ji bo wê hatibû kirin û temenê wê hat pêşxistin. Li herêma Rojavaya Kurdistanê saziyên civatî ên rêveberinê, perwerde û çandê û hwd, hatin ava kirin. Piştî rêveberî, desthilatdarî û hikûmeta herêma başûrê kurdistanê, herêma rojavayê kurdistanê û avakirina wê, bû duyemîn herêm ku kurdan bi destê xwe li wan rêveberiya xwe cewherî ava kirin. Di destpêkê de, dewletên herêmê ên weke tirkiya komên tundrew birêxistin dikirin û li ser kurdan didane hêrîşkirin û tev li ser rêveberiya xweser a rojavayê kurdistanê. Hemû deriyên alîkariyê li rojavayê kurdistanê hatin girtin. Bi tememî dorpêç û ambargoyeke cidî li ser rojavayê kurdistanê hat danîn. Rêveberiya başûrê kurdistanê jî, tevî ku rêveberîyeke kurdî bû, ew jî tevlî hêzên ku ambargo danîna er rojavayê kurdistanê û hemû deriyên ku ji başûrê kurdistanê diçûna rojavayê kurdistanê ên weke "deriyê sêlmalka", hatin girtin û nehiştin ku ne mirov û ne alîkarî di wan bibuhure. Tenê ji mirovên ku ji rojava baz didan û koç dikirin ew derî vekirin.
Piştî ku rêveberiya rojavayê kurdistanê û hikûmeta wê hat avakirin, êdî hemû kurd ketin nava hevkariyê de, ku wê pêş bixin. Ji bakurê kurdistanê, rojhilat û başûrê kurdistanê jî alîkarî ji wê re dikirin. Lê li başûr, partiya kurd PDK, ku weke partiya ku di hilijartinan de bi serketibû û partiya mazin bû, alîkarî neda rêveberiya xweser a rojavayê kurdistanê. Vê yekê jî, dilê hemû kurdan şikand. Kurd xemgîn kirin. Kurdan, ew helwesta partiya kurd a PDK, li dijî rabûn û gotin ku "ev ne li gorî nirx û kevneşopiya me ye" û şermazar kirin.
Rêveberiya xweser a rojavayê kurdistanê, dema ku konfaranse CEnev´ê li Cenevê dihat lidarxistin de, hat ragihandin. Gelek derdoran jî ew şirove kirin û gotin ku "ji ber ku kurd nehatin dewetkirin li konfaranse û ji ber ku nedixwestin li lozanek din a duyemîn were serê wan, rêveberiya xwe ragihandin. Rêveberiya kurd, li rojavayê kurdistanê piştî hatî ragihandin, bi alîkariya tirkiya û welatên din ên herêmê komên tundrew birêxistin kirin û dan hêrîşkirin li ser wê rêveberiya xweser a rojavayê kurdistan. Ji ber ku welatên herêmê li dijî pêşketina statûya kurdan bûn, ev hêrîş li wê rêveberiya kurd dan kirin.
Rûerd
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rojavaya Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e: 31.000 km² ye.[çavkanî hewce ye] Îro di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.
Mirov dikare avhewaya Rojavaya Kurdistanê bike du beş. Beşa yekem avhewaya herêma Efrînê ye. Avhewaya li vê derê nezîkî ya Deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare; zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewayê herêma Efrînê, şîn e, dar û ber lê zêde ne. Her cureyên daran hene.[çavkanî hewce ye] Lê piranî darên zeytûnan e.
Beşa duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûdê, Qamişlo û Dêrik hildide nava xwe bi berrî û deşt e. Çiya û daristan nîn in. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carinan baran dibare. Di meha Çileyê de li Qamişlokê germahî digihîje +7, li Dêrik û Amûde jî +6 pîleyan. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Havînan ji çolên Erebistan û Sûriyê bayên germ tên û bandor li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pîleyî.
Rojava ji Çiyayê Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc tê. Çiyayê Kurmênc 1200 m bilind e. Ji çiyayê Kurmanc heta Kobanî, axa Kurdistanê teng e û ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobaniyê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û kurd li ser axa xwe dijîn.
Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in, lê di navbera Tirkiyeyê û Sûrî de hatine dabeşkirin. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyeyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê ala tirkan û li Qamişloyê jî ala Sûriyê dibînin.
