Muzaffer Sarısözen
Xuyakirin
Muzaffer Sarısözen | |
---|---|
Jidayikbûn | 1899 |
Mirin | 4 kanûna paşîn 1963 Enqere |
Cihê goristanê | Goristana Asrî ya Cebeciyê |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | |
Pîşe | |
Hevjîn | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Muzaffer Sarısözen (jdb. 1899 li Sêwasê - m. 4ê kanûna paşîn a 1963an li Enqereyê) foklorîst û yek ji birêxistinkerê pişavtina kurdan ê navdar e.
Bi xwe hîç perwerdeyekê nedîtiye. Piştî avabûna Komara Tirkiyê ji ber ku xwandin û nivîsandinê dizaniye, wekî mamoste tê peywirdarkirin. Bi destpêkirina programa dewletê ya pişavtina (asîmîlekirina) kurdan di berhevkirin û tirkîzekirina çand û foklora kurdî de cih digire.
Bi hezaran stran, awaz, çîrok, efsane, pêkenok, govend, lîstikên zarokan hwd ên kurdî werdigerîne zimanê tirkî. Sala 1938î de wî dikin serokê arşîva folklorê ya konservatiwara dûgelê ya Enqereyê. Herwekî di radyoya Enqereyê de dixebite û pirtûkan jî dinivîsîne.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Seçme Köy Türküleri - Stranên bijartî yên gund, (1941)
- Yurttan Sesler - Dengên welêt, (1952)
- Türk Halk Musikisi Usulleri - Normên muzîka gelêrî ya tirk, (1963)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |