Mûrad Ciwan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Murad Ciwan hat beralîkirin)
Mûrad Ciwan
Jidayikbûn1956 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mûrad Ciwan nivîskar û siyasetmedarê kurd e.

Ciwan li sala 1956ê li Amedê hatiye dinyayê. Heta dawiya Xwandingeha Mamostetîyê li Amedê xwandiye, lê destûrnameya xwe ya dersgotinê ji Xwandingeha Mamostetiyê ya Akşehirê - Qonyayê wergirtiye. Salekê li Amedê dersên zimanê ingilîzî û salekê jî li Zanîngeha Stembolê dad xwandiye, lê ji ber xebata xwe ya siyasî xwandina xwe temam nekir. Piştî Darbeya 12ê îlonê ya sala 1980ê ya Tirkiyeyê, li nîsana 1980ê, derket derveyî welêt û li Swêdê bi cî bû. Heta dawiya sala 1992ê di xebata şoreşgeriya kurdewarî de çalak bû. Demekê sekreterê giştî yê Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê anko PPKK bû. Li sala 1992ê ji xebata siyasî ya çalak vekişiya û xwe da karûbarê lêkolîn û nivîsînê.

Ji 1981ê heta tîrmeha 1997ê berpirsiyariya redaksiyona rojnameya Armancê kiriye. Gelek nivîsarên wî yên bi tirkî û kurdî li ser pirsgirêkên siyasî, li ser ziman, dîrok û wêjeya kurdî di kovar û rojnameyên cûrbicûr de hatine weşandin.

Ew bi Mukkades Çılgın re zewicî ye û bi navê Rûken, Nûşîn, Rûgeş û Ariya çar zarokên wan hene.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]