Medreseya Sor

Medreseya Sor a Cizîra Botan
Medreseya Sor

Medreseya Sor, cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e. Medreseya Sor ji aliyê Mîr Şerefdîn Duyem ve hatiye avakirin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredînê kurê Emîr Şerefê Yekem ê kurê Emîr Alî Begê kurê Mecdedîn e. Cizîr, 1475'an de ketiye bin destê Aqoyunîyan de. Di wî demî de Mîrên Cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredîn bi alîkariya gelê Botan 1508'an de dîsa Cizîr vegirtiye.

Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cûreyên medreseyên hewşa wan vekiriye. Di nava gel de bi “Medresa Sor” tê navkirin. Medreseya Sor, li roj avayê Cizîrê li ser sûrhê hatiye avakirin. Ji ber ko bi pirnî bi toxlayên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo ketina malde li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 derincên bi kevir hatiye çêkirin. Medrese ji aliyê rojhilat ve 18,95 m ji erdê bilind e, bes binetara wê jî 1,10 m ji erdê bilindtir hatiye danîn. Aliyê wê yê başûr bi sê eywan e û mizgefta medreseyê jî di wê beşê de ye. Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye.

Li aliyê medresê yê bakûr sê eywan hene, ya aliyê çepê 3,45 m vekiriye û mîhraba wê ya zivistanî jî heye. Eywana aliyê rastê 3,46 m, ya nêvê jî 5,19 m vekiriye. Ew eyvanên difekin hewşê, gûşeyê hemiyan 10-13 cm bi çal û mirtikin. Ji eywana nêvê ji bo çoyîna herdû eywanên teniştê deriyên bi 1,33 m û serdera wan jî bi qûbbe hene. Eywana aliyê rastê di rastê wê de deriyek 0,93 m fireh heye, peşderiyek 2,44 x 2,45 m û serbanê wê bi qûbbe hatiye çêkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Malpera Bedirxanî