Muzîka pop

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pop music
Bincure
Dîmenên herêmî
Mijarên din

Muzîka kurdî ya populer navê beşa muzîka kurdî ya nûjên /.

Destpêkên populerbûna muzîka kurdî[biguherîne]

Ji ber ku zimanê kurdî xwediyê çend zaravayên cuda ye û welatê kurdan hatiye çar perçe kirin, pêşketina muzîka kurdî (û bi vê yekê populerbûna muzîka kurdî) li gorî herêm û zaravayên Kurdistanê cuda pêk hatiye û lewra li gorî herêm yan jî zaravayên mezin ên kurdî kare bê veqetandin.

Populerbûna muzîka kurmancî[biguherîne]

Meriv kare bibêje ku li Kurdistana bakur, muzîka populer a bi kurmancî di salên 1990'iyan de digel serxwebûnên civakî yên gelê kurd derket holê. Ji ber giranbûna şer a li Kurdistana bakur (valakirin û şewitandina gundên kurd, kuştinên ne diyar û hwd.) piştgiriya gelê kurd a ji PKK'ê re her ku çû meztir bû. Ev piştgirî bi taybetî di guhertina muzîka kurdî de xwe da nasîn, ji ber ku giranbûna şer bû sedema siyasîkirina muzîka kurdî jî. Bi vî rengî, gelek stranên nûjên ên siyasî hatin belawkirin û rastî eleqeyeke mezin a gelê kurd hatin. Di heman demê de stranbêjên navdar ên muzîka kurmancî (wek Şiwan Perwer, Nizamettin Ariç û Ciwan Haco) dest bi ji nû ve şîrovekirina kilamên kevin kirin û ew kilamên ku bi awayeke nûjên/cûda xwendin xistin nava albumên xwe.

Wek hate gotin, PKK'ê ji bo guhertin, nûjênbûn û belawbûna muzîka kurd roleke mezin lîst û muzîka kurdî (kurmancî) gihande asteke populer. Bi xortbûna hereketa PKK'ê, gotinên stran û kilamên kurdî yên populer jî guherîn: peyvên nû yên wek Apo, azadî, gerîlla û hwd. ketin nava muzîka kurdî û bûn perçeyeke girîng a muzîka kurdî ya nûjên. Herwiha, ev guhertin bû sedema xortbûna muzîka kurdî ya protestokirinê jî: Bi rêya ciwanên kurd ên ku di çarçoveya navend û komeleyên kurdan de dest bi xebatên hunerî kirin, ev beşa nûjên a muzîka kurdî gihîşte bajar û metropolên mezin ên Tirkiyê. Gelek komên navdar di salên 1990'iyan de hatin avakirin û bi repertuwarên xwe bandorên elemantên muzîka rojavayî ji muzîka kurd re qezenc kirin.

Çend komên ku bi stranên xwe yên pirzimanî muzîka kurdî ji guhdarvanên tirk re jî pêşkêş kirin, komên bi navê 'Grup Yorum' û 'Kardeş Türküler' in.

Dîsa salên 90'iyan e ku stîleke nû dikeve nava muzîka kurdî, ku navê vê stîlê jî Pop e. Bi xebatên hunermend Rotînda cara ewil stranbêjekî kurd bi tevahî xwe da Pop'ê û çend albumên ku meriv kare wek Popza kurdî bi nav bike derxist piyasê. Wek di stîlên din ên muzîka kurmancî ya nûjên de, ev stîl jî pir caran bi gotinên xwe bangên siyasî kir sermijar.

Heta îro, gelek gerîllayên ciwan jî bi nasnameyên xwe yên hunerî xebatên muzîkî kirine û derbasî dîroka muzîka kurdî bûne. Şehîdbûna wan a li serê çiyan bûne wendayiyeke trajîk ji bo hunera kurdî. Ew hunermendên ciwan bi stranên xwe ketin bêriya/hafizeya hunera kurd. Sehîd Mizgîn, Hozan Serhed û Sehîd Sefkan tenê çend mînakên ew hunermendên ciwan in.

