Meftuneya kerengê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Meftuneya kerengê, dilikiya kerengê, qeliya kereng û goştê berxê navê xwarineke bigoşt a pêjgeha kurd e. Meftune tê wateya dildayîn, dilikî, dildarbûnê. Li Botan, Xerzan û Serhedê kereng pirr in, bi biharê ve kereng tên berhevkirin û ji wan gelek xwarin tên çêkirin.

Standardeke vê xwarinê nîne, lê goşt û kereng divê hebîn, bêî wan nabe.

Berkeliya meftuneya kerengê ya Serhedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 kg kereng
  • 250 gr goştê berxê
  • 1/2 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya fringiyê (salçeya bacanê sor)
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) simaq
  • 1/2 dd (dendik) sîr
  • Xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kerengan amade bikin (bişon, hurbikin). Goşt tîke bikin. Têxin quşxaneyê yan rûnbirêşkeke kûr, bikelînin. Kerengan jî paşê tevlî bikin, xwê pê werbikin.

Kereng û goşt peritîn, ava simaqê, sîra kutayî, merge û avê tevlî bikin. Bila ava wê ne pirr be, 1-2 tilî (bêçî) ji ser re be. Kereng nermijî bûn, ango keliyan, êdî xwarina we jî dikare were ser destexaneyê (sifre).