Kantonên Rojavaya Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Kantona Cizîrê
- Gotara bingehîn: Kantona Efrînê
- Gotara bingehîn: Kantona Kobaniyê
- Gotara bingehîn: Herêma Şehbayê
Di 21ê kanûna paşîn a 2014an de Rêveberiya xweser a rojavaya Kurdistanê hat demezrandin. Rêveberiya xweseriya rojavaya kurd weke sê kantonan hat ragihandin. Kantona pêşî ya ku di 21ê kanûna paşîn de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Cizîrê bû. Kantona duyem ku di 27ê kanûna paşîn a 2014an de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Kobaniyê bû. Kantona sêyem jî, ku rê veberiya wê di 29ê kanûna paşîn a 2014an de hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Efrînê bû. Her kanton jî, rêveberî û hikimeta xwe ya demkî ragihandin. Piştî ku ragihandina Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê jî, êdî di nava kurdan de bi rojan bû sedema şahiyan.[çavkanî hewce ye]
Rêveberiya Federasyonê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rêvebirên Kanton
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kantona Rojava | Navê fermî (ziman) | Serokwezîr | Cîgirê Serokwezîrê | Hevpeymaniya Rêvebirê |
Hilbijartinên paşve | Hilbijartinên pêşve | |||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Kantona Efrînê | Hêvî Îbrahîm | Remzi Şêxmus Ebdil Hemid Mistefa |
TEV-DEM | Kanûna paşîn 2014 | |||||
Kantona Cizîrê | Akram Hesso | Elizabeth Gawrie Hussein Taza Al Azam |
TEV-DEM | Kanûna paşîn 2014 | |||||
Kantona Kobaniyê | Enwer Muslim | Bêrîvan Hesen Xalid Birgil |
TEV-DEM | Kanûna paşîn 2014 | |||||
Herêma Şehbayê | Ismail Musa | Mohammed Ahmed Khaddro Ayman al-Hafez |
TWDS | Sibat 2016 | |||||
Konfederasyon | Hediya Yûsif Mensûr Selûm |
N/A | 'TEV-DEM | Adar 2016 |
Encûmena Federal
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nav | Partî | Hevkarî | Kanton | |||
---|---|---|---|---|---|---|
Îşûh Gewriyê | Partiya Yekîtiya Suryanî (SUP) | TEV-DEM | Cizîrê | |||
Meram Dawûd | Peymana Rûmet û Mafan | ? | ||||
Îbrahîm El-Hesen | N/A | N/A | Kobanî | |||
Rojîn Remo | Yekîtiya Star | TEV-DEM | N/A | |||
Hikmet Hebîb | Koalîsyona Neteweyî ya Ereb | ? | ||||
Bêrîvan Ehmed | N/A | N/A | N/A | |||
Cemal Şêx Baqî | Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) | KNC | ? | |||
Parêzer Elaaddin El-Xalid | Hevbendiya Demokrat a Niştimanî ya Sûrî | Şehba | ||||
Salih El-Nebwanî | Tevgera Mafên Zagona Hemwelatiyê (QMH) | ? |
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Dîroka Rojavaya Kurdistanê
Dîroka Rojavaya Kurdistanê, pirr kevn diçe. Bi taybetî, li ser wê axa wê, ji demên Sumeriyan ve li wir jiyane û şaristanî di pêşketinê de ya. Ev herêm Rojavaya Kurdistanê, dikeve keviya çemê mezin û navdar ê Firatê de. Di demên berê de, heta ku digihişt ber çiyayê kurdan û bajarên weke Efrîn, Kobanî, Serêkaniyê çem diherikî. Ev herêm, weke herêmên şîn û pêşketî bûn. jiyanê li van herêman, di pirtûkên pîroz de jî bicih bûye. Bi taybetî, ji ber Kobanî û Efrînê û heta ku digihije Helebê û piştre Şamê, weke herêmên ku li wan zanebûn pêş diket bû. Birehîm Xelîl, çanda wî li vê herêmê bicih bûye. Mîtra, di dema mîtaniyan de hatiye û ew bixwe jî ji Mîtaniyan bûye. Mîtanî jî kurd bûne.[11]
Li herêmê, piştî ku rejima be'sê lê tê û serdest dibe, navê herêmê giştkan diguherîne. Lê navên herêmê kevn in. Mînak, navê Kobanê[12], ji dema Hûriyan a. Navê Serêkaniyê bi rengê ´weşokanî´ ji dema hûrî û mîtaniyan e û di dema Mîtaniyan de bûye paytext ji mîtaniyan re. Herêma Serêkaniyê, piştî ku dewletên Sûrî û Tirkiyeyê ava bûn, bû du-qism. Qismekê li Sûrî ma û rejima Be'sê navê wê guharand û kir "Rasûlayn". Qismê wê yê li aliyê Tirkiyeyê ma jî, rejima tirk navê wê guharand û navê wê kir "Ceylanpinar". Lê ev herdu qism jî, berê yek bûn û bajarek bûn. Berê di ber re jî û di navê de jî şaqna ji çemê Firatê diherikî.
