Mijabad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mijabad romana Jan Dost a yekem e, sala 2004 an li Amedê ji weşanxaneya Belkî yê hate weşandin.

Ew ji çar beşan pêk tê, li gorî nivîskar Jan Dost, ew li ber roniya çar çirayan tê xwendin. Roman bi zimanekî lîrîk û pir nazik hatiye hûnandin û behsa dîroka Kurdan ya heta serdema komara Kurdistan ya li Mehabadê ye. Romana Mijabad cihekî xwe yê hêja di edebiyata kurdî de dît û cihê pêşwaziyeke mezin bû ji hêla xwendevanan. Ew bi zimanê tirkî jî hatiye wergerandin. Sala 2005 an, weşanxaneya Beybûn li Enqerê ew bi tirkî derxist. Wergera bi tirkî ji hêla Kawa Nemir ve pêk hat.

Wek Romaneke Trajîk: Mijabad[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijabad 2004’an de li Amedê ji aliyê weşanxana “Belkî” yê ve hatiye weşandin. Mirov dikare bibêje ku Mijabad harmoniya trajediyê ye. Di romanê de trajediya şexsî, neteweyî û trajediya mirovahiyê bi hostatî li hev hatiye hûnandin. Her çiqas mijar li ser bûyereke neteweyî be jî romannûs lehengên romanê nekiriye qurbana mijarê, yanê êşa evînê nekiriye qurbana hestên neteweyî ev jî ji bo romanê xaleke erênî ye.

Di Mijabadê de Trajediya Evînî û Şexsî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Badînê Amêdî: Yekemîn lehengê romanê ye û roman ji bîranînên wî pêk hatiye. Badîn hem mexdûrê evîneke dijwar û bêhavil e hem jî sêwiyê trajediya netewî ya kurd e. Kalikê wî Mela Qadir ji ber doza neteweyî ji aliyê Osmaniyan ve tê darde kirin. Bavê Badîn Unisê Amêdî jî beşdarî Şoreşa Şêx Mehmud Berzencî dibe û şehîd dikeve. Badîn bavê xwe nediye her weha ji ber ku di katê zayînê de Hamêsta diya wî diçe ser dilovaniya xwe wê jî nabîne, li Amêdiyê li ber destê dapîra xwe mezin dibe. Wexta bi xortaniya xwe dihese dil berdide keça meta xwe, lê ji ber ku her du xuşk û birayên şîr in zewaca wan qedexe ye. Ev bandoreke pir mezin li ser herdu xortan dike. Keçik heşê xwe wunda dike, Badîn jî ji kerban terkeser dibe. Badîn li Silêmaniyê dest bi jiyanake nû dike lê li vir dikeve kemîna evîneke gelek xedar. Navê wê Jale ye. Badîn bi şêweyeke bêsalix bi hemû hebûna xwe ve bi Jaleyê ve tê girêdan. Vê evîna dilhej wî sews û gêj dike lê dawiya vê çîrokê riswatiye ku Badîn dibêje: “Riswayê işqê tenha ne ez bûm/ Kes dî zemanan hub bê melamet” Belê ev malik encama trajediya evînê ye bi şêweyeke giştî. Jale keçek e ku bi rindiya xwe navûdeng daye, heta tê gotin şaîrê meşhur Goran wan helbestên xwe yên xweşik û lîrîk ji ber evîna Jaleyê nivîsandiye. Jale keçeke gelek çalak û serbest e. Badîn û Jale du-sê sal li Silêmaniyê bi hev re dijîn; lê Jale xezaleke kovî ye bi ciyekî ve nayê girêdan, pêşî diçe Bexdayê beşa zimanê inglîzî dixwîne paşê jî, ji binî ve terka Badîn dike. Badîn bi wundakirina yara xwe adeta serxweş dibe dilê xwe yê wêranbûyî û seqamgirtî dide ber agirê şoreşa kurdî û beşdarî refê pêşmergeyên Barzanî dibe. Şer dike tê zîndankirin dawiyê de ligel pêşmergeyan bi serperiştiya Barzanî derbasî Mehabadê dibin. Badîn şaîreke kurmancînus e, hevalên wî li Mehabadê şaîrên meşhur Hejar û Hêmin in. Di dibistanekê de dest bi mamostetiyê dike li vir Mujdeyê nas dike Mujde jî mamosteye. Badîn hêdî hêdî bi Mujdeyê ve tê girêdan ew û Mujde ji hev hez dikin êdî behsa wextê nîşaniyê dikin. Lê hevalê Badîn Kerîmê Şikakî ku Mujdeyê re bavîtî kiriye wê mezin kiriye bê dil e. Kerîm tevlî malbata xwe her weha tevlî Mujdeyê diçin Şinoyê cîwar dibin. Badîn ji yara xwe tu xeberekê nagire. Dawiyê de Mujde bi Kerîmê Şikakî re dizewice. Piştî vê bûyerê Badîn ji dunyayê bi temamî sar dibe weke miriyekî li ser piya digere. Ji bo halê Badîn wisa tê gotin: “Yek caran herifîna evînekê ji sed mirinî xedartir û dijwartir e.” Tevî jana têkçûna evînê rewşa berew têkçûna komarê jî bandoreke gelek xedar li Badîn dike. Badîn ji binî de bê hêvî dibe xwe dihavêje mala xwe û xwe dispêre mirinê. Jaleya Hewramî: Lehenga duyemîn e di romanê de her çend Badîn ji bilî Jaleyê ji keça meta xwe û Mujdeyê hez kiribe jî evîna wî ya sereke Jale ye. Di romanê de di nav Jaleyê û diya wê de pevgirêdanek tê çêkirin. Diya Jaleyê Hadile di Silêmaniyê de bi rindiya xwe nav û deng daye. Wusa ye ku ji rindiya wê kes newêre pê re bizewice. Dawiyê de Hemzeyê Paştmaliyê Caf pê re dizewice. Gorî ku tê gotinê Hemzê çil roj ji hundir dernakeve. 1914an de Hemze dibin eniya şer. Piştî mawayekê Hadile bi wê rindiya xweya bi navûdeng hew dikare raweste û dibe jineke ketî. Dostikê wê efserên Osmanî û bi taybetî efserên خngilîz in ji tirsa efseran kes nikare destê xwe bide Hadileyê. Wexta ku Şêx Mehmud dibe Melîk, Hemze ji eniya şer vedigere. Hemze jina xwe ya ketî dikuje û ji kerba, xwe jî dihavêje اemê Sîrwanê. Şêx Mehmud bûyerê dibihîze û Jaleya berşîr teslîmê maleke Hewramî dike. اîroka Jaleyê jî nêzî serpêhatiyên diya wê ne. Jale jî bi rindiya xwe deng daye, xwazgînên Jaleyê jî mîna diya wê gelek in. Jale têra xwe bi Badîn nayîne wek xûyeke îrsî têkiliya wê jî bi خngilîzan re çêdibe hin kes dibêjin Jale li ser hesabê ingilîzan sîxurî dike. Balkêş e ingilîz di wê serdemê de hem welatê Badîn wêran dikin hem jî evîna wî wêran dikin. Dawiya romanê de Badîn Jaleyê li Mehabadê li mala Sultana cihu ya ku jinan dide xebitandinê dibîne, Badîn bi çavê serê xwe bawer nake lê a ku dîtiye Jale bi xwe ye. Di vî alî de jî aqibeta wê mîna ya diya wê ye. Di romanê de Jale evîn e, têkçûn e, mirin e, dijmin e, خngilîz e, axir qiyameta Badîn e. Keça Stranbêj: Di şexsê vê keçikê de çîrokek trajîk û evînî tê qalkirin. Ev keç cîranê Badîn e li Mehabadê. Badîn tenê dengê strana wê dibihîse ku her gav heman strana ku gotinên wê ji xezelek Hafizê Şîrazî ye dinehwirîne. Di romanê de ji stranê vê malika Farisî (cendan kî guftem xem ba tebîban/ Derman nekerdend miskîn xerîban) sê car wek leîtmotîfek tê dubarekirin. Ev keçika dilşewitî bi vê strana xwe şîna evîneke mêrkuj digire ku kuştiyê vê evînê birayê wê Heme Resul e. cîroka Heme Resul hemû Mehabadî dizanin û kinukurtiya vê çîroka kambax Hejar ji Badîn re dibêje. Heme Resul evîndarê keça xiristiyana bi navê Wêlmayê dibe ku bavê wê nujdar e li Mehabadê. Wêlma bi cil û bergên tengên frengî û bi bedewiyek bê salix dilê hemû xortê Mehabadî direvîne. Lê Heme Resul bi şêweyek nexweşiyê bi Wêlmayê ve tê girêdan. Nexweş dikeve wî dibin nexweşxaneyên Tewrêz û Tehranê lêbelê rizgariya wî ji destê vê evînê tuneye. Rojekê ew ji bo dermanekî li Mehabadê diçe dermanxaneyek li wê, ji nîşgav de di ber de Wêlma derbas dibe û di wê kêliyê de Heme Resul ji piyan dikeve û dimire. Belê Mehabad wisa bajare ku çîrokên bi vî rengî tê de diqewimin; ev çîrok di romanê de asta trajediya evînî û kurahiya Mehabadê zêdetir kiriye di baweriya min de.

