Mele Derwêş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mele Derwêş kurê Şêx Xezalî ye ew jî kurê Pîr Êzdîn e. Pîr Êzdîn neviyê Şêx Silîmanê Nêrgizî ye. Ji Kurdistana başur, ji Nêrgiziyê hatine herêmê. Ew ji neviyê Şêyx Zahid e. Li nêv millet bi navê "Şêxê zêhid" tê nas kirin. Tirba Şêxê Zêhid li Reşîne ye. Reşîne girêdayê Dihê ye. Li wêdê tirba wî heye qubbe li ser hatîye ava kirin. Her sal demek yê salê îhtîfal tê tenzîm kirin, li vê qubbê. Pîr Êzdîn li mintiqa goyan li Repin wefat kirîye. Tirba wî li wêrê ye. Cihê zîyaretê ye. Ji nesla Pîr gelik alim û ehlê hel û eqdê hatîne dinê. Di herêmêde di nêva eşîran de bune wesîla sulh u emnîyetê. Wekî Mele Derwêş û Şêx Elî yê Gundikî (xelîfê Şêx Huseynê Basretî ye) û Şêx Xalidê Gundikî (birê şêx Elî ye) û Şêx Ebubekr û Şêx Muhemmedê Hilalî û Şêx Îzraîl û gellek zatên din. Ev malbat ji bo xizmeta ilm u dîn hatîye vê herêmê. Ji ber ku li vê mentiqê hinek gundên Nesturî u filehan hebu. Di saya vê malbatê gellek ehlê va gunda musliman bune. Her weha ev malbat li herêma Goyan cih buye. Bi sed salan bune sebebê sulh u emnîyyet u selahê. Yek di kare bêje mîsyonerîtiya Îslamê kirîne. Di medrese u rîbat u îmaretan bi rengekê wezîfa kolonîzatorîtiyê kirine. Di neşra ilm u irfanê de cihek muhîm girtîne. Ji ber tevildana îktîdara wê demê hinek guruhan xwestine gundên fillehan talan bikin. Neweyî îftîra hinekan -li nik xwe- fetwa ji Pîr standine. Dema Hz. Pîr pê di hese, wa bi şiddet redd dike, wisa di bêje:

Ezim pîrê çîyayê qullehan,
Derewan nekin, maka gunehan
Kê gotîye pîr helal kirîye malê fillehan.

Cihê behsê ye, rojekê jinikek salîhe du nana di de Hz. Pîr. Hezret di mureqebê, keşfê de di bîne ku ew her du nan ji temamê xêr u emelên wî girantir têt. Pîr xêr u hesenatên xwe zêde dike. Paşê ew jinga salîhe ji Hz. Pîr re di bêje:

“ Pîro! Pîro!, dema tu şîn birî/buyî, ez veristî bîm.”

Xwiya ye ev jinik pir salih bu ye. Di bêje dema ti nu şîn dibuyî, ji gumçika xwe nu di bişkivî ez bi çiql u dar u belçim bum, min fêkî da bu. Hezret lis ser vê buyerê radibe aşekê ava dike. Heft sala çeltekê deryê aşîve dike. Her roj tejjî nan dike. Xelk jî tê ji xwere dibe. Ev aşê Pîr ava kirî niho ji li ser pêya ye, adeta şahîdê li ser vê buyerê ye.

Mele Derwêş Gundik ava kirîye. Ya şîfahî me seh kirî ji Gundigiyan ew e ko Mele Derwês hem alim Û hem xebatkarek zîrek bu. Ji ava kirin û çandinê re pir jîr bu. Zarokên xwe hem dida xwendin hem ji san'etkarî nîşa wa dikir. Ji nesla wî alimên mezin hatîne dinê.