Neteweperwerî (soranî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Netewperestî wate neteweyîbûn (ew wşeye le zimanî ferrenisîy nasionalisme û le wşeyi nation ke le binerretewe le wşeyi latînîy nascor wate ‌ (min hem), (ledayk bûm) yan (hatûme dunya) ـwe‌ hatuwe. ewaneyi ke ser bew bawerren be nasiyunalîst wate neteweyî nasirawn. Nasiyonalîzim cîhanbînîyeke ke leyekgrtuwîyi taybetmendîyekanî yek netewe‌ de cugrrafîyayiyekî diyarîkrawda serçawedegrê. Nasiyonalîzim ḧurmetî ferheng û mêjûî neteweyî degrê û xwaziyare bo damezirandinî dewlletêkî neteweyî be hemû taybetmendîyekanî xoyewe. Nnasiyonalîzim le destpêkî sedekanî 17 yi zayînî le Ewrupa serî hellda û ta sedeyi hejde drêjeyi bû û dew maweyeda damezirandinî ew dewlletaneyi lêkewetewe ke ewrro ême deyanbînîn û deyaninasîn. Dwayi şerrî cîhanîyi duwem hawterîbîyi nasiyonalîzim û marksîzim bûne hoyi serhelldanî bzûtineweyi rizgarîxwazaneyi ew gelane ke le jêr destellatî kolloniyalîstekan (îstî'mar) da bûn. Sererrayi ew rêz lêgirtineyi neteweyî û nîşitîmanî, nasiyonalîzim de ceẍzî gêrodeyîyekî ewîndarane da xodenwênê, dekrê nasiyonalîzim be lojîkêk bo gelanî azar çêşitû û pêrrêxiraw û pêşêlkraw dabinrê. Amancî‌ nasiyonalîzim be mebestî hawullatîyi wîstin û xellkî xoparastin daye, her boye nasiyunalîstekan dellên ewe debête hoyi yekgrtuwîye‌kî zortir û kemkrdineweyi çend berekî le‌ komellgayi yek neteweda ke serkewtuwîyi û rizgarî û bextewerî ew neteweyeyi lêdekewêtewe. Bellam rrexinegranî nasiyonalîzim delên ke ew xoşewîstî û ewîndarî neteweyîye debête hoyi ser helldanî şowînîzim ke naseqamgîrî aşitewayî‌ herêmekeyi lêdekewêtewe.
Taqmêk nasiyunalîst ded‌rêne pall çemkî wek xellk û gel. Lew peywendîyeda nasiyonalîzim le‌gell wşeyi rregez perestîy be yek mana dên. Beyek wata hellsengandinî nasiyonalîzim û regezperestîyi beyekewe le‌gell lîbirralîzim û dewlletêkî neteweyî ke têyda yasa ḧakme be helle legell ew taqme ke benêwî xellkêk rêgayekî çewaşekarîyan be dûrle nerîtî wek erk û maf bo gelêk grtibête ber bo weyke xellkêk be gşitî pêyi tawanbar bikrê le qellem bidrên, lêredaye ke debê ew taqme ke hemû nerîtî mafxwazî rewayi gelêk be hoyi tund û tîjî çewaşe deken legell gelêk be gşitî ke dawayi rizgarî xoyi le jêr destî deka ciya bikrênewe. Rahênan û pere pêdanî fulklor wek berhemî xoşewîstî û netewayeyî rewtêkî paş sedekanî 17 û 18 zayînî ye. Ew dunya xoşewîste‌ xeyallawîye le çawpêdaxşanêk be rabrdûyekî dûr wek binemayek bo selmandinî rasteqîne bûn û destkrd nebûnî ew mêjûye da debîndrêtewe. Le‌ zorbeyi ew wllataneda ke ew heste twanrawe awêteyi nasiyonalîzim bikrê, rahênan û nasandinî folklor bote lengerêk bo be hêzkrdinî komellgayi ew wllatane. Eweş degerrîtewe ser ew wllataneyi ke bûniyan wek wllatêkî serbexo le nêwan sallekanî sedeyi 18 da wek allman, fînlland, norrwêj nenasirabûn. Lew cêyane folklor wek kollekeyek bo bûjandineweyi ferhengî netewayetî be mebestî damezirandinî dewlletêkî neteweyî serbexo kesayetêkî berçawî bû. Le‌ maweyi sedeyi nozde da folklor her nexşî ew kesayetîyeyi gêrrawe û bote hoyi ewe ke berhemî edebî bikrête mîratêkî mêjuwîyi bo parawkrdinî ziman le komarî îrlend û herweha le zor wllatanî efrîqayî‌ da. Bellam le swîd folklor le rewtî nasiyonalîzimda bew radeye kelkî lêwerinegîrawe. Ta ew cêgaye hêmayi wîkîngekan û gustaw wasa gustaw adollf û karllî dwazde ew xeyallaneyan wek hêmayekî netewayetî ta radeyek bo herrêm û mellbendî taybetî we‌dîhêna. Û ta ew cêgaye ke ew hêma herêmîyane twaniyan nwênerayetî ta pleyi netewayetî le e‌sto bigirin, bo wêne sazkrdinî rewalletêk le dîmenî‌ mellbendî dalarina wek şwênêkî ke zortir‌ swîd bûniyan pêwediyare. Nasiyonalîzim lew ‌ullataneyi ke dûrrgen zortir le dewrî lawje wek folklor hatote gorrê, le ayslland be pêçewanewe, nasiyonalîzim le ser binemayi edebîyatî çîrokî serdemî sedeyi nawerrast wek folklor hatote gorrê, çunike folklorî bawî serizaran be hênd negîrabû û be pêçewanewe ew beyt û bawane krawne binemayekî nzimî pleyi ferhengîy.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]