Metroya Parîsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Trênek MF 01 li Stalingradê
Nexşeya rêya hesinî û rawestgehên Metroya Bajarê Parîsê
Trênekî MF 67 li stasyona Gambetta (xeta 3 bis), (2010)

Metroya Parîsê yan jî Metroya bajarê Parîsê, (bi fransî: Métro de Paris) yek ji kevintirîn û mezintirîn metroyên cîhanê ye ku li Parîsê, paytexta Fransa yê ye. Xeta yekem a metroyê di sala 1900î de hatiye çêkirin. Îro 16 xetên metroyê hene û dirêjiya xetan bi giştî 214 kîlomêtre ye. Forma mîmarî ya metroya Parîsê ku wekî sembola bajarê Parîsê tê nîşandan, di bin bandora mîmariya hûnerî ya Art nouveau de maye. Xeta metroyê ya yekem ji bo çalakiya Exposition universelleê di sala 1900î de hatiye çêkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Metroya bajarê Parîsê, di sala 1845an de, Parîs û pargîdaniyên trênê jixwe li ser pergalek trênê ya bajarî difikirîn ku veguhastina navçeyên hundurê bajêr bi hevre girê bidin. Pargîdaniyên rêhesin û hukûmeta Frensî dixwestin ku rêyên hesinî yên sereke di nav torek nû ya jêrzemînê de dirêj bikin, lê Parîsiyan alîgirê toreyek nû û serbixwe bûn.[1] Parîsiyan ditirsiyan ku kesên pergalê didin avakirin kontrola pergala serbixwe bûna neteweyî, bi dest dixin. Nakokî ji sala 1856an heta sala 1890an dewam kir. Di vê navberê de, nifûsa bajarê û qerebalixa trafîkê pir her ku diçe zêdetir bû. Berî sala 1845an, tora veguhastina bajarî di serî de ji hejmareke mezin ji xetên omnibus pêk dihat.[2] Xetên mînîbusan ji alîyê rêveberiya Frensî ve di nav pergalek birêkûpêk de bi rê û rêgezên sabît û bênakok dihate xebitandin.[3] Pêşniyara yekem a konkret ji bo pergala rêhesinê ya bajarî li Parîsê ji hêla endezyarê şaristaniyê Florence de Kérizouet ve hate pêşkêş kirin.[3] Di sala 1855an de, endezyarên sivîl Edouard Brame û Eugène Flachat ji ber rêjeya bilind a qezayên li ser xetên trênê, rêhesinek bajarî ya barkêşiya binê erdê pêşniyar kirin. Di 19 Mijdar 1871 de Encumena Giştî ya Seine tîmek ji 40 endezyaran peywirdar kir ku torgilokek rêwîtiyê ya bajarî plansaz bikin.[3] Vê tîmê torgilokek bi şêwazek rêçikan "dişibe xaçeyek ku di nav çemberê de girtî ye" bi rêyên eksîkî yên li dû bulvarên mezin pêşniyar kir. Di 11 Gulan 1872an de Encûmenê ev plan pejirand, lê hukûmeta fransî vî planê paşve vegerand. Piştî vê xalê, nîqaşek rastî li ser wê yekê derket ku pergala nû ji xetên bilind an bi piranî ji xetên jêrzemînê pêk tê.[4] Ev niqaş gelek partiyên siyasiyên Fransayê beşdar bûn, di nav de Victor Hugo, Guy de Maupassant, û Civata Eiffel ya Gustave Eiffel hebûn û nîqaş heta sal 1892an berdewam kir. Di dawiyê de ji ber lêçûna zêde ya kirîna erd ji bo mafên rê li navenda Parîsê ku ji bo xetên bilindkirî hewce dike vebijarka jêrzemînê wekî çareseriya bijartî derket holê.[5]

Binavkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Métro, navê kurtkirî yê pargîdaniya (Compagnie du chemin de fer métropolitain de Paris S.A.) Pargîdaniya Rêhesinê ya Metropolitan Parîs Ltd ye ku di destpêkê de piraniya torê xebitî ye. Nav bi kurtî bû metro ku bû peyvek hevpar ên hemî pergalên veguhestina bilez li Fransayê û li gelek bajarên din destnîşana pergalê dike. Piştre nav bû mînakek nîşana pergalên veguhastina gelemperia binerd.

