Nivîşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nivîşk

Nivîşk an jî nîvişk, cureyekî rûn e. Nivîşk, rûnekî ji şîrê ajalên wek (mih, pez) û mange (çêlek) tê çêkirin e. Rûnê ku ji dewê keyandî hatiye girtin nivîşk tê gotin. Nivîşk ji sedî 82 rûnê şîr e û wekî din jî av, şekirê şîr, mîneral, kolesterîn, vîtamînên di avê de heliyayî, proteîn, asît pêk tê.