Di demên berî zayinê de, di dema Gûtiyan de jî, di nava sînorê Gûtiyan de bûye. Piştî gûtiyan re ku hûrî û mîtanî hatin, êdî ew herêm bû weke navend û paytexta wan ku ew lê bi pêş ketin û mezin bûn. Li herêmê, di dema Sumeriyan de, di dema Xanadana Ur de jî, ev herêm ji wê re û ji pêşketina wê re bûye hîm. Ji her sê xanedanên Uran re jî wisa bûye. Îro, di roja me de ku dikeve naqabîna Efrîn û Helebê de, di dema Sumeriyan de ku ji wê re ´Marî´ dihat gotin, nivîsa bizmarî ku li wir hat dîtin, û tercumeyên wê bi navê "hurrian and hurrian names in the mari tekst" de navê "Kobanê" û hwd hene. Marî, di dema hûrî û mîtaniyan de di nava sînorê hûrî û mîtaniyan de bû.
Di dema hûrî û mîtaniyan de, bi pêşketina xwe di aramiyê de li vê herêmê jiyane. Lê piştre, di dema Asûriyan de, rastî êrîşan hatiye. Di dema Îskenderê Mezin de jî rastî êrîşan hatiye. Gava ku Medî li herêmê bûn desthilatdar ew der di nava sînorê xwe de girt û bi wê re li ser herêmên Anatolia jî karî ku serdestiya xwe bide erêkirin. Di pirtûkên pîroz de behsa Nemrûd tê kirin ku di dema Birehim Xelîl de jiyaye. Nemrûd jî, di dema xwe de li vê herêmê xwe kiriye hukimdar. Çanda herêmê, heta dema derketina Îslemiyetê li gor çanda Êzidîtiyê bû. Piştre dînê Îslamê ew der jî kiriye bin destê xwe de û guherandiye. Piştre, demên desthilatdariyên kurd ên dewletên kurd Merwaniyan û Eyûbiyan li herêmê bi pêş dikevin. Herêm, di dema Eyûbiyan de, ji sadsala 11em heta sadsala 16em, di bin destê desthilatdariya xanadana eyûbiyan de dimîne.[13] Piştî ku Osmanî bi pêş ketin, êdî osmaniyan, ew der weke eyeletekê desthilatdariya eşîrên kurd qebûl kiriye.
Ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanê ku zêde tê axaftin zimanê kurdî zaravayê kurmancî ye. Lê zimanê erebî, asûrî û hwd jî li herêmê dihên axaftin. Li herêmê rojnameyên bi kurdî, TVyên bi kurdî jî hene. Ronahî TV, TVya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji aliyê çapameniyê ve, piştî ku şoreşa Rojavayê kurdî bû, hêdî hêdî qada çapameniyê jî berfireh dibe.
Dîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Olên ku li herêmê dijîn, weke olên sereke Îslamiyet, Êzîdîtî û Xiristiyanî ye. Lê mezhebên van olan, ku mirovên ji wan jî hene. Ji sedî 80yê wê derê misilman in. Hejmareke mezin ya êzîdiyan jî li herêmê heye û ev jî li gorî ku tê gumankirin ser sedî 10an re ye. Lê gelekan jî, ji herêmên xwe koçber kirine. Berê, ev hejmar pir zêde bû. Her wisa, xiristiyanên li herêmê di derûdorê ji sedî 10an de ne. Asûrî, piraniyan, ji dînê Xiristiyanî ne. Lê ku ne pir zêde jî bin, Kurdên Mesihî jî hene. Herwisa, Kurdên cihû jî berê li wir dijiyan. Heta dema rejima Be'sê li wir dijiyan, pişre, hinekan ji wan koçî Îsraîlê kirin û hinekan jî koçî welatên ewropî kirine. Îro, her wisa zêde cihû li herêmê nemane. Lê li çend cihan, hê jî kinîştên wan hene ji bo bergkirinê.
