Pêldirêjahî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di fîzîkê da, pêldirêjahî dûrahiya navbera wan yekînên pêleka ber bi belavbûnê ye di frekanseka diyarkirî da. Di piraniya nivîsînan da, pêldirêjahî bi tîpa Yewnanî lambdayê (λ) dihêt nîşadan. Mînakê pêlan ruhnahî, pêlên avê û pêlên dengî ne.

Di pêlekê da, hemî saloxet li goreyê pêgehî (position) dihêt guhartin. Jibo mînak, ev saloxet jibo pêleka dengî xwe wekî pesta hewayî nîşadidit, an jibo ruhnahiyê xwe wekî mezinahiya qada asinrevayî an karevayî nîşadidit. Pêldirêjahiya frekansên ko guhên mirovî dikarin bibihîsin (20 Hz heta 20 kHz) dinavbera 17 metiran û 17 mîlîmetiran da ye. Ruhnahiya dîtarî (ya ko mirov dikarit bibînit) ji rengê sor ê tarî (bi gelemperî 700 nanometir heta binefşî (bi gelemperî 400 nanometir) in (430-750 THz). Jibo mînakên dî li şebenga karevayîasinrevayî binihêre.

Haviliya bi frekansê ra[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêldirêjahî (λ) bi awayekê bervajî hevrêjeya frekansê (ν) ( ya Yewnanî) ye, anko hijmara navberkên (peryodên) pêlê ko di yekîna demê da ji xalekê derbaz dibin.