Navoşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navoşk kutilkek e ku ji van tiştan çê dibe: Çend serî pîvaz hûr dikin, diranek-dido sîr diperiçêqin û dixin navê, goştê qîme yan goştê ku bi kêrê hatiye piçûparî kirin dixin navê, hin texlît biharat û dermanê germ (bîbera tûj û ne tûj) dixinê, piûtre di tawê de dipijînin û hinek diqelînin, piştre hindik birinc an savar dixin navê, keleke din lê dixin. Hin kebanî hene ku navoşka kutilkan tenê ji kunciyên qelandî û kutayî çêdikin.