Di Mijabadê de Trajediya Neteweyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek lehengê romanê jî Mehabad e. Mehabad kurd e, Mijabad e, xewna têkçûyiya gelekî ye. Nivîskar wisa dibêje: “Mehabad şarê mijê ye, MIJABAD e, ne tenê mija xwezayê lê komara ku saz bûye bi xwe di nava mijeke sor de digevize.” Mehabadî di nav şahî û şayişê de diçin û tên. Di xewnên xwe de dîkên serjêkirî dibînin, li Meydana اarçirayê nîvê şevê dîk bang didin, qîre qîre dikin, Mehabadî di xewnên xwe de barîna qetê werîsan dibînin û qirika hemû Mehabadiyan de şopên werîsan heye. Ev dîmen rûyê şayiş û tirsê ye li Mehabadê. Li aliyekî din li çayxaneyên Mehabadê ji gramafonan dengê strana “Heta mirdin weku bende li hizmet şahî Kurdistan/ Heyatî xoy fida ka bo hemû emrêk û fermanî” bilind dibe. Hemû Mehabadî bi hestên neteweyî ji xwe çune adeta, berberekî Mehabadî ji Badîn re dibêje: “Min sond xwariye ji pêşmergan û mamostan heqdestê xwe nagirim.” Di kolanên Mehabadê de Emîral Axa(ev nav ne tesadufiye) di destê wî de satil, avê pars dike, di çayxaneyan de mase bi mase digere avê dixwaze û paşê avê dibe dirijîne اemê Sablaxê. Di wê baweriyê de ye ku bi zêdebûna avê Sablax dê bibe derya. Emîral Axa ji mirovên çayxaneyê re wisa dibêje: “Derya, ne derya be komar hîç e.” “اemê Sablaxê têra keştiyên mezin nake, ji Pêşewê re bibêjin: Bê derya nabe.” Kesên ku ava wan tunebe Emîral Axa di şuna avê de tiştekî din dixwaze “Hêsiran, birijîne hêsiran, bû dereng, divê berî zivistanê em xuşîna pêlên deryayê bibihîsin, kilîtên demê di destê yekî xwedê nenas de ne.” Ez dikarim bibêjim Emîral Axa di Mijabadê de sembola herî resen û trajîk e. Nivîskar êşa dewletnebûn û biserneketina Kurdan di şexsê Emîral Axa de weku dûrbûna cografyaya kurdistanê ji deryayê daye nîşandan. Lêbelê nivîskar weku me nimûneyên wî li jor diyar kir bi awayekî humermendane û bi hestekî dilşewatane vê êşê bi sembola Emîral Axa derdibirîne. اendîn Emîral Axa mîna dînekî xuya bike jî di rastiyê de fîlozofê êşa neteweyî ye. “Her kurdek tê kuştin gotina wî ya dawî “xwezî” ye lê ez nahêlim Pêşewa bibêje xwezî eger rê gelekî li komarê teng bû wê Pêşewa li gemiyekê siwar bibe û xwe bigihîne peravine dûr.” Lê Emîral Axa têk diçe dilê xwe ranagire, diçe kenarê Sablaxê û gotinên xwe yên dawî dibêje: “Ji nişkê ve satila xwe avête çêm û berê xwe da me û qêriya: “Bê derya nabe, ev neh meh in ku ez dibêjim, lê we guhên xwe sewax kirine.” û xwe avête nava avê. Berî xwe biavêje nava avê, min bi çavê serê xwe dît ku ew bi xwe bû av…” Sembola diduyan a Mehabadê Kalê Werîsfiroş e. Badîn wexta werîsfiroş dibîne sar dibe, heşê wî tevlîhev dibe. Kalê Werîsfiroş