Ottawa
Ottawa | |
|---|---|
| |
| City of Ottawa | |
Ottawa li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 45°25′29″Bk 75°41′42″Ra / 45.42472°Bk 75.69500°Ra | |
| Parzemîn | Amerîkaya Bakur |
| Dewlet | Kanada |
| Li beşa îdarî |
|
| Paytexta |
|
| Dema avabûnê | 1 kanûna paşîn 1855 |
| Îdarî | |
| • Şaredar | Mark Sutcliffe (Jim Watson, 2022–) |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 2778.64 km2 (107.284 sq mi) |
| Bilindahî | 70 m (230 ft) |
| Nifûs | 1.017.449 (2021) |
| Dem | |
| Koda postayê | |
| Koda telefonê | 613, 343 |
| Malper | ottawa |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Ottawa, bi navê Otawa[1] jî tê nasîn, paytexta Kanadayê ye ku bajar li beşa başûrê parêzgeha Ontario, li xala tevêhevbûna Çemê Ottawayê û Çemê Rîdawê hatiye avakirin. Ottawa tixûbê Gatineau, Quebec û bingeha qada metropolî ya Ottawa-Gatineau (CMA) û herêma paytexta neteweyî (NCR) pêk tîne.[2] Li gorî daneyên sala 2021an nifûsa bajarî ya Ottawayê 1.017.449 kes e û nifûsa metropolî 1.488.307 kes e ku bajar bi vê nifûsê dibe çaremîn bajarê herî mezin ê Kanadayê û dibe çaremîn devera metropolî ya herî mezin ê li Kanadayê.
Ottawa navenda siyasî ya Kanadayê û navenda hikûmeta federal e. Li bajêr gelek balyozxaneyên biyanî, avahîyên sereke, rêxistin û saziyên hikûmeta Kanadayê ku di nav de Parlamena Kanadayê, Dadgeha Bilind, rûniştina cîgirê Kanadayê û Ofîsa Serokwezîrê Kanadayê heye.[3]
Di 1826an de bajêr bi navê Bytown hatiye damezrandin û wekî Ottawa di 1855an de hate saz kirin ku sinorên bajêr yên orîjînal bi gelek pêvekan ve hatine berfireh kirin û di dawiyê de di sala 2001an de jî ji bo berfireh kirina bajêr û bi zêdekirina bajarokekî sinorên bajêr carek din ji nû ve dîsa hatiye guhertin.[4] Hikûmeta şaredariyê ya Ottawa ji hêla Qanûna Bajarê Ottawa ya Hikûmeta Ontario ve hatiye damezrandin û tê birêvebirin. Li bajêr 24 herêman meclîsên şaredariyê ya hilbijartî û li seranserê bajêr bi tenê şaredarek hilbijartî heye.
Ottawa xwedan nifûsa herî xwendî ye ku li bajêr gelek zanîngeh, saziyên lêkolînê û saziyên çandî hene ku di nav wan de Zanîngeha Ottawayê, Zanîngeha Carletonê, Koleja Algonquinê, Navenda Hunerê ya Neteweyî, Galeriya Neteweyî ya Kanadayê hene.[5] Ottawa yek ji bajarên herî zêde yê Kanadayê ye serdana bajêr hatiye kirin ku di sala 2018an de zêdetirî 11 milyon kes serlêdana bajêr kirine.[6]
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê bajêr “Ottawa” di sala 1855an ji ber çemê Ottawayê hatiye hilbijartin ku nav bixwe ji peyva algonkincî adawe ku tê maneya “bazirganî”, tê girtin.[7] Di algonkinciya nûjen de, bajar wekî Odàwàg tê nasîn.[8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 6:2.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 tebax 2011. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Ottawa as the Seat of Government - The Physical and Administrative Setting - House of Commons Procedure and Practice, Third edition, 2017 - ProceduralInfo - House of Commons of Canada". www.ourcommons.ca. Ji orîjînalê di 2 gulan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
- ^ "A Brief History of Bytown - Run Ottawa". web.archive.org. 2 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 gulan 2021. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Ottawa's seven national museums | Ottawa Tourism". web.archive.org. 2 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 gulan 2021. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "CityNews". ottawa.citynews.ca. Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
- ^ Alan Rayburn (2001). Naming Canada: Stories About Canadian Place Names. University of Toronto Press. r. 231. ISBN 978-0-8020-8293-0. Ji orîjînalê di 20 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2015.
- ^ The Algonquin Way, Dictionary, "Odàwàg" Link Girêdana arşîvê 14 tîrmeh 2022 li ser Wayback Machine
