Mosko

(Ji Moskva hat beralîkirin)
Mosko
Москва Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • Paytext
Moscow Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Mertal
Bernavk:
Third Rome Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mosko li ser nexşeyê
Map
Mosko li ser nexşeya Rûsya nîşan dide
Mosko
Mosko
Koordînat: 55°45′21″Bk 37°37′4″Rh / 55.75583°Bk 37.61778°Rh / 55.75583; 37.61778
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletDuchy of Moscow, Grand Principality of Moscow, Tsardom of Russia, Împeratoriya Rûsî, Komara rûsî, Russian Socialist Federative Soviet Republic, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Rûsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Rûsya (Russian Soviet Federative Socialist Republic, move of the capital of Russia from Petrograd to Moscow, 1918–)
  • Moscow Oblast (1929–)
  • Russian Soviet Federative Socialist Republic (1918–1991)
  • Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (1922–1991)
  • Împeratoriya Rûsî (1728–1730)
  • Grand Principality of Moscow (1263–1547)
  • Tsardom of Russia (1547–1712)
  • Central Federal District (2000–)
  • Moscow Governorate (1708–1929)
  • Russian Socialist Federative Soviet Republic (1917 (bi julianî) – 1922)
  • Moskovsky Uyezd
  • Moscow region (1917-1918)
  • Moscow Province (1719–1775) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnêNayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerYuri Dolgorukiy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarSergey Sobyanin (Mayor of Moscow, 2010–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 2562 ±1 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
156 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
12.455.682 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
  • Moscow Time
  • UTC+3
  • Europe/Moscow Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê495, 499, 095 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nîşana wesayîtê77, 97, 99, 177, 197, 199, 777, 799 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.mos.ru/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mosko, Moskow yan jî Moskva (bi rûsî: Москва, Moskva), paytext û bajarê herî mezin ê Rûsyayê ye. Bajêr li ser Çemê Moskva ya li Rûsyaya Navîn radiweste ku bi nifûsa xwe ya bi 13 milyonê bajarê herî qerebalixê Rûsyayê ye. Zêdetirî 18.8 milyon şênî li qada bajarî û zêdetirî 21.5 milyon şênî li qada metropola Moskowê dijîn. Bajar herêmek 2.511 kîlomêtre çargoşe rûerd werdigire, qada bajarî 5.891 kîlomêtre çargoşe û qada metropolê zêdetirî 26.000 kîlomêtre çargoşe rûerd werdigire. Moskow di nav bajarên herî mezin ên cîhanê de ye ku bi tevahiya li Ewropayê bajarê herî qerebalix e û mezintirîn devera bajarî û metropolî ya li Ewropayê ye.[1] Bajêr ji hêla bejahiyê ve bajarê herî mezin ê parzemîna Ewropayê ye.[2]

Yekem car di sala 1147an de hatiye belge kirin ku Moskow mezin bûye û bûye bajarek dewlemend û hêzdar ku wekî paytexta Dûka Mezin a Moskowê xizmet kiriye. Dema ku Tsardoma Rûsyayê hate ragihandin, Moskow di piraniya dîroka xwe de wekê navenda siyasî û aborî dimîne. Di bin serweriya Petrûsê Mezin de, paytexta Rûsyayê di sala 1712an de hate veguhestin bajarê nû-damezrandî ya Saint Petersburgê û bandora Moskowê kêm bû. Piştî Şoreşa Rûsyayê û damezrandina SFSR ya Rûsyayê, paytext di sala 1918an de vegeriya Moskowê û piştre bajêr bûye navenda siyasî ya Yekîtiya Sovyetê. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, Moskow dibe paytexta Federasyona Rûsyayê ya nû.

Bajêr xwedî gelek avahiyên Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê ye ku bi pêşandana mîmariya rûsî nemaze Meydana Sor a dîrokî û avahiyên wekî Katedrala Saint Basil û Kremlîna Moskowê. Navendên gelek pîşesaziyên mezinên rûsî li Moskowê ne. Veguhastina bajêr ji hêla torgilokek transît a berfireh ve tê piştgirîkirin ku tê de çar balafirgehên navneteweyî, deh termînalên trênê, pergalek tramwayê, pergalek monorail û bi taybetî Metroya Moskowê ku pergala metroya herî qerebalix a li Ewropayê ye û yek ji mezintirîn pergalên veguhastina bilez a cîhanê ye.[3][4]

