Nûmeyîş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nûmeyîş, bi armancekê levbûna bikom re tê gotin. Li Kurdistanê, di salên 1967-68-69´an de bi armanca ku hebûna xwe bidina û hebûna xwe bidina nasîn, nûmeyîşên Kurdan bûn. Dewleta Tirk, zimanê wan qedexe kiribû û wan jî, nikarîbû ku hebûna xwe bênina ser ziman. Ji ber vê yekê, li her navçê û bajêr û deverên ku mireovên kurd lê dijîn lev dijîn û ji xwe re gotin "em kurd in" û bi wê armancê meşîn. Ji wan Nûmeyîşan re tê gotin "Nûmeyîşên rojhilat" an jî "Nûmeyîşên li Kurdistanê". di wê demê de Civaknasên weke Îsmail Beşîkçî, bi navê "Nûmeyîşên Rojhilat" pirtûkek jî nivîsand. Ev nûmeyîş, têgihiştineka kurdistanî di nava kurdan de afirand in û kir ku kurd êdî li ber Zilme li ser serê wan ku dewleta tirk dimeşand bikevina tekoşînê de. Hin civaknasan, wilo ev nûmeyîşên li kurtdistanê şîrovekirin û gotin ku "ew rabûna kurdan ya li ser pîyan bû."