Mehmet Nuri Güneş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mehmet Nurî Guneş (jdb. 1953, Îdir), siyasetmedarek Kurd e û şaredarê berê yê Îdirê ye. Mehmet Nûrî Guneş di partiyên wekî HEP, DEP, ÖZDEP, HADEP û DEHAP de siyasetmedarî kiriye û endamê damezrîner s partiya DTPê bû û delegeyê kongreyê bû ku di hilbijartinên di navbera salên 1995-2002an de hatin kirin de 3 caran dengên xwe stendin, lê ji ber partiya ku pê re girêdayî bû, nekarî bikeve meclîsê. Di wan hilbijartinan de nekarî benda hilbijartinê derbas bike. Di Hilbijartina Herêmî ya sala 2009an de wekê berbijarê DTPê beşdarê hilbijartinê bû û wekê şaredarê bajarê Îdirê hate hilbijartin. Mehmet Nûrî Guneş ê ku piştre beşdarî BDPê bû di çarçoveya operasyona cendermeyan a 21ê çileya sala 2010an de ku hinceta KCKê hate binçavkirin, 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê ji aliyê Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ya Tirk di 07ê cotmeha sala 2013an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin û erka wî ya serokatiyê bi dawî bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]