Here naverokê

Mehmet Dicle

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehmet Dicle
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmed Dicle nivîskarekî kurd e.

Kurtejiyana wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mehmet Dicle di sala 1977'an de li Hezroya Amedê hatiye dinê. Li Hezroyê hetanê lîseyê xwendiye. Her wiha li Hezroyê li Medresaya Seydayê Hecî dersên erebî û olî jî xwendiye. Di sala 2002 de li Zanîngeha Stembolê beşa Erdnîgariyê kuta kiriye. Li Zanîngeha Stenbolê di beşa Erdnîgariyê de, li Zanîngeha Artukluyê jî di beşa Kurdolojiyê master kiriye. Dicle di kovarên Jiyana Rewşen û Rewşen-nameyê de kar kiriye, di Dibistana Taybet a Zimanê Kurdî de mamostetî kiriye û nivîsên wî di gelek kovar û derên din de hatine weşandin. Çîrokên wî her wiha li Polonî, Almanî, Îtalyanî, Erebî û Tirkî hatine wergerandin. Mehmet Dicle, Edîtoriya Kovara Kurdeçîrokê dike, ku ji sala 2022yan ve li li Amedê ew û hevalên xwe derdixin. Nivîskar, li Amedê bi komek hevalên xwe re LiteraKurd Mala Edebiyatê vekiriye û rêvberiya wê derê dike.

Yekem Berhema wî Asûs e. Bi kurteçîrokên di Asûsê de Mehmet Dicle hên di emrek ciwan de bal kişand ser wêjeya xwe û şêwaza xwe ya xweser. Di vê berhemê de navçeyeke xeyalî afirand, ku bi piranî dişibe Hezroyê. Hem gelek çîrokên di Asûsê de hem jî çîrokên paşê yên ku nivîskar nivîsandin bi piranî li vê navçeya xeyalî derbas dibin. Berfa Sor yekem romana nivîskar e ku di sala 2023yan de çap bû. Roman qala bûyerên sala 90î dike ku li navçeyeke Kudistanê, ev navçe dîsa Asûs e, derbas dibin dike. Di sala 2025an de bi îdîaya ku di propaganda PKK'yê kiriye doz li Berfa Sor û li nivîsakar û Weşanaxaneya ZÎZ'ê hat vekirin.

Nivîsakar li Diayrbekirê dijî.

  • Asûs-Kurteçîrok (Weşanên Tevn-2005)
  • Nara, Kurteçîrok, Weşanên Avesta 2010
  • Ta, Kurteçîrok, Weşanên Avesta, 2014
  • Berfa Sor, Roman, Wşanên Ziz, 2023