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê texmînkirin ku navê bajêr ji navê Çemê Moskvayê hatiye wergirtin.[5] Çend teoriyên din jî li ser koka navê çem hatine pêşniyar kirin. Kesên ji herêmên Finno-Ugric Merya û Muroma ku bi eslê ji eşîrên Pêş-Slavî bajêr wekê Mustajoki binav kirine.[6]

Ya herî baş ji aliyê zimanî ve û bi berfirehî tê qebûlkirin ji koka proto-balto-slavî *mŭzg-/muzg- ji proto-hind û ewropî *meu- tê wateya peyva "şil", ji ber vê yekê navê Moskow dibe ku bê wateya çemek li ser zozana yan jî erdekî avî.[7] Di nav koka peyvê de peyvên wiha hene; bi rûsî: музга, muzga "hûz, çol", lîtvanî: mazgoti û letvanî: mazgāt "şûştin", sanskrîtî: májjati "xeniqandin", latînî: mergō "binavkirin" hene. Li gelek welatên slavî Moskov paşnavek e ku herî zêde li Rûsya, Bulgarîstan, Ukrayna û Makedonyaya Bakur belav dibe.[8] Wekî din, li Polonya wekî Mozgawa cihên bi heman navî hene.[9]

Ji ber ku nav ji çend navên slavî yên kevin bû, fnorma orîjînal a rûsî ya kevn wekî *Moskы, *Moskî ji nû ve hatiye guhertin.[10]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşdîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kolanên arkeolojîk nîşan didin ku li cihê Moskowê îro û derdora bajêr ji demên kevnar ve mirov lê dijîn. Di nav vedîtinên pêşîn de bermayên çanda Lyalovo hene ku pispor temenê van vedîtinan ji serdema neolîtîk, qonaxa dawîn a Serdema Kevir re destnîşan dikin.[11]

Vedîtin piştrast dikin ku niştecihên pêşîn ên herêmê nêçîr û berhevkar bûnê. Li dora 950 p.z. du eşîrên Slavî, Vyatichi û Krivichi, li vir bi cih dibin. Dibe ku Vyatichi bingeha nifûsa xwemalî ya Moskowê pêk tînin.[12]

Dîroka despêkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekemîn referansa dîrokî ya naskiriya Moskowê ji sala 1147an ve wekî cihê civîna Yurî Dolgorukî û Svîatoslav Olgovîch vedigere. Wê demê ew bajarokek piçûk li ser sinorê rojavayî yê Mîrektiya Vladimir-Suzdal bû.[13]

Di sala 1156an de, Kinyaz Yurî Dolgorukî bajêr bi dar û xendekên li dora bajêr xetên parastinan çêkir. Di dema êrîşa Mongolan ya li ser Kîyevana Rûsyayê de, Mongolên Batû Xan bajêr şewitandin û wêran kirin û rûniştevanên bajêrê kuştin.

Keleha dar na Moskvě "li ser Çemê Moskowê" ji aliyê Daniel, kurê piçûk ê Alexander Nevsky, di salên 1260an de hate nexşandin ku di wê demê de ji milkên bavê wî yê herî kêm nirx dihata hesabkirin. Daniel di wê demê de hêj zarok bû û keleha mezin ji hêla Tiyûnan (rêveber) ve dihate rêvebirin ku ji hêla mamê bavê Daniel, Yaroslavê Tver ve dihatin erkdar kirin.

Daniel di salên 1270an de mezin dibe û beşdarî şerên desthilatdariyê yên mîrektiyê dibe. Di hewildana xwe ya ji bo serweriya Novgorodê li gel birayê xwe Dimitrî cih digire. Ji sala 1283an ve Dimitrî li kêleka Dûka Mezin Vladîmîr bû ku wekî hikûmdariya mîrektiyek serbixwe tevdigeriya. Daniel bi damezrandina yekema Keşîşxaneyên Moskowê tê naskirin.[14]

Dema Tserdomê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenek ji Katedrala Saint Basil ku di sala 1561an de hatiye çêkirin.

Di sedsalên 16an û 17an de, sê berevaniyên dorhêl wekê Kitay-gorod (Китай-город), Bajarê Spî (Белый город) û Bajarê Erdî (Земляной город) hatine avakirin. Lêbelê di 1547an de, du agiran giran piraniya bajêr şewitand û di sala 1571an de jî Tatarên Kirimê Moskowê dagirkirin û ji xeynî Kremlînê hemî bajêr şewitandin.[15] Di salnameyan de tê gotin ku ji 200.000 rûniştvanan bajêr tenê 30.000 kes sax mane.