Metro, ji aliyê Régie autonome des transports parisiens (RATP) ve tê xebitandin ku desthilatdariyek veguhestina gelemperî ye û di heman demê de beşek ji tora RERê ye ku xetên trêna sivik û gelek beşên weguhastina navbajarî dixebitîne. Tê texmînkirine ku "Compagnie du chemin de fer métropolitain" ji navê pargîdaniya pêşeng a rêhesinê ya binerd a Londonê hatibe wergirtin. Rêhesiniya Metropolitan Londonê, berî vekirina xeta yekem a Parîsê bi qasî 40 salan zêdetir di karsaziyê de ye.[6]

Xetên metroyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xetên metroya Parîsê
Navê xetê Dîroka despêkirinê Dîroka nûjenkirinê Hêjmara rawestgehên xetê Dirêjahiya xetê Dirêjahiya navbera rawestgehên xetan Salane hêjmara rêwiyan Rawestgehên dawiyê
Xet 1 1900 1992 25 16.6 km 692m 165,921,408 La DéfenseChâteau de Vincennes
Xet 2 1900 1903 25 12.3 km 513m 95,945,503 Porte DauphineNation
Xet 3 1904 1971 25 11.7 km 488m 91,655,659 Pont de LevalloisGallieni
Xet 3bis 1971 1971 4 1.3 km 433m Porte des LilasGambetta
Xet 4 1908 2013 26 10.6 km 424m 155,348,608 Porte de ClignancourtMairie de Montrouge
Xet 5 1906 1985 22 14.6 km 695m 92,778,870 BobignyPlace d'Italie
Xet 6 1909 1942 28 13.6 km 504m 104,102,370 Charles de Gaulle - ÉtoileNation
Xet 7 1910 1987 38 22.4 km 605m 121,341,833 La CourneuveVillejuif / Mairie d'Ivry
Xet 7bis 1967 1967 8 3.1 km 443m Louis BlancPré Saint-Gervais
Xet 8 1913 1974 37 22.1 km 614m 92,041,135 BalardCréteil
Xet 9 1922 1937 37 19.6 km 544m 119,885,878 Pont de SèvresMairie de Montreuil
Xet 10 1923 1981 23 11.7 km 532m 40,411,341 BoulogneGare d'Austerlitz
Xet 11 1935 1937 13 6.3 km 525m 46,854,797 ChâteletMairie des Lilas
Xet 12 1910 1934 28 13.9 km 515m 81,409,421 Porte de la ChapelleMairie d'Issy
Zet 13 1911 2008 32 24.3 km 776m 114,821,166 Châtillon - MontrougeSaint-Denis / Les Courtilles
Xet 14 1998 2007 9 9 km 1,129m 62,469,502 Saint-LazareOlympiades

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Vigrass, J. William; Bobrick, Benson (1983). "Labyrinths of Iron: A History of the World's Subways". Technology and Culture. 24 (2): 288. doi:10.2307/3104060. ISSN 0040-165X.
  2. ^ Vigrass, J. William; Bobrick, Benson (1983). "Labyrinths of Iron: A History of the World's Subways". Technology and Culture. 24 (2): 288. doi:10.2307/3104060. ISSN 0040-165X.
  3. ^ a b c Vigrass, J. William; Bobrick, Benson (1983). "Labyrinths of Iron: A History of the World's Subways". Technology and Culture. 24 (2): 288. doi:10.2307/3104060. ISSN 0040-165X.
  4. ^ Vigrass, J. William; Bobrick, Benson (1983). "Labyrinths of Iron: A History of the World's Subways". Technology and Culture. 24 (2): 288. doi:10.2307/3104060. ISSN 0040-165X.
  5. ^ Vigrass, J. William; Bobrick, Benson (1983). "Labyrinths of Iron: A History of the World's Subways". Technology and Culture. 24 (2): 288. doi:10.2307/3104060. ISSN 0040-165X.
  6. ^ Connor, Liz (1 tîrmeh 2016). "10 incredible facts you may not know about the Metropolitan line". www.standard.co.uk (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2022.