Muhemed Salayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Muhemed Salayî karîkaturîstekî Kurd e ku di sala 1962yan de li bajarê Kerkûkê (Babagurgur) hatiyê dinyayê. Xwendina xwe li Zaningeha Salaheddîn li bajarê Hewlêrê kuta kiriye. Li çar perçeyê welêt û li gelek welatên Ewropayê pêşangeh vekiriye. Di sala 1990î de li Bexdayê di festîvaleke karîkaturê de xelata duyemîniyê wergirtiye. Di sala 1993an de yekemîn fîlma kartonê xêzefîlm ya kurdî bi navê Kurdo çêkiriye ku ev xebat ji aliyê UNESCOyê ve hatiye tescîlkirin. Di gelek rojname û kovarên kurdî de xebitiye her weha endamê Desteyî Balayî Komala Hunermendên Kurdistanê û Yekitiya Nivîskarên Kurd e. Li gor wî di xêz û karîkaturê de çiqas xeber û gotin kêm be ewqas baş e û dibe berhemek cîhanî loma piraniya berhemên wî bê xeber û bê gotin in.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gera Pênûsê, Salihê Kevirbirî, Weşanên sî 2003