jî wek rastiyek tazî gava çavê wî li Badîn dikeve behsa werîs, mirin û têkçûnê dike. “Ev werîs, ev werîs wê kenê Mehabadiyan rawestîne.” Efserek خranî beriya ruxandina Mehabadê tê dikanê werîsfiroş û sê werîsan jê dikire û vê tembîhê lê dike: “Her siyan têxe nava zeytê û bila emanet bin li ba te, heta ez careke dî têm.” Lê Kalê Werîsfiroş dawiya romanê de, di dest de werîsên zeytkirî, xwe di nava deriyê dikana xwe de xwe darda dike. Werîsfiroş di romanê de sembola aqibeta komara Mehabadê ye li tenişta hêvî û xweziya Emîral Axa rastiya reş û tahla Mehabadiyan e. Her çisqas di navenda bûyera romanê de Komara Mehabadê hebe jî bi wasita lehengên romanê Serhildana Dêrsimê û Agiriyê her weha Serhildana Simko, Şoreşa Şêx Mehmud û Şoreşa Barzanî jî tê bahskirin. Ji van lehengan her lehengek nîşana birîneke neteweyî ye û di romanê de çîrokeke trajîk e. Bêguman behskirina van bûyerên dîrokî di çarçova berhemeke edebî de romanê dewlemendtir kiriye, her weha wêneyeke rasteqîn e ji trajediya mileta Kurd. Serhildana Dêrsimê: Di romanê de trajediya Dêrsimê bi heneyê hatiye sembolîzekirin. Şahid û lehengê serhildanê Heme Reşîd e. Heme Reşîd ku navê wî yê rastî Hisênê Kanzade ye di Silêmaniyê de Badîn nas dike û dibin dost. Heme Reşîd li Dêrsimê şahidê pir tiştan bûye. Gava efserek û du serbazên Tirk dest dihavêjin xuşka wî, xwe wunda dike û wan dikuje, xuşka wî jî li wê dimire. Piştî vê bûyerê direve tê Silêmaniyê. Dibêje: “Tirk li min digerin segên xwe berdane welatê xwedê, şopa bêhna heneyê diajon.” Hene bêhna Serhildanê ye, bêhna serhildêran e. Gava Seyid Riza tê dardakirin bûk û keçên Dêrsimê porê xwe hene dikin û dibêjin: “Em serên xwe naşon heta Seyîd Riza desturê nede.” Eskerên Tirkan van keç û bûkan yek bi yek dihavêjin çemê Munzurê heta mehekê jî heneya bişaftî çem reş dike. Heme Reşîd misêwa dikesire û digirî, rojekê ji Silêmaniyê jî serê xwe hildide û diçe. Serhildana Agiriyê: Di romanê de trajediya Agiriyê Mujde temsîl dike. Gava serhildana Agiriyê derdikeve bavê Mujdeyê Zilfoyê Celalî keça xwe ya biçûk û jina xwe radestê dostê xwe Kerîmê Şikakî dike û beşdarê serhildanê dibe û êdî hew vedigere. Mujdeya çar salî gava pirsa bavê xwe dike dêya wê: “Bavê min li kû ye? –Keça min tu wî çiyayê porsipî dibînî? Bavê te li wir e. اi dike? –Berfê dihelîne. اima? –Ji bo em ji sermê nemirin.” Ev diyalog nimûneyeke baş e ji bo çawaniya behskirina trajediya di romanê de. Serhildana Şêx Mehmud: Silêmanî bi xwe şahidiya Serhildanê dike. Hej bîranînên Serhildanê di nav xelkê Silêmaniyê de teze ne; heta dizanin Şêx li ku birîndar bûye û xwe sipartiye kîjan kevirî jî. Gotinên Şêx di devê xelkê de