Mela Muhemmedê Hekarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mele Muhemmedê Hekarî hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Mela Muhemmedê Hekkarî di sala 1955 ê da li gundê Pîrosa/Pîroza, ewê ku bi tirkî dibêjinê ‘’Bölücek’’ li danê havînê yê hatiye dinyayê. Ew, di maleka feqîr da yê jiyayî, deykubabêt wî gelek hej ehlê ‘îlmî û alima dikir, hêj ewî biçûk wî gelek diviya ku ew bixûnît, belê nexasma deyka wî hêj pitir hesdikir ku ew bixûnît; çunku deyka wî jinkeka gelek teqwa û dîndar bû.

Muhemmed Hekkari di heft-heşt saliya xwe ji rêve li gundê xwe Pîrosa/Pîroza li dev Mela Mihemedê Xaziya, Mela Mihemedê kurê Salih û Mela Mistefayê Gerdo yê dest bi xwandinê yê kirî. Mela Mihemed hêjî biçûk, di 1964 ê da ligel xalê babê xwe ‘Emerê Unis yê çûye başûrê welatî; li bajêrê Duhokê dest bi xwandina Qur’ana Kerîm ya kirî, çend saleka li wêrê; li Medresa mizgefta mala Miftî da, li ber destê seyda Mela Mihemmedê Beroşkî, Mela Mihemmed Reşîdê Çelkî û li ber destê Mela Mehmudê Dêrşewî û gelekêt dî jî yê xwandî. Di dûv ra herdîsa wî li Duhokê li Me’heda İslamî : (المعهد الأسلامي) li ber destê seyda Mela Hisênê Marunisî, Şêx ‘Ubeydê Beroşkî, Mela ‘Eliyê Beroşkî, Mela Îsma’îlê Navişkî dewam li xwandina xwe ya kirî. Paşê ‘eynen li wê mekteba resmî anku li Me’heda İslamî : (المعهد الأسلامي) xwandina xwe ya berdewam kirî. Li sala 1979 ê xwandina xwe ya xilas kirî û bawernameya xwe bi pêla serkevtineka baş ya wergirtî. Hîngê li demê ew li Duhokê li ber feqiyatiyê li sala 1392 ê hîcrî ku dibîte hemberî 1973 ê miladî li ‘Erebistana Su’udiyê radyoyek bi navê radyoya Qurana Kerîm hebu, li ser wê radyoyê bernamê Nûrun ‘Eled-derb ( نور على الدرب) heru êvarîya dihate belavkirîn, li ser wî bernameyî bahrapitir hîngê va ‘alim û seydayêt navdar: Şêx ‘Eddul’ezîz bin Baz, Şêx Muhemmed Salih ‘Useymîn, Şêx ‘Ebdullah bin Xêdan, Şêx ‘Eddul’ezîz bin‘Ebdullah Al e-Şêx û Şêx Salih el- Fuzan û ji bilî va Seyda jî gelek ‘alim û zanayêt dî jî yêt navdar ciwaba pisyarêt xelk û ‘alemê yêt dûr û nêzîk dida, Xudayê Jorî ji yêt mirîn razî bît û yêt sax jî sitare û muhafize biket ji hemî qeda û bela amîn. Hîngê wî radyoyeka biçûk hebu heru êvariya wî guhê xwe dida wî bernamê bi navê Nûrun ‘Eled-derb (نور عل ى الدرب) Ewê ku ji Erebistana Siûdî dihate belav kirîn û weşandin. Pîştî hîngê jî li demê ew çûye hecê wî her guhê xwe dida bandêt dengê va seydayêt navdar: (Şêx Muhemmed Salih ‘Useymîn, Şêx ‘Ebdullah bin Xêdan, Şêx ‘Eddul’ezîz bin ‘Ebdullah Al e-Şêx û Şêx Salih el- Fuzan û Elbanî). Ew bi rêka vî bernameyê hêja hêj ji biçukatî bi ser ‘Eqîda; bîr û baweriya Selefêt Salih hildibît, Xudayê Jorî ji kerema xwe ev bername û seydayêt he bo wî kirîne sebeb û delîl bo vê hîndê). Hîngê seydayê navdar: Mela Îsma’îlê kumsor ewê di eslê xwe da ji Dêrika Çiyayê Mazî ser bi Parêzgeha Mêrdînê ve, ew ji rexê Suriyê ve her dihate Duhokî, ji rexê ‘Eqîde; bîr û bawerêt Selefêt Salih ve wî gelek mefa û wec ya ji wî û ji seydayê navdar mela Hemdî Ebdulmecîd Es-selefî; ewê ku di ‘eslê xwe da ji gundê Angesura Wan ê û ji seyda Mela Hêsênê Tirwanişiyê Berwarî jî ya wergirtî û dîtî Xudayê Jorî ji wa hemiya razî bît. Piştî ew zivirî û hatiye gundê xwe Pîrosa/Pîroza li Bakurê welatî, di navbeyna sala 1980-1982 ê da wî ‘eskeriya tirka ya kirî, piştî ji ‘eskeriyê hatî ew li gundê Herînkê (Yürekli yê) ewê ku yî girêdayî bi qeza Geverê (Yüksekova) ve çar (4) sala yê biye îmam û pêşnivêjê gundiya. Li sala 1986 ê wezareta perwerdeyê li ‘Enqerê ew bawernama wî ya ‘’Me’heda İslamî’’ kire hevtayî li gel bawernama îmamxetîba, li sala 1986 ê wî dest bi melatiyê yê kirî anku bi resmî ew yê biye îmam û xetîbê Mizgefta gundê Herînkê, piştî çend sal wî bi mal ve li wêrê borandin, paşê ji wêrê wî mala xwe bire qeza Geverê, li Mizgefta Hezretê îmamê ‘Umer, wî li wêderê dewam li erk û wezîfê xwe yê kirî. Li sala 1987ê demê ku ew jirê ve çûye hacê, hîngê wî li ser babetê tewhîdê û eqîdê suhbet û dan û standin li gel geleka ji alimêt Su’udî ewêt ku hîngê li Mekkeh û Medînê ya kirî. Herdîsa li demê li sala 2013ê diyanetê; anku serokê kar û barêt dînî Mehmet Görmez yê hîngê, ew jî li gel çend seyda û alima pêk ve yêt birîne hecê, bi rêberiya seydayê navdar mela Abdurrezzak ATEŞ şêwirmendê serokatiya kar û barêt diyanetê li Enqerê. Li vê carê jî hêj pitir delîve bi dest wî dikevît û wî pitir şiya suhbet û dan û sitandinê bidûr û dirêjî li gel geleka ji alimêt wa anku yêt Mekkehê û Medînê biket, nexasima li ser mijare û babetêt tewhîd û eqîdê. (Wa salêt ew li Geverê çunkî wî her we’z û xutbêt xwe bi ezmanê kurdî dixwandin û wî bê tirs Tewhîd û heqîqetêt dînê Îslamê digotin û bistehî ditavête taxut û zordara û ew bi dijwarî li ser kirna bîd’a û bid’etkera nexasima li ser quborîya, şêx û mezhebperêsa radiwesta heta sera wê hindê gelek cara rexnêt giran û şikayet li wî yêt dihatıne kirin heta jiber hindê çend cara hîngê çavdêra ew yê kêşaye pisyarpêkirnê û heta gelek cara ew ji layê rêveberêt hingê ve yê hatiye girtin û mehkemekirin jî). Li sala 2000 ê li gundê Sultanköyê ewê ku ser bi parêzgeha Mêrdînê ve û paşê li sala 2003 ê jî li gundê îsalî yê ewê dikevîte navçeya qeza Ceyhana Edana îmametiya va gundêt navbirî ya kirî û 2009 ê û hirve li gundê Kaymakam Çeşmesi (Niyar) li rex bajêrê Şernexê û ewe ji sala 2015ê hirve jî li qeza Silopiya ewa ku ser bi Parêzgeh û wilayeta Şernexê ve li mizgefta Mekke camisî erk û wezîfe xwe yê kirî anku îmametî û pêşnivêjiya resmî û li sala 2019 li wêrê yê teqaid bî. Mela Muhemmedê Hekari babê heşt (8) ‘eyala ye çar kur û çar kiça.

