Otîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Otîzm bi grekî tê wateya "xwe, xwetî, xwe bi xwe". Pirsgirêkeke kûr ê gihîştinê, mazinbûnê ye. Di psîkologiya zarokan de cihekê xwe yê girîng heye. Zarok têkiliyên xwe bi derve re biriye, naaxive, bala xwe nade bûyerên li devedora wê pêk tên, li dibistanê bipaşketiye, bersîvan nade pirsên mamoste hwd.

Cara yekem psîkiyatrîstê swîsreyî Eugen Bleuler, di sala 1911an de ev nav bikaraniye û wekî bingeha nexweşiyên şîzofrenî dîtiye. Leo Kanner, Hans Asperger, Lorna Wing hwd li ser otîzmê xebatên mezin kirine û wê ji şîzofreniyê veqetandine. Ji ber ku zarokên otîst nahêlin bersîvan bidin, pirr caran wekî kêmhişan tên dîtin, lê ev nerast e.

Li ser sedemên nexweşiyê, rewşa ji dayikbûnê pirr balkêş e. Ango ji dayikbûn bêî problem pêk hatiye an na. Rewşa malbatê ya sosyal, xebata zarokan ji bo aboriya malbatê, psîkotrawma , rewşa gihîştina motorîk, kêmasî di organîzmê de hwd balkêş in. Zarok 10-12 mehî de bi otîzma zûtir dikeve lê ev ne ji hemî zarokan e. Bi pirranî di 3 saliyê de destpê dike.

Pispor balê dikişînin rewşa germî ya malbatê. Dîvê di malbatê de germiya hezkirinê û têkiliyên hestî hebin. Ji bo tedawiya otîzmê ergoterapî ciheke girîng digire. Herwekî integrasyona sosyal, psîkoterapî û dermanên bijîşkî tên bikaranîn.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]