Here naverokê

AIDS

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nîşana Nemana Bergiriya Destketî (bi înglîzî: Acquired Immune Deficiency Syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna bi Vîrusa Nemana Bergiriya Mirovan e (bi îngilîzî: Human Immunodeficiency Virus (HIV))[1]. Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye.

Pêkhateya HIV-ê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiya AIDS (bixwîne: eyds) di navbera mirovan de cara pêşîn, li sala 1981ê hat dîtin[2]. Çavkaniya nexweşiyê rojhilatê Efrîqayê ye[1]. Mirovahî ji zû da ji hokara vê nexweşiyê hayadar bû, lê ev nexweşî hetanê salên 1980ê tûşî mirovan nedibû, tenê hin meymûn bi nexweşiya AIDSê diketin. Lê paşê, ji ber rûdana bazdanê (mutasyon), zanyariyên bomaweyî yê vîrusa HIVê guherî û corek nû yê vîrusa HIVê peyda bû. Ev vîrusa nû êdî dikarîbû tûşê xaneyên mirovan jî bibe. Vîrusa HIV-ê, virûseka ARNyî[3], ango zanyariyên bomaweyî yên vîrusê li ser zincîra asîda rîbonukleyî (ARN) ye. Asîda rîbonukleyî (bi îngilîzî: RNA (Ribonucleic acid) ji zincîrek nukleotîdan pêk tê, ev zincîra ARN-yê bi hêsanî rastê bazdanê tê û diguhere, loma heta niha li dij virusa HIV-ê kutav (vaksîn) an jî dermanek bi bandor bi dest neketiye. HIV hokara nexweşiyek bêderman e[4].

Rêbaza tûşbûnê bi xaneyên lîmfê ve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
HIV bi navbeynkariya wergiran, xwe li ser rûyê xaneyên lîmfê û hellûşenera gewre de girê dide.

Vîrusa HIV-ê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIV-ê tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bê parastin dimînê[4]. Li ser rûyê parzûna xaneyên T alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi navê CD4 û CCR5 heye. Vîrusa HIV-ê xwe bi van wergiran ve girê dide bi vî awayî tûşê xaneyên lîmfê dibe[1]. Xaneyên tûşê hokarên nexweşiyê bûne, wekî xaneyên mêvandar tê navkirin. Vîrusa HIV-ê di nav xaneya mêvandar de ARN-ya xwe wekî bingeh(qalib) bi kar tîne û bi navbeynkariya xaneya mêvandar, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) dide berhmkirin[5]. ADN-ya vîrusî ya nûçêbûyî zanyariyên bomaweyî yê vîrusa HÎV-ê lixwe digire. Paşê ev ADN-ya HIV-ê tevlê ADN-ya xaneya mêvandar dibe. Bi vê awayî xaneya mêvandar hemû derfetên xwe ji bo çêkirina vîrusên nû bi kar tîne, hejmara vîrusan di nav xaneyê de zêdetir dibe. Vîrusên nû ji xaneya mêvandar derdikevin û tûşê hin xaneyên din dibin, bi vî awayî hokara nexweşiyê belavî hemû beşên laş dibe. 1 heta 2 hefte piştê tûşbûna bi vîrusa HIV-ê, hê jî di nav laşê mirov de nîşaneyên nexweşiya AIDS-ê peyda nabe. Lê mirov hin caran dibe ko ji ber hebûna HIV-ê, wekî bi nexweşiya arsimê ketiye hest bike[4].

Qonaxên nexweşiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştê tûşbûna bi HÎV-ê, di laşê mirov de sê qonaxên taybet rû dide, di qonaxa sêyem de nîşaneyên nexweşiya AIDS-ê xuya dibe. Dirêjiya Ev hersê qonax 10 heta 12 sal ê, ango mirov ji bo demek dirêj pê ji nexweşiyê nahese[6].

Ev qonax wekê qonaxa hilgirtinê bi nav dibe. Di vê qonaxê de hema tu nîşaneyên nexweşiyê peyda nabe. Lê hejmara vîrusa HIV-ê di nav xaneyan de zêde dibe. Loma, koendama bergiriyê çalak dibe, xaneyên plazma dijeten berhem dike û der dide. Dijeten hêjmara vîrusên nav xwîn û şileya laş de kêm dike. Mirovê tûşbûyî di qonaxa yekem de xwe ne wekî yekî nexweş, lê wekî kesek sax hest dike. Lê ji ber ko di laşê mirovê tûşbûyî de vîrus heye, eger heye ko vîrus ji wî tûşe hin kesên din jî bibe[7]. Qonaxa yekêm hin caran ji 10 salan zêdetir didome. Di qonaxa yekem de di nav xwîna mirovê tûşbûyî de li dij HIV-ê dijeten tê berhemkirin, bi taqîkirina xwînê, mirov ji van dijetenan hayadar dibe, zêdebûna dijeten nîşaneya hebûna HIV-ê ye, loma evan kesan wekî kesên HIV+ (HIV pozîtîv) tê navkirin.

