AIDS

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji HIV hat beralîkirin)
Roja AIDSê ku.png

Nîşana Nemana Bergiriya Destketî (bi înglîzî: Acquired Immune Deficiency Syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna bi Vîrûsa Nemana Bergiriya Mirovan e (bi îngilîzî: Human Immunodeficiency Virus (HIV))[1]. Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.

Pêkhateya HIVê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiya AIDS (bixwîne: eyds) di navbera mirovan de cara pêşîn, li sala 1981ê hat dîtin[2]. Çavkaniya nexweşiyê rojhilatê Efrîqayê ye[1]. Mirovahî ji zû da ji hokara vê nexweşiyê hayadar bû, lê ev nexweşî hetanê salên 1980ê tûşî mirovan nedibû, tenê hin meymûn bi nexweşiya AIDSê diketin. Lê paşê, ji ber rûdana bazdanê (mutasyon), zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HIVê guherî û coreyekê nû yê vîrûsa HIVê peyda bû. Ev vîrûsa nû êdî dikarîbû tûşê xaneyên mirovan jî bibe. Vîrûsa HIVê, virûseka ARNyî[3], ango zanyariyên bomaweyî yên vîrûsê li ser zincîra asîda rîbonukleyî (ARN) ye. Asîda rîbonukleyî (bi îngilîzî: RNA (Ribonucleic acid) ji zincîreka nukleotîdan pêk tê, ev zincîra ARNyê bi hêsanî rastê bazdanê tê û diguhere, loma heta niha li dij virûsa HIVê kutan (vaksîn) an jî dermanek bi bandor bi dest neketiye. HIV hokara nexweşiyek bêderman e[4].

Rêbaza tûşbûnê bi xaneyên lîmfê ve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

HIV bi navbeynkariya wergiran, xwe li ser rûyê xaneyên lîmfê û hellûşenera gewre de girê dide.

Vîrûsa HIVê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIVê tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bê parastin dimînê[4]. Li ser rûyê parzûna xaneyên T alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi navê CD4 û CCR5 heye. Vîrûsa HIVê xwe bi van wergiran ve girê dide bi vî awayê tûşê xaneyên lîmfê dibe[1]. Xaneyên tûşê hokarên nexweşiyê bûne, wekî xaneyên mêvandar tê bi navkirin. Vîrûsa HIVê di nav xaneya mêvandar de ARNya xwe wekî bingeh(qalib) bi kar tîne û bi navbeynkariya xaneya mêvandar, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) dide berhmkirin[5]. ADNya vîrûsî ya nû çêbûyî zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HÎVê lixwe digire. Paşê ev ADN ya HIVê tevlê ADNya xaneya mêvandar dibe. Bi vê awayê xaneya mêvandar hemû derfetên xwe ji bo çêkirina vîrûsên nû bi kar tîne, hejmara vîrûsan di nav xaneyê de zêdetir dibe. Vîrûsên nû ji xaneya mêvandar derdikevin û tûşê hin xaneyên din dibin, bi vî awayê hokara nexweşiyê belavî hemû beşên laş dibe. 1-2 hefte piştê tûşbûna bi vîrûsa HIVê, hê jî di nav laşê mirov de nîşaneyên nexweşiya AIDSê peyda nabe. Lê mirov hin caran dibe ko ji ber hebûna HIVê, wekî bi nexweşiya arsimê ketiye hest bike[4].

Qonaxên nexweşiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştê tûşbûna bi HÎVê, di laşê mirov de sê qonaxên taybet rû dide, di qonaxa sêyem de nîşaneyên nexweşiya AIDSê xuya dibe. Dirêjiya Ev hersê qonax 10 heta 12 sal ê, ango mirov ji bo demek dirêj pê ji nexweşiyê nahese[6].

Qonaxa yekem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev qonax wekê qonaxa hilgirtinê bi nav dibe. Di vê qonaxê de hema tu nîşaneyî nexweşiyê peyda nabe. Lê hejmara vîrûsa HIVê di nav xaneyan de zêde dibe. Loma, koendama bergiriyê çalak dibe, xaneyên plazma dijeten berhem dike û der dide. Dijeten hêjmara vîrûsên nav xwîn û şileya laş de kêm dike. Mirovê tûşbûyî di qonaxa yekem de xwe ne wekî yekî nexweş, lê wekî kesek sax hest dike. Lê ji ber ko di laşê mirovê tûşbûyî de vîrûs heye, eger heye ko vîrûs ji wî tûşe hin kesên din jî bibe[7] . Qonaxa yekêm hin caran ji 10 salan zêdetir didome. Di qonaxa yekem de di nav xwîna mirovê tûşbûyî de li dij HIVê dijeten tê berhemkirin, bi taqîkirina xwînê, mirov ji van dijetenan hayadar dibe, zêdebûna dijeten nîşaneya hebûna HIV ye, loma evan kesan wekî kesên HIV+ (HIV pozîtîv) tê bi navkirin.