Tatarên Kirimê di sala 1591an de careke din dîsa êrîş kirin lê vê carê bi dîwarên nû yên parastinê ku di navbera salên 1584 û 1591an de ji hêla hunermendên bi navê Fyodor Kon ve hatiye çêkirin ve bajêr hate parastin. Di sala 1592an de, li dora bajêr, di nav de deverek li peravê rastê yê Çemê Moskowê, xetek parastina axê ya derveyî ku 50 bircên ji axê heye hate çêkirin. Wekî xeta parastinê ya herî derveyî, zincîreke keşîşxaneyên li derveyî qadên başûr û rojhilat hatin damezrandin ku di serî de Keşîşxaneyên Novodevîch û Donskoy, Danîlov, Sîmonov, Novospasskîy û Andronikov bûn ku niha piraniya wan mûzexane ne. Diwarên bajêr bi têgeheke helbestî, bi navê Bielokamennaya, "Dîwarên Spî" dihate naskirin. Cihê xetên diwarên bajêr ên ku di sala 1592an de hatine çêkirin ve hatiye destnîşan dikin, niha ji xeta rêya bi navê Xeleka Baxçan a Moskowê destnîşan dikin.

Sê deriyên çargoşe li aliyê rojhilatê dîwarê Kremlin hebûn ku di sedsala 17an de bi navê Konstantino-Eleninsky, Spassky, Nikolsky dihatin zanîn. Dema ku deriyê Konstantino-Elenensky li pişt Katedrala Saint Basil bû, du deriyên paşîn rasterast li hember Qada Sor bûn.

Xelayiya rûsî ya ku salên 1601 û 1603an qewimiye dibe ku nêzîkî 100.000 kes li Moskowê jiber birçîbûnê mirin. Ji bo ku hikumdarê Moskoyê Sigismund III hewl da ku textê rûsî bigire, ji 1610an heta sala 1612an leşkerên Hevbeşa Polonî-Lîtvanya Moskoyê dagir kirin. Di sala 1612an de, xelkê Nîjnî Novgorodê û bajarên din ên Rûsyayê bi pêşengiya mîr Dmitrî Pozharskî û Kuzma Minin li dijî dagirkerên polonî rabûn, Kremlîn dorpêç kirin û wan ji bajêr derxistin. Sedsala 17an di serhildanên populer de dewlemend bû ku wek rizgarkirina Moskowê ji dagirkerên Polonî-Lîtvanî (1612), Serhildana Xwê (1648), Serhildana Sifir (1662) û Serhildana Moskowê ya sala 1682an di vê sedsalê de pêk hatine. Di nîvê destpêka sedsala 17an de, nifûsa Moskowê ji 100 hezaran gihîştiye 200 hezaran ku nifûsa bajêr du qat zêde dibe. Tê texmîn kirin ku di nîvê sedsala 17an de, 20% ji niştecîhên taxa Moskowê ji Dûka Mezin a Lîtvanya bûn ku di pratîkê de hemî ji welatê xwe ji hêla dagirkerên Muskovî ve sirgûnê Moskoyê kirine. Di sala 1682an de, 692 avahî ji aliyê kesên ji hêla Ukraynî û Belarûsiyan ve ku di dema Şerê Rûs-Polonî de (1654-1667) ji bajarên xwe hatine revandin, li bakurê diwarên bajêr hatiye avakirin.

Serdema împaratoriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî wendakirina statuya paytexta împeratoriyê, nifûsa Moskoyê di destpêkê de kêm bû ku ji 200.000 kesan di sedsala 17an de gihîşte 130.000 kesan (1750). Nifûsa bajêr heta sala 1915an gihişte 1,8 milyon kesê. Ji ber nexweşiya vebaya rûsî ya 1770-1772 li Moskowê nêzîkî 100.000 kesan mirin.[16]

Di sala 1700an de, avakirina rêyên keviran dest pê kir. Di mijdara sala 1730an de, lambeyên kolanê ya daîmî hate hatin danasîn û di sala 1867an de li gelek kolanan lambeyên gazê hebûn. Di sala 1883an de li nêzîkî Dergehên Prechistinskiye, lampayên arkê hatin sazkirin. Di sala 1741an de Moskow bi barîkatek 40 kîlomêtre dirêj bajêr hatiye dorpêçkirin. Nerbenda Kamer-Kollezhskiy bi 16 deriyan rê li bajêr hate vekirin ji kesên ku dixwestin werin bajêr xercên deriyan dihatin standin. Di sala 1813 an de, piştî wêrankirina piraniya bajêr di dema dagirkeriya Fransayê de, Komîsyona Avakirina Bajarê Moskowê hate damezrandin. Tevî plansazkirina qismî ya navenda bajêr, bernameyeke mezin a ji nûavakirinê hate destpêkirin. Di nav gelek avahiyên ku di vê demê de hatine çêkirin yan jî ji nû ve hatine çêkirin, Qesra Kremlin a Mezin û Armûra Kremlin, Zanîngeha Moskowê, Moskowê Manege (Dibistana Siwarbûnê) û Şanoya Bolshoi ye.