Her ko hejmara HIV-ê zêde dibe, di laşê mirov de hejmara xaneyên T alîkar kêm dibe.

Di qonaxa duyem de nîşaneyên nexweşiyê xuya dibin. Xaneyên B ji bo têkbirina vîrusa HIV-ê hê pirtir dijeten berhem dikîn, lê ji ber çalakiya HIV-ê, hê pirtir ji xaneyên B tûşî vîrusê dibin. Ji ber zêdebûna HIV-ê hejmara lîmfexaneyan, bi taybetî hêjmara xaneyên T, kêm dibe, dawiya dawî koendama bergiriya mirov têk diçe. Loma di laşê mirov de lîmfegirê diwerimin[7], ta tê mirov, hêjarbûn (zeîfbûn) rû dide. Herwisa dibe ko zikçûn çêbe û bo demek dirêj bidome. Hin caran hişê mirov jî ji ber nexweşiyê têk diçe.

Têkbirina xaneyên T alîkar ji aliyê HIV-ê ve didome, loma hejmara xaneyên T alîkar gellek kêm dibe, êdî xaneyên T alîkar nikare xaneyên B û xaneyên T jehravî han bike ji bo têkşikestina hokarên nexweşiyê. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dijetenan. Li dij hokarên nexweşiyê bergirya laş lawaz dibe. Di nav xwîna mirovê tendûrist de ji bo mîlîlîtreyek xwînê 600-700 heb xaneya T alîkar heye. Di qonaxa sêyem de di laşê mirovê tûşbûyî de ji bo mîlîlîtreyek xwînê, hêjmara xaneyên T alîkar ji 200î kêmtir dibe[7]. Di rewşek wisa da êdî ew kes wekî nexweşê AIDS-ê, ango nexweşê nîşana kêmasiya bergiriya destketî tê navkirin. Mirov raste rast ji ber AIDS-ê namire, vîrusa HIV-ê koendama bergiriya mirov lawaz dike û têk dişkîne. Gava bergiriya mirov lawaz be, îcar hokarên nexweşiyê bi hêsanî di laşê mirov de zêde dibin û mirov nexweş dikin. Wekî mînak ji ber kêmbûna bergiriya laş, dibe ko mirov ji ber şêrpenceyê an jî ji ber nexweşiya siyê (tuberkuloz) nexweş bikeve. Di laşê mirov de hin hokarên nexweşiyê hene bi navê hokarên helperest (oportunîst), di demên asayî de, ji ber hebûn û berevaniya koendama bergiriya mirov, hokarên helperest nikarin mirov nexweş bikin, lê gava bergiriya laş ji ber hebûna vîrusa HIV-ê lawaz dibe, fersend dikeve destê wana ko di nav laş de zêde bibin û mirov bi nexweşiyê bixin[7].

Riyên veguhêztina HIV-ê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kesên bi nexweşiya AIDS-ê ketine, an jî tûşî vîrusa HIV-ê bûne lê hê bi nexweşiya AIDS-ê neketine, dibin sedema belavbûna nexweşiya AIDS-ê. Di nav xwîn û şileya laşê van kesan de vîrusa HIV-ê heye, heke xwîna van kesan an jî şileya laşê van kesan bi xwîna kesek sax ve têkil bibe, vîrusa HIV-ê jî ji kesê nexweş diguhêze bo kesê sax. Plazmaya xwînê û şileya koendama zawzê ya mê û nêrên bi HIV+, gellek virusên HIV-ê lixwe digire. Berevajiyê piraniya corên vîrusan, HIV li derveyî laş an jî li derveyî şileya laş de lawaz e û zû hildiweşe. Heke vîrusa HIV-ê bi qasî 20 xulek bi oksîjen û atmosferê ve rû bi rû bimîne, pêkhateya vîrusê xira dibe û metirsiya tûşbûna laşê mirov bi HIV-ê kêmtir dibe[3]. Ango HIV tenê di nav şileya laş de tê guhêztin bo kesek din[3].

  • Bi kesên tûşbûyî ve peywendiya seksî (zayendî), riya herî bingehîn e ji bo veguhêztina vîrusa HIV-ê[4].
  • Bi awayek hewbeş bikaranîna derziyek, ji bo derzîdana madeyên hişbîr an jî ji bo tiştek din jî rê li ber veguhaztina HIV-ê ve dike[5].
  • Heke dayik tûşî HIV-ê be, dema ducaniyê, bi riya xwînê, piştê zayînê bi riya şîrê dayikê vîrusa HIV-ê ji dayik diguhaze derguşê[4].
  • HIV nayê veguhêztin bi riya destavê, pêvêdana mêşan, bi riya henasedanê an jî xwarin û vexwarinê. Herwisa maçkirina dest, rû û lêvê kesê bi nexweşiya AIDS-ê jî nabe sedema guhaztina nexweşiyê[7].
  1. ^ a b c Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  3. ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ a b c d e Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  5. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  6. ^ OpenStax Biology. 2013. [2]
  7. ^ a b c d e Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.