Navenda Jîn ji bo Vejiyandina Kelepûra Belgenameyî û Rojnamevanî ya Kurdî
Xuyakirin
Navenda Jîn ji bo Vejiyandina Kelepûra Belgenameyî û Rojnamevanî ya Kurdî | |
---|---|
35°34′04″Bk 45°24′53″Rh / 35.56783°Bk 45.41481°Rh | |
Dewlet | Iraq |
Li beşa îdarî | |
Dema avabûnê | |
Adres | Herêma Kurdistanê, Silêmanî, Kolana Pîremegrûn 11, Taxa Beranan 107, Xanî 37, li kêleka Mizgefta Şêx Ferîd |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Navenda Jîn ji bo Vejiyandina Kelepûra Belgenameyî û Rojnamevanî ya Kurdî (bi soranî: Binkey Jîn bo Bûjandinewey Kelepûrî Bellgenameyî u Rojnamewanîy Kurdî, bi inglîzî: Zheen Establishment for Revitalization of Kurdish Documentary and Journalistic Heritage) yan Navenda Belgandin û Lêkolînê Jîn (bi soranî: Binkey Bellgandin u Lêkollînewey Jîn), yan jî bi kurtasî Navenda Jîn, navendeke arşîvî ya nehikumî ye ku di sala 2004an de li bajarê Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê li Îraqê) hate damezrandin[1].
Armanca Navenda Jîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Afirandina sîstemeke elektronîk li ser tora înternetê ji bo parastina hemû materyalên ku ji aliyê Navendê ve hatine berhevkirin û pêşkêşî lêkolîneran;
- Çêkirina arşîveke mezin ji bo berhevkirin û birêxistina pirtûk, destnivîs, belge, kovar û rojnameyên kurdî, çavkaniyên kurdnasiyê û hemû berhemên dîrokî. Armanc ew e ku bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê navendeke parastina belge û destnivîsan û pirtûkxaneyeke niştimanî ya Herêma Kurdistanê werin damezrandin;
- Pêkanîna Projeya Ferhenga Kurdî ji bo amadekirina ferhenga herî berfireh a hemû zaravayên kurdî;
- Tomarkirina Dîroka Devkî li ser jiyan û bûyerên demên borî yên Kurdistanê û çêkirina wê projeya meydanî ya berfireh û berdewam;
- Vejandina bîranîna nifşa pêşîn a nivîskar û rewşenbîrên kurd, berhevkirina berhemên wan ên belavbûyî û lidarxistina semînerên zanistî yên derbarê şaheser û çalakiyên wan de;
- Wergerandina çavkaniyên zanistî yên derbarê dîroka herêmê û neteweyên cîran ên kurdan de;
- Wergerandina çavkaniyên kurdzanî û dîroka herêmê ji bo dewlemendkirina pirtûkxane û dîroka kurdî û peydakirina çavkaniyan;
- Arşîvkirina xebatên çandî, hunerî û civakî yên tevahiya salê li bajarên herêmê û organîzekirin û amadekirina wan di çarçoveya pirtûkên bîbliyografîk de;
- Bihêzkirina peywendiyên çandî û zanistî bi rêxistinên hikûmî û nehikûmî li Herêma Kurdistanê, Iraq û derveyî welêt re ji bo danûstandinên zanistî û projeyên hevbeş;
- Vekirina navendên lêkolînê yên osmanî û peydakirina çavkaniyên orijînal, di nav wan de pirtûk û belge, derbarê dîroka dewleta Osmanî de;
- Amadekirina pêrist û bîbliyografiyê ji bo pirtûk, destnivîs û rojnamegeriya kurdî, wek rênîşanderek ji bo çavkaniyên agahdarkirinê;
- Girîngiya bi pîşesaziya pirtûkan û karkirina bi weşanxaneyên din ên Kurdistanê re ji bo avakirina rêxistinekê ku hemû saziyan ji bo pêşxistina pîşeya berhemanîna pirtûkê bi hev re bicivîne û pêşangeh û çalakiyên hevbeş li hundir û derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bîne[1].
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Kitêbxaneya Navenda Jîn
-
Muzeya Navenda Jîn