Ev hersê berhemêt wî yêt hatîne çapkirin[biguherîne]

  • 1- Ronahiya Qur’ana Pîroz li sala 2007-ê li heyva îlonê li Stenbolê li çapxana Nûbiharê (Ekram Matbaası) ya hatiye çapkirin. Çapa duwê jî ya Meala (Ronahiya Qur’ana Pîroz) li sala 2011ê herdîsa li Stenbolê li çapxana (Ravza yayincılık ve Matbaacılık) ya hatiye çapkirin.
  • 2- Kitêba Kelha- Busulmanî (المسلم حصن). Ji ezmanê Erebî ya wergêraye ser ezmanê Kurdî.
  • 3- Li ser Mela Hisênê Bateyî di nav rûpelêt kovara Nûbiharê da çend nivîsînêt wî yêt belavbîn û hatîne weşandin.
  • 4- Faîz û Rîba duhî û evroke (Faizin Dünü ve Bugünü) pirtûkeka biçûke bi ezmanê tirkî ye ya hatiye çapkirin.

Berhemêt wî yêt hazir bo çapê jî ev e ne:

  • 1- ‘‘Dînê Îslamê dînekî bê bîd’e ye:(الإسلام دين بلا بدع) ev pirtûka wî bi ezmanê ‘erebiye hêj çap nebiye.
  • 2- Kitêba (PİRS Û BERSİV) Ji ezmanê Tirkî ya wergêraye ser ezmanê Kurdî.

"3- Hukmê qezakirna nivêjê: (Namaz Kazasının Hükmü) ev e pirtûkeka biçûke bi ezmanê tirkî ye hêj nehatiye çapkirin.

  • 4- Tarîxa gundê Pîrosa ( گوندێ پیرۆسا), bi Kurdî ye.
  • 5-Hevpeyvîn ( Röportajek) di derbarî Ronahiya Qur’ana Piroz da,bi Tirkî ye.

.[1]


Çavkanî[biguherîne]

  1. Mela Muhemmed Hekarî, Ronahiya Qurana Pîroz