Dema ku Napolyon di sala 1812an de Rûsyayê dagir kir, xwemaliyên moskowî ji bajêr hatin derxistin. Tê guman kirin ku şewata Moskowê bi giranî ji ber bandora sabotajên Rûsyayê bû. Hêza Mezin a Napolyon neçar ma ku paşve vekêşe û ji ber zivistana rûsî ya hişk û êrîşên sporadîkî yên hêzên leşkerî yên rûsî, hêzên Napolyon hema hema hate tune kirin. Di vê demê de 400.000 leşkerên Napolyon mirin.

Serdema sovyetan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parada Sovyetê li derveyî Hotel Moskva li Meydana Manezhnaya (1964).

Di çiriya paşîn sala 1917an de, bi agahiya serhildana Petrogradê, Bolşevîkên Moskowê jî dest bi serhildana xwe kirin. Di 2ê çiriya paşîn sala 1917an de, piştî şerên giran, desthilatdariya Sovyetê li Moskowê hate damezrandin.[17]

Piştre re Vladîmîr Lenîn, ji tirsa dagirkeriya biyanî, di 12ê adara sala 1918an de paytext ji Petrograd (Saint Petersburg) vedigere Moskowê.[18] Kremlîn careke din bû cihê desthilatdariyê û navenda siyasî ya dewleta nû.

Bi guhertina nirxên ku ji aliyê îdeolojiya komunîst ve hatibûn ferzkirin, kevneşopiya parastina mîrata çandî hat şikandin. Civakên parastinê yên serbixwe, tewra yên ku tenê nîşanên laîk ên wekî OIRUya Moskowê diparêzin, di dawiya sala 1920an de hatin hilweşandin. Kampanyayeke nû ya dijî dînî ku di sala 1929an de hat destpêkirin, bi kolektîfkirina gundiyan re hevdem bû. Wêrankirina dêrên li bajaran li dor sala 1932an de derketiye lûtkeyê. Di sala 1937an de çend name ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê re hatin nivîsandin ku navê Moskowê bibe "Stalindar" yan jî "Stalinodar", yek ji teqawidiyek pîr ku xewna wî "li Stalinodar" û ji bo temsîlkirina "diyarî" (dar) jîna Stalîn navek hilbijartibû bijî. Stalîn ev pêşniyar red kir û piştî ku Nîkolay Yezhov dîsa jê re pêşniyar kir, hêrs bû û got: "Ev ji bo çi lazim e?" Ev yek dibe sedem ku Stalîn di sala 1936an de guherandina navên li ser navê xwe qedexe dike.

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, Komîteya Parastinê ya Dewleta Sovyetê û Serfermandariya Giştî ya Artêşa Sor li Moskowê bûn. Di sala 1941an de, 16 beşên dilxwazên neteweyî (zêdeyî 160.000 kes), 25 tabûr (18.000 kes), û çar alayên endezyariyê di nav Muscovitesê de hatin damezrandin. Di navbera cotmeha sala 1941 û çileya sala 1942an de, Navenda Koma Artêşa Alman li derûdora bajêr hate rawestandin û piştre di pêvajoya Şerê Moskowê de hatin dûrxistin. Gelek kargeh tevî piraniya hikûmetê hatin valakirin û ji 20ê cotmehê ve dorpêçiya bajêr hate ragihandin. Niştecihên mayî xetên berevaniya li dijî tankan ava kirin û di heman demê de bajar ji hewayê hate bombebaran kirin. Di 1ê gulana sala 1944an de madalyayek "Ji bo parastina Moskowê" û di sala 1947an de madalyayek din "Ji bo bîranîna 800 saliya Moskowê" hate saz kirin.

