Goşkar
Goşkar Yarlısu | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Gimgim (navend) |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 58[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°15′47″Bk 41°24′51″Rh / 39.26306°Bk 41.41417°Rh |
Bilindayî | 1.970 m |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Goşkar (1946: Göşkar[2], bi romî kirine: Yarlısu) gundekî bi ser navçeya Gimgima Mûşê ve ye. Li Bakurê Kurdistanê ye.
Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gund navê xwe ji goristana Goşkarbaba (gotegot) digire. Gorî baweriyan ev kes şehîdek e, kesayetiyek pîroz e. Bi taybetî ji aliyê bawermendên Elewî ve wekî kesayetiyek pêşawa tê dîtin. Navê Goşkarbaba di Gotegota sê birayan de jî derbas dibe. Gundên nêzîk Tanzîg, Mûskan, Qerqerût in.
Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
14 km ji Gimgim, 74 km ji Mûşê dûr dikeve. Hêlîpan: 39.263056°, Hêlîlar: 41.414167°. Bilindahiya axa wê ji rûyê avê 1.970 m ye.
Avhewa[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Klîmaya gund çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan sar û dirêj in.
Aborî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Şer, qedexekirina zozanan aboriya gund xirab kiriye. Ajalvanî û çandinî tê kirin lê aborî bi giranî li ser alîkariyên koçberbûyan e.
Wargehên balkêş[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Goristana Goşkarbaba
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Goşkarbaba (gotegot)
- Dewrêş Baba (Baba Dewrêş)
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ tuik, 2010
- ↑ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.