digerin. Şêx gava serhildanê daye destpêkirin gotiye: “Lem niştimane da yan min yan îngilîz”(15) Di aliyê dinê de bavê Badîn Unisê Amêdî beşdarê serhildanê bûye û bi qehremanî şehîd ketiye. Serhildana Simko: Ev serhildan bi wasita Kerîmê Şikakî tê qalkirin. Kerîm kurê Simko ye. Ji ber hindê serhildan ji bo Kerîm birînek du alî ye. Kerîm kuştina Simko Axa bi vî awayî vedibêje: “Dema Simko Axa kuştin, nalîneke weke barebara karikên şîr ji darên Şinoyê, Urmiyê, Salmasê û Xoyê hat, herkesî giriyê spîndaran bihîst, hinar û sêvên wê salê ber negirtin, beru di darên xwe de teqiyan.” “Dema Simko kuştin çiya bêdeng man, tenê li hev dinihêrîn û digiriyan, tenêtiya xwe jibîr kiribûn, wê salê ba rawestiya bû.” Piştî kuştina Simko: “Keç û bûkên Şikakî li ser gora Simko civiyan û bi keziyên xwe kêla serê wî veşartin, heta niha keçikên Şikakî kezîkur in.” Serhildana Barzanî: Barzanî li dijî hêzên Iraqê serhildanê li dar dixe. Di demekî kurt de serhildan fireh dibe û di nav Kurdan de deng vedide. Badîn jî wek pirî endamê Hîwayê beşdarê serhildanê dibe. Di vê navê de îngilîz jî piştgiriya îraqê dikin, Kurd li dijî brîtanî jî şer dikin. Lê di dawiyê de ji ber îxaneta cehşan û bêpiştbûna Kurdan Barzanî naçar tevlî pêşmergeyên xwe û malbatên wan derbasî Kurdistana فranê dibin. Ji vir pê de dibin pêşmergeyên Komara Mehabadê. Di romanê de Barzanî bi pesn û sîtayiş tê salixdan. “Ji nişkê ve, weke xewnekê, weke taveke biharê û şêrekî newalê Berzanî xuya bû.” Dîsa wexta li Mehabadê di nav Kurdan û îranê de şer dest pê dike pêşmergeyekî mezin bi navê Xelîl Xoşevî birîndar dibe, wî dibin nexweşxana Tewrêzê û Barzanî tê ziyaretiya wî: “Berzanî hate serdana wî û her deh birînên wî yên kûr ramûsan, ew dev li ken mir, wê rojê xelkê hemûyan giriyê Bêrzanî dît ‘Tenê mêr dizanin li ser lehengekî mîna Xelîlî bigirîn.” dibêje. Badîn bi xwe pêşmergeyekî Barzanî ye û di bîranînên xwe de cî dide hin bîranîn di derbarê malbata Barzanî jî. Di 16 Gelawêjê – 18 Remezanê roja înê li Mehabadê di bin alaya Kurdistanê de ji dayikbûna Mesud Barzanî tê salix dan. Ji ber ku bibe şervan û egîd navika wî bi xencerê tê birîn. “Ji adetaye ku zarokek nuh çê dibe yek di guhê wî de azan dide lê kêlîka ku Mesud welidî, ji camiyên Mehabadê hemûyan dengê azanê bilind bû.” Ev serhildanên ku hatin behskirin di romanê de piranî bi aliyên xwe yên trajîk cî girtine her weha bi peyamên manîdar hatine nîşandan. Lê nivîskar analîza wan a dîrokî jî dike. Wek nimûne ji devê Heme Reşîd bo serhildanên Kurdan: “Ax bira ax serhildanên me weke darên bin xwe tenê sî bikin govendên koran in ew serhildan xwedê jî nizane kê fêrî dîlana tewş kirine!”

