Pêşveçûn
Pêşveçûn, werar, peresan, peresîn, ew bîrdoza guhertina taybetmendiyên genetîk ên gelheyê cureyan dike, yên ku derbasî cisn û nijadên nû dibin.
Dîroka ramanê peresînê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bîrdoza peresînê ya ku behsa bijareya siruştî an xwezayî dike cara ewil bi awayeke berfireh ji aliyê Charles Darwin ve di pirtûka xwe ya ji sala 1859an de tê qalkirin. Di salên 1930î de bijareya xwezayî ya Darwin bi rêzikên mendelî yên irsîtiyê ve hatin girêdan. Bi vê yekê bîrdoza sentetîk a peresîn derket holê.
Genetîka[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Li gorî vê, gen rastî guhertinan tên û bi rêya çiftbûnê (yekbûnê) derbasî nijadên nû dibin. Bi riya mutasyonê guhartoyên cuda yên wan genan derdikevin holê û ew dikarin bibin sedema derketina taybetiyên nû. Fermo, ew varyant û rekombînasyon an nûyekbûn dibin sedema cudahiyên genetîk di nava kit an ferdan de.
Gava bi vî awayî guraniya van taybetiyan di nava gelheyekî de pirtir an kêmtir dibin, meriv qala peresînê dike. Guranî yan ji ber bijareya siruştî an xwezayî pêk tê (şansên cuda yên mucadeleya jiyanê û rêjeya yekbûnê) yan jî rasthatinî bi rêya cihêbûn û guherandina genetîkê.
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ Darwin, F. (1909). The foundations of the origin of species, a sketch written in 1942 by Charles Darwin (PDF). Cambridge University Press. r. 53. Ji orîjînalê (PDF) di 2012-05-16 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 2013-09-26.
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Agahiyên gelemperî
- "Evolution". New Scientist. Roja wergirtinê: May 30, 2011.
- "Çito peresîn kar dibe". Howstuffworks.com. Roja wergirtinê: May 30, 2011.
- "Pêşveçûna peresînê – 150 salên ku ser pertûka Darwin derbas bûne ser Orîjin an Jêdera Cureyan". National Science Foundation. Roja wergirtinê: May 30, 2011.