Nesip Gültekin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nesip Gültekin
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nesip Gültekin di sala 1954'an de li Pasûr a girêdayî Amedê hate dinê. Dibistana seretayî li Gundê Kuyê kuta dike. Dibistana Mamostetiyê ya Seretayî li Erxeniyê kuta dike û di sala 1976'an de dest, li gundê Pêdar a Perwarî ya Sêrtê dest bi mamostetiyê dike. Dû re li Pasûr, Bismil û nav Amedê de mamostetyiyê didomîne. Di salên 1993-1998'an de di lijneyên Egitim-Senê de cih digire û ji sala 1998'an heta 2001'ê jî di rêveberiya wê ya Amedê de cih digire. Di sala 25'emîn a mamostetiyê de ji Amedê koçberî Erzeromê dibe. Li Erzeromê ji mamostetiyê malnişîn dibe.

Di Komeleya Mafê Mirovan de li Amedê nêzîkî 2 salan di rêveberiyê de cih girt. Di sala 2004'an de piştî ku Enstîtuya Zimanê Kurdî li Amedê hate damezirandin, damezirî û serokatiya wê jî kir.