Metroya Tehranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji rawestgeha Şehîd Ghoddousi ya Metroya Tehranê.
Nexşeya xet û rawestgehên Metroya Tehranê.

Metroya Tehranê (bi farisî: مترو تهران), yek ji torên veguhastina hesinî ye ku li paytexta Îranê, li Tehranê xizmeta veguhastina bajarî dike. Metroya Tehranê ji aliyê dirêjî û hejmara rawestgehan ve tora metroyê ya herî mezinê li Rojhilata Navîn e.[1][2] Di heman demê de metro yek ji torên metroyê yên herî qelebalixê li Rojhilata Navîn e. Sîstem 274,1 kîlomêtre dirêj e û xwedî pênc xet û 155 rawestgehan e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşveçûna xetên Metroya Tehranê 1998-2022.

Planên destpêkê ji bo pergala metroyê di dawiya salên 1960an de hatin destpêkirin lê ji ber pirsgirêkên civakî-siyasî yên wekî Şoreşa Îranê û şerê Îran û Iraqê heya sala 1982an nekarîn ku planê bînin cih. Di sala 1970an de Rêxistina Plan û Budçeyê û Şaredariya Tehranê ji bo avakirina metroyekê li Tehranê îhaleyek navneteweyî ragihandin. Şîrketa fransî SOFRETU ya girêdayî saziya veguhestinê ya Parîsê RATP ya dewletî îhaleyê bi dest xist û di heman salê de dest bi xebatên pêşîn ên li ser projeyê kiriye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rohde, Michael. "World Metro Database - metrobits.org". mic-ro.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ "Tehran Metro". Railway Technology (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.