Populerbûna muzîka soranî[biguherîne]

Hewldanên nûjên kirina muzîka soranî digihêjin heta salên 70'iyan: bi rêya çend stranên hunermendên ciwan ên wek Erdal Zaxoyî stranên soranî - belkî cara ewil - bi rîtm û enstrumanên rojavayî hatin zelalkirin. Mînakeke vê pêsketinê strana Erdal Zaxoyî ya bi navê 'Birîndar im' e (di vê stranê de gîtar beseke girîng a melodiyê digire). Bi rizgarbûna Kurdistana basûr û avakirina Hikûmeta herêma Kurdistana Iraq astengiyên li ser nasnameya kurd gav bi gav ji holê rabûn û evya rêyeke berfireh ji bo rêxistinên civakî, çandî û hunerî hate vekir. Digel vê yekê, muzîka kurdî jî bi awayeke hêsantir êdî gihîste guhdarvanan û her ku çû populertir bû. Çend hunermendên Kurdistana basûr ên ku ji ber zext û zordariya rejîma Seddem Huseyîn mecbûr mabûn jiyan û hunera xwe li diasporayê bimesînin, digel rizgariya basûr vegeriyan welatê xwe û, bi tecrube û xebatên xwe yên bi hunermendên biyanî re bandoreke nûjên û cûda dan muzîka kurdî. Stranbêjên mîna Naser Rezazî, ên ku li derveyî welat diman, bi vî havî êdî giranî dan welêt û hewl dan valahiya hunerî ya li welêt tijî bikin. Herwiha, bransa muzîkê ya ciwan her ku çû bi stranbêjên cur bi cur zengîn bû. Weke li bakurê Kurdistanê, arabeska bi kurdî bû besa herî populer a muzîka kurdî. Bi taybetî stranbêjên arabeskê yên nêr di vê besê de xwe ispat kirin, wek Zakaria û çend 'arabeskbêjên' din. Meriv kare du ferqên di nava populerbûna muzîka soranî û ya kurmancî bîne ber çavan:

  1. Ji ber du partiyên sereke yên Kurdistana basûr PUK û PDK muzîka nûjên a soranî qasî muzîka nûjên a kurmancî ji bo siyasetê nehate bikaranîn: li Kurdistana bakûr giraniya partiyeke mezin heye û lewra ew partî (PKK) muzîkê bi awayeke xort kire aleta siyasetê.
  2. Ligel vê yekê, ji salên 90'iyan pê ve muzîk li Kurdistana basûr bi giranî ji bo tîcaretê hat çêkirin û lewra tîcaretkirina muzîkê her ku çû xorttir bû. Muzîka nûjên a soranî, ji dayîna peyamên siyasî bêhtir coşandina guhdarvanan kiriye armanc û giraniyê da mijarên şexsî (evîn û êş, kêfxwesî û dîlan, ...).

Populerbûna muzîka zazakî[biguherîne]

Besa muzîka zazakî yek ji besên herî bicûk û balkês ên muzîka kurdî ye. Him li ser zimanê zazakî gengesiyên giran hene - ku li gorî çend zimannasan zazakî zimaneke serbixwe ye -, him jî muzîka zazakî xwediyê taybetiyên rîtmîk û melodîk e û bi ew taybetiyên xwe ji muzîka kurmancî û ya soranî cûda xuya dike. Lê ji ber kêmbûn û, mixabin, kêmtirbûna jimara zazakîaxêvan muzîka zazakî heta salên 90'iyan nikarî pir bal bikisanda ser xwe. Bi damezirandina komên zazakî ên wek Metin & Kemal Kahraman, Koma Mûnzûr û hwd. ev rews guherî: êdî muzîka zazakî dengveda û bi saxiya van koman jimara guhdarvanên xwe her ku çû zêdetir kir. Di salên 2000'iyan de bi derketina albumên Mikail Aslan û Ahmet Aslan muzîka zazakî ronesanseke bêhempa derbas kir û bi awayeke nedîtî kete pêsî guhdarvanan. Muzîka zazakî bi carekê ve populer bû û bi taybetî rastî ecibandina kurdên ne-zaza hat.

Çavkanî[biguherîne]

The Politicization of Kurdish Folk Songs in Turkey in the 1990s