Gotûbêj:Mosko

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navê bajêr[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF, Avestaboy, Balyozxane, û Ghybu: navê Mosko hinek li min ecêb tê. Gelo bingeha navê Mosko di zimanê kurdî de çiye ku wiha hatiye guhertin. Ez dibêjim Moskow êdî çêtir be. Bilêvkirinên rûsî wek maskova tê bilêvkirin. Di vê mijarê de fikrê we çiye? Penaber49 (gotûbêj) 18:07, 4 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49 û Avestaboy: Silav, kurdên Sovyeta berê navê Moskva (li Moskvayê, li Moskva) bi kar tînin. Mosko (li Moskowê) û Moskow (li Moskowê) jî tên bikaranîn. *Moskova navê tirkî ye, ne wisa? MikaelF (gotûbêj) 06:27, 5 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav MikaelF rast e, navê tirkî Moskova ye. Lê heta niha di televîzyonên kurdî de peyva Moskoyê min nebihîstiye. Moskov yan jî Moskow tê bikaranîn. Ez wiha difikirim. Nav wekî Moskow Moskov yan jî Moskva bihata guhertin êdî çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 06:48, 5 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Penaber49 , @MikaelF
Min li înternetê geriya û gotar û vîdyoyên bi navê Mosko dît. Ji bo kurdên Bakurê Kurdistanê Mosko ecêb xuya dibe ji ber ku tirk jê re dibêjin Moskova. Mixabin zimanê kurdî yê yekreng tune ye. Ji ber vê yekê Mosko ne çewt e.
https://m.youtube.com/watch?v=536HbmxqDk0
Avestaboy (gotûbêj) 09:12, 5 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Êvar baş @Penaber49 Mixabin navekî standartkirî tune . Mesela ji Istanbul re bi kurdî Stenbol , Stembol an jî Îstenbol jî tê go. Min ji bo Mosko çavkanî dît . Ango nav ewqas ne ecêb e . Di helbesteke Osman Sebrî wisa tê gotin:

Ev bûne deh sal li Mosko dijî Mistefa Barzan,

Bi şev û bi roj xebatê dike jibo me Kurdan Avestaboy (gotûbêj) 19:36, 4 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, di derbarê peyva çavkaniya te de dibe ku şaşî jî hebe. Mînak tîpa w di zimanê kurdî de dema ku li dawiya peyvê cih digire mirov bala xwe nede nabihîse. Ez texmîn dikim ku peyva herî rast kurdên Qefqasê dizanin divê mirov yekê wisa bipirse.Penaber49 (gotûbêj) 20:25, 4 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]