Di Şerê Moskowê de hem qurbaniyên alman û hem jî sovyetê bûne mijara nîqaşê, ji ber ku çavkaniyên cihêreng texmînên cûda cûda radigihînin. Di navbera 30ê îlona sala 1941ê û 7ê çileya paşîn a sala 1942an de bi giştî wendahiyên Wehrmachtê di navbera 248.000 û 400.000 û ji bo Artêşa Sor di navbera 650.000 û 1.280.000 de tê texmîn kirin.

Di salên piştî şer de, krîzek xanî ya giran hebû ku bi avakirina avahiyên bilindên pir-qatî hate çareserkirin. Zêdetirî 11.000 ji van blokên avahiyên ên standardkirî û çêkirî hene ku piraniya nifûsa Moskowê dihewîne û ew ji dûr ve dike bajarê ku herî zêde avahiyên bilind lê hene.[19] Hinek kolonên agahîyan li kargehan hatine çêkirin û bi qismî hatine xemilandin berî ku werin hilanîn û li qatên bilind werin danîn.

Di sala 1959an de Nîkîta Kruşçev kampanya xwe ya li dijî dînê da destpêkirin. Di sala 1964an de ji 20 hezar dêran zêdetirî 10 hezar dêr hatin girtin (bi piranî li herêmên gundewarî) û gelek jî hatin hilweşandin. Ji 58 dêran û dêrên ku di sala 1959an de vekirî bûn, tenê şazdeh dêr di sala 1964an de mabûn; ji pêncî dêrên Moskowê yên ku di sala 1959 de xebitîn, Sîh dêr hatin girtin û şeş dêr jî hatine hilweşandin.

Di 8ê gulana sala 1965an de, ber di 20em salvegera serkevtina Şerê Cîhanê yê Duyem de, Moskow bi navê Bajarê Qehreman hate xelat kirin.

Serdema nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenek ku tê de Navenda Karsaziya Navneteweyî ya Moskowê û Çemê Moskvayê hatiye wênekirin.

Dema ku Yekîtiya Sovyetê di heman salê de hilweşiya, Moskova paytexta SFSR ya Rûsyayê ma (di 25ê Kanûna Pêşîn, 1991 de, SFSR ya Rûsyayê hate guherandin Federasyona Rûsyayê). Ji wê demê vir ve, li Moskow aboriya bazarek derketiye holê ku zêdebûna ji kirrûbirra bi şêwaza rojavayî, karûbar, mîmarî û şêwazên jiyanê çêdike.

Bajar di navbera salên 1990an û 2000an de mezinbûna xwe berdewam kir ku nifûsa bajêr ji binê neh milyonan heta deh milyonê zêde bûye. Mason û Nigmatullina amaje dikin ku kontrolên mezinbûna bajarî ya serdema Sovyetê (berî 1991) pêşkevtina metropolê ya kontrolkirî û domdar hilberand ku bi kembera kesk a ku di sala 1935an de hatiye çêkirin ve hatiye destnîşan kirin. Lêbelê ji wê demê ve mezinbûnek berbiçav a belavbûna berbangê ya kêm-danî heye ku ji hêla daxwaziya giran a xaniyên yek-malbatî ve li hember apartmanên qerebalix ve hatiye afirandin. Di sala 1995-1997 de rêya MKADê ji çar hêlên destpêkê ber bi deh hêlan ve hate fireh kirin.

Di kanûna sala 2002an de Bulvara Dmitriya Donskogo bû yekem stasyona Metroya Moskowê. Rêya Xelek ya Sêyem, navberê di navbera Rêya Baxçeyê di destpêka sedsala 19an û Rêya Derdor ya Derve ya ku ji serdema Sovyetê de mabû, di sala 2004an de temam bûne. Kembera kesk her ku diçe zêdetir perçe dibe û bajarên satelaytan jî li derdor zêde dibin.

Di 1ê tîrmeha sala 2012an de, li başûrê rojavayê herêma Moskowê, qada paytextê ji 1.091-2.511 kîlomêtre çargoşe (421 heta 970 km çargoşe) zêde bû û di di encamê de Moskow ji aliyê herêmê ve dibe bajarê herî mezin li parzemîna Ewropayê. Bajêr 233.000 kes nifûsa zêde bi dest xist.[20][21] Navê erda pêvekirî ya bajarê bi fermî bi navê „Новая Москва“ (Moskvaya Nû) hatiye binavkirin.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cih[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Moskow li peravên Çemê Moskvayê ye ku bi qasî 500 km li Deşta Ewropaya Rojhilat a ku di nav erdê Rûsyayê de diherike hatiye avakirin. Di nav sînorên bajêr de 49 pir li ser çem û ser qenalên çem hatine çêkirin. Bilindahiya Moskowê li Navenda Pêşangeha All-Russia (VVC), ku stasyona hewayê ya Moskowê ya pêşeng lê ye, ji asta deryayê 156 mêtre bilind e. Girê Teplostan ku bi 255 mêtre bilind e, xala herî bilind a bajêr e. Firehiya bajarê Moskowê (MKAD ne sînordar) ji rojava berbi rojhilat 39,7 km ye û dirêjahiya ji bakur ber başûr 51,8 km ye.

