Pêjgeha mecar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Pêjgeha macar hat beralîkirin)
Gulaş di kilinceyê de

Ji pêjgeha mecar mirov xwarin û vexwarinên Mecaristanê fêhmdike. Kurdên YKSSê ji pêjgehê re kûxniya dibêjin. Bi gotina wan kûxniyaya mecar bandoreke mezin li yên gelên devedorê kiriye. Gava behsa pêjgeha mecar bê kirin gulaş, kulîçeya bi navê Esterházy, benî û salamên rengîn ên mecar tê bîra mirov.

Hin binavkirinên destexaneye mecarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Előételek (xurînî, xwarinên sivik)
  • Levesek (şorbe)
  • Saláták (selete)
  • Készételek („xwarinên amadeyî-hazir“)
  • Frissensültek (nû hatiye biraştin, bo.Mî. „Pariya Viyanayê (Wienner Schnitzel]]“ (Bécsi szelet))
  • Halételek an Halak (xwarinên masiyan)
  • Szárnyasok (permalî, kedanî, mamir)
  • Tészták (xwarinên ji hevîrê)
  • Sütemények (şîranî)
  • Sajtok (penîr)

Xwarin-vexwarinên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salamên mecar, di cîhanê de deng vedane
Csabai kolbász
  • Gulaş (gulyás)
    • Bográcsgulyás
  • Pörkölt
  • Halászlé (şorbeya masiyê)
    • Bajaer (şorbeya masiyê)
    • Szegedi halászlé (şorbeya masiyê)
  • Hurka (véres hurka: cure sosîs, májas hurka: sosîsa cîgerê, ji xwarinên goştê berazê, hurka û kolbász bi hev re wekî disznótoros tên binavkirin)
  • Bableves (şorbeya fasûlyeyê)
  • Lúdláb (şîranî ye)
  • Málnaszörp (vexwarina alkolî)
  • Bîra: Arany Ászok, Kőbányai, Dreher, Soproni Ászok, Borsodi
  • Balfi, Visegrádi, Szentkirályi, Fonyódi, Margitszigeti, Theodora

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Anikó Gergely: Ungarische Spezialitäten. - Tehmên macarî Könemann, Bonn 1999. (almanî)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]