Micahidên Gel ên Îranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Logoya Micahidên Gel ên Îranê

Micahidên Gel ên Îranê rêxistineke siyasî û leşkerî ye. Li sala 1965ê li Îranê hatiye damezrandin. Piştî şoreşa îslamî li Îranê gelek endamên wê hatin kuştin, zindanîkirin û sirgûnkirin. Li pêşiyê çûn Fransayê, paşî çûn Iraqê di dawiyê de jî çûn Albanyayê. Seroka rêxistinê Meryem Recevî ye

Avabûn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li sala 1965ê ji aliyê xwendevanên îranî ve û bi rêberiya Mesûd Recevî ve tê ava kirin. Li dijî kirinên şahê Îranê çalakiyan dike û di ketina şahê Îranê de roleke aktîf dileyize.

Li proseya hilbijatinên reşemeha sala 1980yan de nakokiyên di navbera Micahidên Gel û Xumênî de mezin dibin heta ku Xumênî nahêle, serokê Micahîdan beşdarî hibijarttinan bibe. Di encamê de gelek pêvçûn di navbera hêzên gerîlayî yên Micahîdan û hêzên Xumênî de qewimîn.

Sirgûn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Piştî şoreşa îslamî li Îranê çêdibe, di navbera lîv û tevgerên serkeftî de li Îranê hevrikiya siyasî çêdibe. Di encamê de alîgirên Xumênî bi ser dikevin û rêxistinên din ji aliyê Xumênî ve tên krîmînalîze kirin heta ku gelek ji wan ji welat derdikevin. Yek ji van jî rêxistina Micahîdên Gel e. Di navbera sal3en 1983 û 1986ê de kampên xwe veguhaztin Iraqê û li wir tevî artêşa Sedam li dijî Îranê şer kirin. Her wisa di qetlîamên li dijî şiî û kurdên Iraqê de jî gelek alikariya Sedam Huseyn kirin[1]

Piştî hilbijartinên reşemeha 1980yan de kaos li Îranê peyda dibe. Micahîdên Gel li dijî alîgirên Xumênî ser nakeve û ji welat derdikeve û berê xwe dide Fransayê. Li Fransayê li sala 1981ê de Konseya Berxwedana Neteweyî ava dike. PDKÎ jî di nav de, gelek rêxistin û partî beşdarî vê konseyê dibin. Lê piştî Şerê Îran û Iraqê gelek ji van tevgeran ji konseyê derdikevin ji ber helwestên Micahîdên Gel. Di vî şerî de aligîriya Iraqê dikir.

Li sala 1986ê têkiliyên Îran û Fransayê pêşve diçûn û di encama van têkiliyan de Micahîdên Gel li sala 1986ê ji Fransayê hate derxistin. Serkirde û endamên pîlebilind yên rêxistinê berê xwe dan Iraqê.

Rêxistina Micahîdên Gel li Iraqê bi navên; Kampa Eşref, Kampa Enzalî, Kampa Fazeh, Kampa Hebîb û Kampa Humayun pênc kamp baregeh ava kirin [2]

Piştî Şerê Iraqê DYAyê gelek operasyonên leşkerî li dijî vê rêxistinê pêkanîn li Iraqê û di encamê de vê rêxistinê çek berdan. Li 2016ê jî hemû baregehên vê rêxistinê ji ber givaşên hikûmetên Iraqê û ya Îranê hatin vala kirin.

Li sala 2016ê vê rêxistinê xebatên xwe li Albanyayê berdewam dike

Statûya rêxistinê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ev rêxstin li sala 1997ê ji aliyê DYAyê wek rêxistineke terorî hate pênase kirin. Piştî vê pêngavê İngilîstan û Yekitiya Ewropa jî ev biryar wergirt[3].

Li sala 2012ê Hillary Clinton li ser navê DYAyê daxuyand ku ev rêxistin ji lîsteya rêxistinên terorî hate derxistin.

Fikr û raman[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ev rêxistin fikrên Marksîzma îslamî dipejirîne. Fikrên îslamî û marksîzmî sîntez dike. Li ser van ramanan, ramanên Elî Şerîetî gelek tesîrbar bûye [4]

Xebatên Micahîdên Gel[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Têkiliyên vê rêxistinê li gel kurdan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hêjayî gotinê ye ku di serhildana Başûrê Kurdistanê ya li sala 1991ê de vê rêxistinê alîkariya Sedam Huseyn kir û gelek zerar gehande kurdan[5].

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. İran:Ketlenmiş Halk, Hamid Dabashi, Metis Yyaınları, r:186
  2. https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1173291
  3. https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1173291
  4. https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1173291
  5. Irak'ın Sonu,Ulus Devletlerin Çöküşü mü, Peter Galbraith,r:228