Her ko hejmara HIVê zêde dibe, di laşê mirov de hejmara xaneyên T alîkar kêm dibe.

Qonaxa duyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di qonaxa duyem de nîşaneyên nexweşiyê xuya dibin. Xaneyên B ji bo têkbirina vîrûsa HIVê hê pirtir dijeten berhem dike, lê ji ber çalakiya HÎVê, hê pirtir ji xaneyên B tûşî vîrûsê dibin. Ji ber zêdebûna HIVê hejmara lîmfexaneyan, bi taybetî hêjmara xaneyên T, kêm dibe, dawiya dawî koendama bergiriya mirov têk diçe. Loma di laşê mirov de lîmfegirê diwerimin[7], ta tê mirov, hêjarbûn (zeîfbûn) rû dide. Herwisa dibe ko zikçûn çê be û bo demek dirêj bidome. Hin caran hişê mirov jî ji ber nexweşiyê têk diçe.

Qonaxa sêyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkbirina xaneyên T alîkar ji aliyê HIVê ve didome, loma hejmara xaneyên T alîkar gellek kêm dibe, êdî xaneyên T alîkar nikare xaneyên B û xaneyên T jehravî han bike ji bo têkşikestina hokarên nexweşiyê. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dijetenan. Li dij hokarên nexweşiyê bergirya laş lawaz dibe. Di nav xwîna mirovê tendûrist de ji bo mîlîlîtreyek xwînê 600-700 heb xaneya T alîkar heye. Di qonaxa sêyem de di laşê mirovê tûşbûyî de ji bo mîlîlîtreyek xwînê, hêjmara xaneyên T alîkar ji 200î kêmtir dibe[7]. Di rewşek wisa da êdî ew kes wekî nexweşê AIDSê, ango nexweşê nîşana kêmasiya bergiriya destketî tê bi navkirin. Mirov raste rast ji ber AIDS namire, vîrûsa HIVê koendama bergiriya mirov lawaz dike û têk dişkîne. Gava bergiriya mirov lawaz be, îcar hokarên nexweşiyê bi hêsanî di laşê mirov de zêde dibin û mirov nexweş dikin. Wekî mînak ji ber kêmbûna bergiriya laş, dibe ko mirov ji ber şêrpenceyê an jî ji ber nexweşiya siyê (tuberkuloz) nexweş bikeve. Di laşê mirov de hin hokarên nexweşiyê hene bi navê hokarên helperest (oportunîst), di demên asayî de, ji ber hebûn û berevaniya koendama bergiriya mirov, hokarên helperest nikarin mirov nexweş bikin, lê gava bergiriya laş ji ber hebûna vîrûsa HIVê lawaz dibe, fersend dikeve destê wana ko di nav laş de zêde bibin û mirov bi nexweşiyê bixin[7].

Riyên veguhêztina HIVê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kesên bi nexweşiya AIDSê ketine, an jî tûşî vîrûsa HIVê bûne lê hê bi nexweşiya AIDSê neketine, dibin sedema belavbûna nexweşiya AIDSê. Di nav xwîn û şileya laşê van kesan de vîrûsa HIVê heye, heke xwîna van kesan an jî şileya laşê van kesan bi xwîna kesek sax ve têkil bibe, vîrûsa HIVê jî ji kesê nexweş diguhêze kesê sax. Plazmaya xwînê û şileya koendama zawzê ya mê û nêrên bi HIV+, gellek virûsên HIVê lixwe digire. Berevajiyê piraniya corên vîrûsan, HIV li derveyî laş an jî li derveyî şileya laş de lawaz e û zû hildiweşe. Heke vîrûsa HIVê bi qasî 20 xulek bi oksîjen û atmosferê ve rû bi rû bimîne, pêkhateya vîrûsê xira dibe û metirsiya tûşbûna laşê mirov bi HIVê kêmtir dibe[3]. Ango HIV tenê di nav şileya laş de tê guhêztin bo kesek din[3].

  • Bi kesên tûşbûyî ve peywendiya seksî (zayendî), riya herî bingehîn e ji bo veguhêztina vîrûsa HIVê[4].
  • Bi awayek hewbeş bikaranîna derziyek, ji bo derzîdana madeyên hişber an jî ji bo tiştek din jî rê li ber veguhêztina HIVê ve dike[5].
  • Heke dayik tûşî HIVê be, dema ducaniyê, bi riya xwînê, piştê zayînê bi riya şîrê dayikê vîrûsa HIVê ji dayik diguhêze derguşê[4].
  • HIV nayê veguhêztin bi riya destavê, pêvêdana mêşan, bi riya henasedanê an jî xwarin û vexwarinê. Herwisa maçkirina dest, rû û lêvê kesê bi nexweşiya AIDSê jî nabe sedema guhêztina nexweşiyê[7].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. a b c Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  3. a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. a b c d e Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  5. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  6. OpenStax Biology. 2013. [2]
  7. a b c d e Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.