Dîmenên ji bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Moskow wekî xala referansê ji bo qada demjimêrê ya ku li piraniya Ewropî Rusya, Belarus û Komara Kirimê tê bikar anîn. Dever li gorî standardên navneteweyî wekî Demjimêra Standarda Moskowê (MSK, МСК) tê binav kirin ku 3 demjimêran li pêş UTC, an UTC+3 ye. Li gorî dirêjahiya erdnîgarî nîvroya rojê ya navîn li Moskowê saet 12:30 de pêk tê.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Moskow xwedan avhewa parzemînî ya şil e (Köppen: Dfb) ku bi zivistanên dirêj, sar (her çend li gorî standardên rûsî navînî be jî) bi gelemperî zivistan ji nîvê Mijdarê heya dawiya Adarê berdewam dike û havînên jî germ e. Avhewayên parzemînî yên tundtir ên li heman gewriyê - wek beşên Kanadaya Rojhilat yan jî Sîbîryayê - zivistanên wan ji Moskowê pir sartir in û her çend ku Moskow ji deryayê dûr be jî, ev yek destnîşan dike ku ji ber Okyanûsa Atlantîk hêj jî nermbûnek girîng heye. Germahiya hewayê di demsala payîzê de li bajar ji -25 °C û li derbajaran -30 °C û heya bilindbûna ji 5 °C dikare biguhere. Di havînê de ji 10 heta 35 °C dikare zêde bibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Major Agglomerations of the World - Population Statistics and Maps". www.citypopulation.de. Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.
  2. ^ "Moscow, a City Undergoing Transformation". www.planete-energies.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.
  3. ^ "Moscow, a City Undergoing Transformation". www.planete-energies.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.
  4. ^ "Moscow parks". bridgetomoscow.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.
  5. ^ "Словарь Фасмера : Результат запроса". starlingdb.org. Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.
  6. ^ "study.com/academy". study.com. Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.
  7. ^ "Словарь Фасмера : Результат запроса". starlingdb.org. Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.
  8. ^ "Moskov Surname Origin, Meaning & Last Name History". forebears.io. Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.
  9. ^ "Oleg Trubachyov". Wikipedia (bi îngilîzî). 6 adar 2023.
  10. ^ "Словарь Фасмера : Результат запроса". starlingdb.org. Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.
  11. ^ "The origins of Moscow: What archaeological finds, chronicles and urban legends tell us / News / Moscow City Web Site". web.archive.org. 30 çiriya pêşîn 2020. Ji orîjînalê di 30 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.
  12. ^ "moskau.ru". web.archive.org. 2012. Ji orîjînalê di 24 gulan 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.
  13. ^ "Начало Москвы: пир после убийства". BBC News Русская служба (bi rûsî). Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.
  14. ^ Bronnitsky.), Tikhon (Bishop of (1997). The Orthodox Shrines of Moscow (bi îngilîzî). Publishing House of the Moscow Patriarchate.
  15. ^ Richards, John F. (15 gulan 2003). The Unending Frontier: An Environmental History of the Early Modern World (bi îngilîzî). University of California Press. ISBN 978-0-520-93935-6.
  16. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 23 çiriya paşîn 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya paşîn 2009. Roja gihiştinê 5 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "Revolutionary war history. Moscow". www.aha.ru. Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.
  18. ^ "Moscow becomes the capital of the Soviet state". Presidential Library (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.
  19. ^ "Skyline Ranking | Statistics | EMPORIS". web.archive.org. 6 çiriya paşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 çiriya paşîn 2012. Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ "ITAR-TASS : Expansion of Moscow borders to help it develop harmonically: mayor". web.archive.org. 13 çiriya paşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 çiriya paşîn 2013. Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "Из истории / Официальный портал Мэра и Правительства Москвы". web.archive.org. 20 tîrmeh 2014. Ji orîjînalê di 20 tîrmeh 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 hezîran 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]