Neandertal
![]() | Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî, elmanî û frensî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|

Neandertal (Homo neanderthalensis yan Homo sapiens neanderthalensis) cure yan binecureya nemabûyî ya mirovên kevnar ku 40 hezar sal berê li Ewrasyayê jiyane. Ew bi îhtîmaleke mezin ji ber guhartineke avûhewayê ya mezin, nexweşî, yan jî ji têkiliya van faktoran, mirine.
Mînaka cureyê, Neandertal 1, di 1856 de li Geliyê Neander li Almanyayê hate dîtin. Piştî gelek nîqaşên li ser rastiya wan, lêkolîner di piraniya destpêka sedsala 20an re Neandertalan wekî paşvemayî, bêaqil û hov wesf dane. Tevî ku, zanîn û têgihiştinê li ser wan di civaka zanistî de ji hîngê were pir guhartiye, wêneya mirovê şikeftan ê prîmîtîv di çanda popûler hîn serdest e.
Tê fikirîn ku teknolojiya Neadertalê pir pêşketî bû. Tê de pîşesaziya amûrên kevirî heye, û dibe ku tê de şiyana vêxistin êgir û çêkirina agirdankên şikeftê, çêkirina qetranê darê darberkê, çêkirina kincên sade mîna betanî, hûnandin, gerîna Deryaya Navîn, bikaranîna nebatên biderman û dermankirina birîndarên giran jî, depokirina xwarinan, û bikaranîna awayên cuda-cuda ên xwarinçêkirinê wekî biraştin, kelandin, û dûmankirin, hebin. Neandertal rêziyeke fireh ya xwarinan xwar, bi piranî memikdarên simkirî, lê herwiha heywanên girs, nebat, memikdarên biçûk, çûk, û çavkaniyên avî û deryayî xwarin. Çend nimûneyên ramana sembolîk û hunera Serdema Keviran a Kevn bi awayekî nepişrastkirî Neanderthal wek çêkerên wan tên hesbandin, bi taybetî xemlên ku ji hestiyên çûkan an ji qalikan hatine çêkirin, berhevokên tiştên sosret, wek krîstal û fosîl, û nexşkirin, berhemdana muzîkê ku ji hêla Bilûra Divje Babe ve hatiye destnîşankirin, û nîgarên şikefta Spanî, yên berî 65,000 sal ne. Hin îdiayên ku baweriyên dînî yên Neadertalan hebûn hatine kirin. Neandertal mimkin e ku kariye biaxivin, dibe ku bi lêv bikin, herwiha tevliheviya zimanê wan nayê zanîn.