Kawa Nemir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kawa Nemir
Jidayikbûn29ê gulana 1974an (49 salî)
Îdir
Pîşe
  • Nivîskar
  • wergêr
  • edîtor
Zimanê nivîsinêKurdî
PerwedeZanîngeha Hacettepeyê
biguhêreBelge

Kawa Nemir (jdb. 29ê gulana 1974an li Îdirê)[1] helbestvan û wergêrekî kurd e.

Kawa Nemir di sala 1974an de, li Kurdistana Bakur, li bajarê Îdirê ji dayik bû. Helbestvan, wergêr û edîtor e. Di 2004an de, Weşanxaneya Bajar damezirand, piştî çapkirina çend pirtûkên werger û telîf, weşanxane feramoş kir. Nêzîkî heft salan edîtoriya kovarên mehane yên wêjeyî, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê kir.

Wî heya niha ji gelek helbestvan û çîroknivîsên îngilîz , îrlandî û amerîkî helbest û çîrok wergerandine kurmancî. Li gor daxwiyaniyên Kawa Nemir bi xwe, wî ji sê hezar û pêncsedî zêdetir helbest wergerandine bo kurdî. Kawa Nemir heya niha bi tenê ji îngilîzî 54 pirtûk wergerandine. Her wiha li gel van jî, wî şeş cild antolojiyên helbestan amade kiriye, ko her ji wergerên wî pêk tên. Antolojiya Helbesta Îrlandî, Antolojiya Helbesta Îngilîzî, Antolojiya Helbesta Amerîkan.

Niha hê jî, ligel weşangeriyê, karê wî yê esasî helbest û werger e. Kawa Nemir niha Weşanên Lîsê de editoriyê dike.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Jiyana Kawa Nemir". Bernamegeh. Roja gihiştinê 24 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)