Trajediya Mirovahiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi taybetî kalikê Badîn Entranîkê Ermenî bi navê xwe yê din Nubar Nalbendiyan û hevalê wî Agopê Meyfiroş çîroka trajediya mirovahiyê dinimînin di romanê de. Entranîk kalikê Badîn e, li Mehabadê wênekêş e; ewqas êş û azar dîtiye ku baweriya wî êdî li dinê bi tu tiştekî nemaye. Ligel bavê Badîn Unisê Amêdî bûye şahid û lehengê trajediya Sarîqamîşê ji wê filitiye beşdarê refê serhildêrên Ermenî bûye. Hemû neferên malbata xwe wunda kiriye. Şahidê qirkirina Ermeniyan bûye, dûrûtiya Rusan û Ewrûpiyan dîtiye. Piştî ewqas şer û qirkirin gihaye vê qeneetê ku bi vî awayî vedibêje: “…ez mirovekî ji zincîr û qeydên mirovan riha bûme, min xwe ji ol û ji neteweya xwe bi heft avan şuştiye, ez ne hemwelatiyê tu dewletê me, ez im wodka ye û stoduyoya min e. Amîn. Stodyoya min Ermenîsta min e, wodka jî hevalê min e, partiya min e, serokê min e, xwedayê min e.”(92) Entranîk gava hevalê wî Agop serxweş dibe jê re dibêje: “De hirçê min de… Ermenîstan bi qurbana gunê te be!”(87) Felsefa Entranîk felsefa devjêberdanê û bêbaweriyê ye. Nivîskar bi riya Entranîk xîtabê wijdana mirovahiyê dike, li ser qewimandinên hovane û wehşiyane dixwaze xwêner bide fikirandin. “Ez şahidê hovîtiya mirovan im, ez nizanim çima ewqasî xwîn erzan e! Misilman cihu, xirîstiyan, Kurd, Rus Ereb, Ecem, Azerî, Ermen, Tirk, gû, rêx…navên dirindeyan in, xwedê bi xwe jî nizane çima ev xelk ji siya hev tehemul nakin!”(88) Agopê Meyfiroş: Meyxana wî li Mehabadê ye, hevalê Entranîk e. اîroka wî jî gelek trajîk e. Beriya tehcîra Ermeniyan mala wan li Xarpûtê bûye. Qasê ku tê bîra wî serê bav, bira û diya wî weke kundiran li ser sekuya mala wan digindirînin. Deh kes li xuşka wî ya 13 salî dicivin cil lê diqetînin, lê wê çaxê nizane çima cilan lê diqetînin. Ew bi xwe ji mêraniyê ketiye. Wexta serxweş dibe bîranînên di heşê wî de zîl didin û dawiyê de wek gurekî dizure. اîroka Agopî weke histiriyek di dilê mirov de diçe. Agop bi jiyana xwe di romanê de temsîla hovîtiya şer û dirindetiya mirovên wehşî dike. Dawî Dawiya trajediyên ku di romanê de tê behskirin gelek dilsojin. Mexdûr û bindestên mafdar dimirin û yên din dimînin. Komara Mehabadê berew ruxandinê diçe. Zilma îranê bi piştgiriya Birîtanyayê û bi destura Rusyayê bêhn li Komara nuciwan diçikîne. Badîn bi her awayî têk diçe. Jana Jaleyê Mujde kurtir dike û rewşa Komarê mora mirinê li dil û mejiyê wî dixe. Badîn dikeve jura xwe û xwe dispêre mirinê. Tê hestkirin ku Badîn xwe dikuje. Li beramberî vê rewşê bikujên evîna Badîn Jale, Mujde û Kerîm dimînin. Kalikê Badîn Entranîk dimire hevalê Entranîkî Agop li ser gora wî dimire. Emîral Axa xwe dihavêje Sablaxê û xwe dikuje, Kalê Werîsfiroş xwe di nava dikanê xwe de darda dike. Belê xuya ye ku dawiya romanê jî li gorî taybetiyên berhemên trajîk e: MIRIN û KUŞTIN. Di encamê de wek romaneke trajîk Mijabad, ji bo çêbûn û gihandina hestên neteweyî û pêşderxistina wijdana mirovahiyê li beramber zilm û bê edaletiya carî ya cîhanê berhemeke serketî û hêjayê pesnê ye.

jêder[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kovara Nûbihar Eylûl- 2006. Zulkif xweshêvî