Nexweşiya Sjögren

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nexweşiya Sjögren an jî sîndroma Sjögren nexweşiyeke kronîk a xwebexşandî (xweberger) e.

Sîndroma Sjögren[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pênasîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Otoîmmûn e (xwebergir)
  • Ji ber xirabûna xwebergiriyê di salivary gland/ rizînka Xoziyê û rizînka hêsran de, bi keratokonjituvît û kserostomî re xwe derdixwe holê.
  • Dibe ku prîmer yan sekonder be.
  • Ya sekonder pirên caran bi nexweşiyên romatolojîk yên din re derdikeve.

Klînîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiyake xel û bibinî û binî dest pê dike, her ku dem derbas dibe ziwabûna dev (berjenga herî zêde) û çav bêtir dibe, daqûrtandina gepên xwarinê û ziwabûna dev û xirabûna diranan ji encamên pir ji vê nexweşiyê ne. Enfeksiyonên zimên pir çêdibin. %25-60 xirabûna xwebergiriyê (ya herî pir parotîs) digre û dihêle biwerime. Nexweş hisek bi wan re çêdibe wek ku tiştek ketiyê çavên wan û tê radibe û bi piranî ji ber wê diçin nexweşxaneyê. Wek ekstra glanduler jî tesîrê li movikan dike û pnomonî û kronîk pankrîatît û atrofîk gastrît jî çêdike.

Teşxîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Berjengên çav û dev.
  • Vedîtiya keratokonjîktîvît sîkka
  • Girtina rizînkên Xoziyê yên tûkê û fokal sîalodent
  • Bi teknîkên tibî giştina encama ku rizînkên Xoziyê yên tûkê hatiye girtin ji aliyê nexweşiyê ve.
  • Pozîtîvbûna otonatîkoran (autoantybody)
  • Pozîtîvbûna testa Schirmer
  • Ji van her şeşên jor 4 hebin mirov dibêje nexweşî heye.

Tedawî û dermankirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dermanên alîkar ku laşê nexweş xurt bike
  • Ji bo ziwabûna çav û dev bikarhanîna qetra û avên lokal.
  • Dana steroîd û dermanên wek NSAÎ.