Cizîr

(Ji Cizîra Botan hat beralîkirin)
Cizîr
Cizîra Botan
Cizre
Navçe

Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara taxan 12 tax
Hejmara gundan 43 gund
Hejmara mezran 3 mezre

Rûerd 468 km2
Bajarê navendî
Gelhe 155.757 kes
Koordînat 37°18′Bk 42°12′Rh / 37.3°Bk 42.2°Rh / 37.3; 42.2
Koda postayê 73200
Koda telefonê (+90) 486
Cizîr li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Cizîr
Cizîr (Bakurê Kurdistanê)
Cizîr li ser nexşeya Şirnex nîşan dide
Cizîr
Cizîr (Şirnex)

Cizîr (1928: جزره‌[1] Cizre, 1946: Cizre[2], bi tirkî: Cizre), navçeyeke bi ser bajarê Şirnexê ce ye ku bi navê Cizîra Botan jî tê naskirin. Weke "Bajerê Nebî Nuh" jî hatiye naskirin. Bi Nisêbînê re bajerê herî mezin ku çanda Şahmaran têde bicih bûye. Cizîra Botan xwediyê dîrokeke ku pir demdirêj e. Avabûna wê ta dema sûmeriyan û berî wê demê diçê. Ji hûrî û mîtanîyan re navendetîtî kir.

Ji wê deme wan pêde êdî ku Başûr rojavayê Kurdistanê ji di nav de weke herême Botanê hate binavkirin. Sînorê wê demekê Riha ji kiriye nav xwe de. Ev, di deme hûrî û mîtaniyan de bû. Piştre ji wilo berdewam kir. Ev bajarê Kurdistanê, di civakbûn û pêşketina Kurdistanê de xwediyê weyneke pir mezin û girîng e.

Gelhe û Demokrafî, Navenda Cizîre, 153.142 Tewahiya bajar û gond Kurd in

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibêjin Cizîre ji aliyê pêxember Nûh ve hatiye avakirin[çavkanî hewce ye] herwesa û li gor dîroka Îslamê tê gotin ku bajarê diwemîn yê ku hatiye avakirin piştî tofanê bajarê Cizîrê bû, dîsa li gor vekolera di bêjin ku gora pêxember Nûh di Cizîrê de ye ji ber ku sorhên Cizîrê wekî gemiyekî hatine danan[çavkanî hewce ye]. Çanda pêxember Nûh li wir bicih e. Her wiha herême ku çanda Şahmaran têde û li dore wê mazin pêşketi ye.

Di derbarê dîroka Mezopotamya pirtûka herî kevin ya Herodote, dîsa pirtûka bi navê "Vejîna dehhezaran". Herwisa di hemi pirtûkên olî de behsa Mezopotamya tê kirin. Li gora vekolînan jî tê gotin ku Cizîre bajarê herî kevinar e.

Li gora olan hatiye gotin ku piştî Adem û Hewa tofana herî mezin hatiye jiyan kirin tofana pêxmber Nûh bûye, ji ber ku piştî vê tofanê mirov neman li ser rûyê zemînê, tenê bi hiziretê Nûh re heşt an ku heştê rizgar bûne ji vê tofanê, ew jî ji ber ku di gemiya hiziretê Nûh de bûn, û ya herî rast jî hizirete Nûh ew rizgar kirine. Dema ku mirov di bêje tofan tê wateya ku gemiya Nûh yek û li dîrokê tekes kiriye ku li serê çiyayê Cudî rawestiya ye tê naskirin û ji lewma jî çiyayê Cudî weke çiyayê zêdebûna hijmara mirovan ji nû ve tê naskirin[çavkanî hewce ye].

Li gora Abdula Yaşîn[çavkanî hewce ye], Cizîre duwemîn bajarê ku li Mezopotamya hatiye ava kirin. Alfred Flobil yê ku xelkê Puerto Ricoyê[çavkanî hewce ye], di sala 1953-1954 û di encama vekolîna xwe ya ku li Tepê Reş kirî, tabloyek dît û li ser vî tabloyî nexşeya Cizîrê ya wê heyamê hat bû neqiş kirin, di nîvê nexşê de rojek hebû û di bin de wêneyê du şêran, rûyê her du şêran li hev bû û li ser nivîsên bizmarî hebûn û li gor vekolîna pisporên nivîsa bizmarî hate gotin ku: navê Cizîrê yê wê demê Gerzu bakart bû û hijmara xelkê wê 1.850.000 bû.

Dîsa û 4000 sal berî zayinê û di dema gotiyan de jî ji Cizîrê re digotin. Gerzu bakartda û ev nave ji aliyê dîroknasan ve hatiye tekes kirin, li milekî din û li gor dîroknasê mezin Îbin Alesîr di bêje ku di qonaxa Persiyan de jî ji Cizîrê re di gotin Gazarta û Bazîbda[çavkanî hewce ye].

Di qonxa ebasiyan de Cizîre gelek sod gihndae ebasiyan û bi taybet mîrê wê demê ku hakimê Cizîrê bû, mîr Abdilezîz Îzafedîn ku wî jî nav lê kir Cezîret ibn Omer.

