Parmenîdes

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Parmenîdes
Parmenides.jpg
biguherîneBelge

Parmenîdes an jî Parmenîdesê Eleayî (bi yewnaniya kevn: Παρμενίδης, lat. Parmenídēs, bi kurdî wekî Parmenîdis bixwîne) li salên 540ê berî Îsa heta 580ê berî Îsa jiyaye. Ew feylezofekî grekî li mêtingeha yewnanî ya Eleayê li başûrê Îtalyayê bû.

Yekem filozof e ko rasyonalîzm di felsefeya wî de hatibe dîtin. Damezrênerê felsefeya eleayî ye. Parçeyên helbestekê bi navê "li ser xwerriskê" ji wî mane ko dibêjit "ji bo rastîyê, ketwar 'an wekî ew dibêjit ko heye' êk e, guhorrîn ne mimkin e, û hebûntiştekê bê dem, êkreng, bivê-nevê û pêdivî, û negihorr e"; Ew bi nîqaşên xwe yên heta mirî bi Heraklîtos re di derbarê hebûn û gerdonê de bi nav û deng e. Heraklîtosî digot "kes du caran pê yên xwe nakit nav êk rûbarî" anko hemî tiştên cihênê berdewam di guhertinê de ne. Lê wî digot "mirov nikarit du caran pê yên xwe bikit nav rûbarekî de"

Jiyana wî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]


Felsefeya wî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bingeha felsefeya xwe li ser rehenda rastitî ava kir, ku ev rehende jî di bêje cihan neguherr e û her tiştê niha ko di cihanê de heye rastiyeke û ew tişt ji destpêka xwe de hebû û heta hetayê neguherr e û nikare jî ji nav biçe. Vê bîrokeyê di nav Girekan de bi şêweyeke here mezin ciyê xwe girt. Ji aliyê rehenda bîr û baweran ve ko Heraklîtos û hevalên wî bi stêrknasî, xweza û mîtolojî dane pêş, bi nêrîna Parmenîdes xweza ji du tuxman bingeh digre ku tuxma yekem birûskedar, çalak û agirdar e, ya duyemîn kiz û tarik e. ji ber vê feylezofên ko piştî Parmenîdes hatine ew wek babê mîtafîzîkê li Girîka Kevin dane nasîn.

Parmenides hebûn wekî tiştekî hemekî di dî, û li wê bawerê bû hebûn neguherr û neliv e. çimkî ger hebûn bi karibe were guhertin pêwîste ji formekî bo formeke din were guhertin û bibe nebûn, mînak gerim kirina avê ew dihê guhertin dibe hilm lê hilm tiştek e ko hebûna xwe heye, ango hebûn nehat guhertin ji bo nebûnê îca guhertina ku dibe ji hebûnê bo hebûnê ye nek jî hebûnê bo nebûnê. ev jî nayê wateya guhertinê lewa cihan neguherr e. Ji ber vê Parmenîdes bawerî bi nebûnê tune bû.

Ew hebûna ku Parmenîdes behis dike hebûneke hemekî ye, li gora wî hemû babetên hemekî bi tenê em dikarin bi rêya hişê xwe bi zanibin ji ber ko hestên me nikarin jê bi zanin. Parmenides bi her şêweyî hestan ret dike û dibêje hebûn heye kes nikare bejê ko hebûn tune, nebûn tune ye û kes nikare bibêje nebûn heye. ji ber vê wî bawerî bi çi guherînên radîkal, abstraktî û rîşeyî tune û dibêje hebûn heye hebûn her ber bî hebûnê diçe ji ber ku nebûn tune ye hebûn dê her bi hebûnî bimîne.

Elbet ko Parmenîdes tev guhertinên ko di xwezayê de pêk di hatin bi çavên xwe di dîtin û hestên wî ageh ji van guhertinan hebû, lê hişê wî tiştekî cuda ji wî re digot. Dema ew hatî naçarkirin ko di navbera hest û hişê xwe de yekî ji wan bi helbijêre wî hişê xwe helbijart. Gotina "Bawer ji çi tiştan neke ger tu bi çavên xwe nebînî" li ba Parmenîdes bê raman û wate bû, ji ber ko ew li wê bawerê bû ko hestên mirovan dîmenên ji derew ên cihanê pîşanî wan didin û ew dîmen bi tiştê ko hiş dibêje re nagunce. Ji ber vê wî wek feylezof hemû karên xwe ên felsefî terxan kirbûn ko xiyaneta hestan bi hemû rengên xwe ve aşkira bike.

Ev bawerî a mezin bi hişê dihê niyasîn bi felsefeya hişê yan jî rasyonalîzim.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]