Bajar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajarên herêmê:
- Amûdê
- Cerablus [Kaniya Dil]
- Cindirêsê
- Dêrika Hemko
- Dirbêsiyê
- Efrîn
- Êndîwer
- Ezaz
- Girê Spî
- Hesîçe
- Kobanî
- Bozanê (Eyn îsa)
- Silûk
- Minbic [Mabuk]
- Qamişlo
- Serêkaniyê
- Tirbespiyê
- Til Koçer
- Şedadî
- Hol
- Babê
- Sirîn
- Reqa
- Tebqa
- Baxoz
- Hicîn
- Elbû kemal
- Dêrezor
- Risafê
- Zirgan
Li Rojava Hesîçe, Reqa, Dêrezor, Heleb wîlayet in, yên din qeza û nehiye ne. Qamişlo qezaya Hesîçeyê ye, Qamişlo wekî navend û paytextê Kurdên Rojavayê Kurdistanê tê pejirandin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn.[çavkanî hewce ye] Li bajarên Sûriyê, li Heleb, Hims, Şamê, Hema, Dera, Laziqiye û Tertûs jî gelek taxên kurdan hene.[çavkanî hewce ye]
Di nava bajarên Rojavaya Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve Serêkaniyê, Efrîn, Kobanî, Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrezor, Heleb, Minbic, Ezaz, Babê û Kaniya Dil ji bajarên mezin in. Bajarê Serêkaniyê, weke bajarekî pirr mezin a. Lê ji ber ku di nava sînorê Tirkiye û Sûrî de hatiye qatkirin û qatek li aliyê Tirkiyeyê ango Bakûrê Kurdistanê û qatek li aliyê Sûrî û ango Rojavayê Kurdistanê maye, êdî biçûk bûye. Lê ji aliyê erdnîgariyê ve weke bajarê mezin ê dîrokî ye. Di dema Mîtaniyan de, Serêkaniyê bi navê ´weşokanî´ herdu bi hevdu ve bûn û paytext bû. Weke bajarê mazin ê lê jiyan û şaristanî pêşketî bû. Di nava bajarê de, berî avakirina komara tirk û ya Sûrî, xeta trenê derbas dibû. Ew xeta trenê, piştre kirine weke sînor. Aliyê xeta trenê ê li aliyê Sûrî û ango li aliyê Rojavayê Kurdistanê li wî alî maye û aliyê li vî xeta trenê jî di nava sînorên Tirkiyeyê ango li Bakûrê Kurdistanê maye.
Bajarên Rojavayê Kurdistanê, ên weke Amûdê, Efrînê, Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Tirpesipiyê, Girê Sipî, Tilkoçer û hwd, çend ji wan bajarên mezin in ku nifûsên wan pir in. Tilkoçer, dikeve sînorê Îraqê de. Deriyê li Îraqê, yek jê ji Tilkoçerê vedibe.
Desthilatdarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Desthilatdarî, îro di destê kurdan de ye. Kurd, rêveberiya xwe ya xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Herêma Rojavayê Kurdistanê, li sê kantonan hatiye beşkirin û rêveberî û hikûmetên wan ava kirin. Ev hersê kanton jî, "Kantona Cizîrê", "Kantona Kobaniyê" û "Kantona Efrînê" ye. Îro, Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê van hersê rêveberiyên xweser ên kurdistanî ve tê birêvebirin. Herêm, bajarê wê ê mezin Qamişlo ye. Qamişlo, weke paytexta herêmê jî tê dîtin.
Hikûmeta hersê kantonan, ji 22 wezaretan pêk tê. Ew wezeret, xwe li herêmê bi rêxistin dikin û herêmê bi rê ve dibin. Kurd, piştî ku bi xelkên din ên li herêmê re şoreşa rojava kirin, êdî ew rêveberî jî hatine avakirin û ragihandin. Lê rêveberiyên herêmê, ji aliyê welatên herêmê ên weke Tirkiye û Îranê ve hatiye xistin bin ambargoyê de. Piştî ku rêveberiya xweser hat ragihandin, ew êdî care pêşî bû ku rêveberiyeke ji xelkê li herêmê hatibû avakirin.
Piştî ku kurdên Rojavayê Kurdistanê, bi xelkên din ên li herêmê re ku rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ava kirin û ragihandin, êdî dest bi dîplomasiya nasandina wê kirin. Gelek heyet ava kirin û şandine welatên Ewropî û welatên din ên cihanî ku xwe bidin nasîn.