Di sala 1956 peykerek li Cizirê hate dîtin û gotin ev peykere peykerê Boda ye, ev peykerê ku hate dîtin ji hela qaçaxçiya ve hat bu dîtin û wan jî ew peyker firotin.

Lê li gor Abdula Yaşîn ew peykerê ku birbûne Amerîka, li ser bigihê ku peykerê Bodaye tekes kir ku ew heykel ne yê Bodayeher wisa piştire li ser vî heykelê ku niha di mozexana kilasîkên cîhanê de dimîne hatiye nivîsandin" peykerê serokekî ne nas yê mezopotamiya". Li milekî din û piştî ku Sçomokle yê vekoler kevirê vî peykerî di sala 1975 kevrên vî peykerî xisine di bin nekolînê û bi riya Kerbûnê jiyê vî peykerê derxistiye û di domahiyê de gotiye ku jiyê vî kevirî di veger 45 sal berî zaiyinê.

Piştire û dema ku Cizire weku bajar pêş ketiye êdî bi navê Cizira Botan hatiye naskirin, wate warê botaniyan. Bi belavbûna îslamê ji di cizrê de êdî nezî 360 mizgeft hatine ava kirin û di dema me ya niha de du dibistanên mezin, sê minarên bilind û di pir mane û têne dîtin. Her wisa sor û kelhên kevin ku hîna ciwaniya xwe di parêzin û weke cihên zivistana leşger bi kar tînin li ber çavane û rawestiyane. Her wisa û tişta ku heta niha maye û navê wan li ser zimanê her kurdekiye û mezarên wan li Cizîra Botanê mezara Mem û Zîn e û Bekoyê awan dimînin. Li milekî din bajarê Cezîrê bajarekî çandî ye û ji nava wê çanda kurdî derketiye û belav bûye û heta roja meya îro hatiye û her wextî sirûşta Cizîrê û bajarê Cizîrê bûye kaniya helbesta kurdî û helbestvanê kurd yê avdar û mezin ku heta niha kurd li ser rêça helbesta wî diçin û gelek mifa jê giritne di warê wêje û helbestê de Melayê Cizîrî ye ku helbestvanê herî navdar ê kurd e.

Bûyerên 4-12ê îlona 2015an li Cizîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 4ê îlona 2015an de li Cizîra Botan qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Ji vê rojê ve xelkê sîvîl ê Cizîrê rastî êrîşên hêzên leşkerî yên dewleta tirkî tê û di van êrîşan de gelek sîvîlên bajêr jiyana xwe ji dest da.

Qurbanên sîvîl ên ku di êrîşên dewleta Tirkî de jiyana xwe ji dest dane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 5ê îlonê: Muhammed Tahir Yaramış, biçûkekî 35 rojî
  • 7ê îlonê: Sait Çağdavul, xortekî 19 salî
  • 7ê îlonê: Osman Çağlı, xortekî 18 salî
  • 7ê îlonê: Cemîle Çağırga, keçeke 13 salî
  • 8ê îlonê: Ibrahim Çiçek, kalekî 80 salî
  • 8ê îlonê: Meryem Süme, jineke 53 salî[3]
  • 10ê îlonê: Selman Ağar, zarokekî 10 salî[4]
  • 11ê îlonê: Bünyamin İrci, xortekî 14 salî[5]
  • 11ê îlonê: Mehmet Erdoğan, mirovekî 75 salî[6]

Erdnîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cizîr

Erdnîgar û sînorên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li rojhilat bi Silopî ve, li bakur bi Gundik ve, li başûr bi Dêrikê ve li rojava jî bi Hezexê ve tê girêdan.

Hilbijartinên Cizîr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

29'ê adarê 2009 Hilbijartine Civaka Giştî ya Parêzgeh;

Sal Parti
DTP %79.02
AKP %8.9

29'ê adarê 2009 Hilbijartine Şaredarî;

Sal Parti
DTP % 79.08
AKP % 7.98

30'ê adarê 2014 Hilbijartine Şaredarî;

Sal Parti
BDP %82.8
AKP %6.23
HÜDAPAR 4.02

Gundên Cizîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîsteya gundên navçeya Cizîrê (1928-2009)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binêrin: Gundên navçeya Cizîrê

Melayê Cizîrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Melayê Cizirî Navê wî Şêx Ehmed e, hem jî bi naznavê Nîşanî di hin helbestên xwe de diyar kiriye. Bi wateya (Nîşan) ango ew wek mertal bû ji tîrên evîn û hezkirinê re. Navê bavê wî 'Şex Mihemed' e bi koka xwe ji hoza Bextiyan e di herêma Botan de.

Cihên dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kelheya Cizîra Botan di sala 1908'an de.
Birca Belek

Cihên navdar ên Cizîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navdarên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengbêjên Cizîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 12 îlon 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 îlon 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  4. ^ http://www.diclehaber.com/news/content/view/473914?from=1510667103[Girêdan daimî miriye]
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 16 îlon 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 îlon 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 14 îlon 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 îlon 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]