Parmenides

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Fîlozofê grekî Parmenides

Parmenides (bi yunanî Παρμενίδης, bi kurdî wekî Parmênîdis bixwîne) li salên 540 heta 580an BZ jiya ye, ew feylezofekî grekî bû û li mêtingeha Îlîyan a Grekistanê li başûrê Îtalya yê. Yekem filozof e ku rasyonalîzm di felsefeya wî de hatibe dîtin. Ew bi nîqaşên xwe yên heta mirî bi Heraklîtos re di derbarê hebûn û gerdonê de bi nav û deng e.

Felsefeya wî[biguherîne]

Bingeha felsefa xwe li ser rehenda rastitî ava kir, ku ev rehende jî di bêje cîhan neguherr e û her tiştê niha ku di cîhanê de heye rastiyeke û ew tişt ji destpêka xwe de hebû û heta hetayê neguherr e û nikare jî ji nav biçe. Vê bîrokê di nav girekan de bi şêweyeke here mezin ciyê xwe girt. Ji aliyê rehenda bîr û baweran ve ku Heraklîtos û hevalên wî bi stêrknasî, xweza û mîtolojî dane pêş, bi nêrîna Parmenides xweza ji du tuxman bingeh digre ku tuxma yekemin birûskedar, çalak û agirdar e, ya duyemîn kiz û tarik e. ji ber vê feylezofên ku piştî Parmenides hatine ew wek babê mîtafîzîkê li grîka kevin dane nasîn.

Parmenides

Parmenides hebûn wekî tiştekî hemekî di dî û li wê bawerê bû hebûn neguherr û neliv e. çimkî ger hebûn bi karibe were guhertin pêwîste ji formekî bo formeke din were guhertin û bibe nebûn, mînak gerim kirina avê ew dihê guhertin dibe hilm lê hilm tiştek e ku hebûna xwe heye. ango hebûn nehat guhertin ji bo nebûnê evca guhertina ku dibe ji hebûnê bo hebûnê ye nek jî hebûnê bû nebûnê. ev jî nayê wateya guhertinê ji lew cîhan neguherr e. Ji ber vê Parmenides bawerî bi nebûnê tune bû. Ew hebûna ku Parmenides behis dike hebûneke hemekî ye, li gora wî hemû babetên hemekî bi tenê em dikarin bi rêya hişê xwe bi zanibin ji ber ku hestên me nikarin jê bi zanin. Parmenides bi her şêweyî hestan ret dike û dibêje hebûn heye kes nikare bejê ku hebûn tune, nebûn tune ye û kes nikare bibêje nebûn heye. ji ber vê wî bawerî bi çi guherînên radîkal, ebistraktî û rîşeyî tune û dibêje hebûn heye hebûn her ber bî hebûnê diçe ji ber ku nebûn tune ye hebûn dê her bi hebûnî bimîne.

Elbet ku Parmenidesî tev guhertinên ku di xwezayê de pêk di hatin bi çavên xwe di dîtin û hestên wî ageh ji van guhertinan hebû, lê hişê wî tiştekî cuda ji wî re digot. Dema ew hatî naçarkirin ku di navbera hest û hişê xwe de yekî ji wan bi helbijêre wî hişê xwe helbijart. Gotina "Bawer ji çi tiştan neke ger tu bi çavên xwe nebînî" li ba Parmenides bê raman û wate bû, ji ber ku ew li wê bawerê bû ku hestên mirovan dîmenên ji derew ên cîhanê pîşanî wan didin û ew dîmen bi tiştê ku hiş dibêje re nagunce. ji ber vê wî wek feylezof hemû karen xwe ên felsefî terxan kiribûn ku xiyaneta hestan bi hemû rengên xwe ve aşkira bike.

Ev bawerî a mezin bi hişê dihê niyasîn bi felsefeya hişê yan jî resyonalîzim.