Hêzên parastinê ên Rojavaya Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî ku kurdan li herêmên xwe rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û ragihandin, êdî hêzeka xwe ya parastinê ku ji kurdên Rojavayê Kurdistanê û beşên din ên civatî afirî ava kirin. Ew jî, navê YPG, Gerîla, Pêşmerge direjîhiya wê "Hêzên Parastina Gel" e. Herêmên kurdan diparêze. Lê bi wê re jî, YPJ hat avakirin. Ev jî, weke hêz û artêşa jinan e. Pirraniya endemên YPJê ji jinên ciwan ên kurd û komên din ên li herêmê ku dijîn pêk tê. Wekî din jî, hêza Aşayîşê heye. kar û erka Hêza Asayîşê ew e ku aramiya nava bajaran biparêzê. Weke hêza polîsan e.
Kar û erka Hêzên Parastina Gel ku bi navê wê yê kurt YPGê, ew e ku weke artêşa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên ku ji derve tên bi ser Rojavayê Kurdistanê bergirî bike. Herwisa bi vî rengê YPGê, em dikarin weke artêşa Rojavayê Kurdistanê jî bi nav bikin. YPGê, temamiya Rojavayê Kurdistanê diparêzê. Her kesekê li herêmê diparêze kurd be an ne kurd be. Aramiya wan temîn dike. Herwisa, weke artêşa Rojavayê Kurdistanê, ji aramî û parastina Rojavayê Kurdistanê ew berpirsiyar e. YPGê, ne hêzek siyesî ye. YPGê, hêzek leşkerî ya parastinê ye. Artêşa Rojavayê Kurdistanê ye.
Partiyên kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Desteya Bilind a Kurd
- Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê
- Partiya Yekîtiya Demokrat
- Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê
- Yekîneyên Parastina Gel
- Partîya Demoqrat a kurdî ya sûrî
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Serhildana Rojavaya Kurdistanê
- Şerê navxweyî yê Sûriyê
- Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê
- Dîroka Rojavayê Kurdistanê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Enzinna, Wes (24 çiriya paşîn 2015). "A Dream of Secular Utopia in ISIS' Backyard". The New York Times. Roja gihiştinê 13 gulan 2016.
- ^ Jongerden, Joost. "Rethinking Politics and Democracy in the Middle East" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 15 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ Ocalan, Abdullah (2011). Democratic Confederalism (PDF). ISBN 978-0-9567514-2-3. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ Ocalan, Abdullah (2 nîsan 2005). "The declaration of Democratic Confederalism". KurdishMedia.com. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ "Bookchin devrimci mücadelemizde yaşayacaktır". Savaş Karşıtları (bi tirkî). 26 tebax 2006. Ji orîjînalê di 2 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ Wood, Graeme (26 çiriya pêşîn 2007). "Among the Kurds". The Atlantic. Roja gihiştinê 8 îlon 2013.
- ^ Xeletiya çavkanî: Invalid
<ref>
tag; no text was provided for refs namedrecognition
- ^ In der Maur, Renée; Staal, Jonas (2015). "Introduction". Stateless Democracy (PDF). Utrecht: BAK. r. 19. ISBN 978-90-77288-22-1. Ji orîjînalê (PDF) di 25 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2016.
- ^ Estimate as of mid November 2014, including numerous refugees. "Rojava’s population has nearly doubled to about 4.6 million. The newcomers are Sunni and Shia Syrian Arabs who have fled from violence taking place in southern parts of Syria. There are also Syrian Christians members of the Assyrian Church of the East, Chaldean Catholic Church, Syriac Catholic Church, Syriac Orthodox Church, and others, driven out by Islamist forces. "In Iraq and Syria, it's too little, too late". Ottawa Citizen. 14 çiriya paşîn 2014.
- ^ "A Dream of Secular Utopia in ISIS' Backyard". New York Times. 24 çiriya paşîn 2015.
- ^ Abdusamet Yigit, Pirtûka,´jiyane di bin roja Mîtra de dimeşê
- ^ by Jack M. Sasson - Chapel Hill, North Carolina, HURRIANS AND HURRIAN NAMES IN THE MARl TEXTS
- ^ Abdusamet Yigit, Pirtûka, ´di sedsale 21´ê de şoreşa kurd: rojava´
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Weblink
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- PYD Rojava Girêdana arşîvê 2016-11-24 li ser Wayback Machine