Muse (kom)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Muse
Image dans Infobox.
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Label
Warner Bros. Records (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyên hunerê
Muzîka rock, progressive rock (en), symphonic rock (en), space rock (en), hard rock (en), alternative rock (en), alternative metal (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bandorbar
Queen, Nirvana (en), Radiohead (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Dîskografî
Muse discography (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Marque ou logotype

Muse komek rocka îngilîzî ye ji Teignmouth, Devon, ku di sala 1994an de hat damezrandin. Kom ji Matt Bellamy (vokalîstê sereke, gîtar, klavyeya sereke), Chris Wolstenholme (bass gîtar, vokalên piştgir) û Dominic Howard (dûm) pêk tê.

Muse albûma xwe ya pêşîn, Showbiz, di sala 1999an de derxist, ku falsettoya Bellamy û şêwazek rocka alternatîf a melankolîk nîşan dide. Albûma wan a duyemîn, Origin of Symmetry (2001), bandorên klasîk ên romantîk di nav xwe de dihewîne û ji bo performansa zindî ya enerjîk binavûdeng e.[1] Absolution (2003) jî bandora muzîka klasîk girt, bi kilamên wekî "Butterflies and Hurricanes".

Black Holes and Revelations (2006) hêmanên elektronîkî û pop di nav xwe de dihewîne, ev yek di kilamên wekî "Supermassive Black Hole" de tê xuya kirin. Kom saya vê albumê serkeftinek navneteweyî ya berfireh pêk anî. The Resistance (2009) û The 2nd Law (2012) mijarên zordestiya hikûmetê û serhildana civakî lêkolîn dike û saya wan du albuman komê stadyûmên herî mezin ên cîhanê tije kir. Rolling Stone diyar kir ku kom xwediyê "stranên stadyum-perçiqandinê" ne. Albuma wan a heftemîn, Drones (2015), ku serpêşiya US Billboard 200 kişand, li ser dronên şer bû û vegeriya dengên rockê yên xurt. Albûma wan a heştemîn, Simulation Theory (2018), sentezkeran vehewand û bandora xwe ji science fiction û hîpoteza simulasyonê girt. Albuma wan ya nehemîn, Will of the People (2022), ku gelek celeb û mijarên albûmên wan ên berê li hev dixist, di tebaxê 2022an de derket.

Muse gelek xelat wergirtine, di nav de du Xelatên Grammy, du Xelatên Brit, pênc Xelatên Muzîkê yên MTV Ewropa û heşt Xelatên NME. Di sala 2012an de wan Xelata Ivor Novello ji bo Serkeftina Navneteweyî ji Akademiya Stranbêj, Amadekar û Nivîskarên Brîtanî wergirt. Ji hezîranê 2016an ve, wan li seranserê cîhanê 30 mîlyon albûm firotine.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Muse on Apple Music". Apple Music (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ McCormick, Neil (25 hezîran 2016). "Muse, Glastonbury, review: they are, at heart, an old fashioned heavy rock band who can really really play". The Telegraph (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.