Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Hizbî Dêmokratî Kurdistanî Êran
KurtePDK-Î
Sekreterê giştîMistefa Hicrî
AvakerQazî Muhemmed
Damezrandin16 gelawêja 1945, Mahabad
ÎdeolojîDemokratîk Sosyalîzm
Cihê têkoşînêRojhilatê Kurdistanê
Malper
http://pdki.org/english/

Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yek ji partiyên serekî û neteweperwer ên kurd li Kurdistana rojhilat e.

Danasîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, partiya pêşeng û şoreşvan ya xelkê Kurdistana Îranê ye û hemû tex û qatên gelê Kurd bo gihîştina bi armancên partiyê, ku di bernameyê de hatine, di nav refên xwe de rêk dixe. Navê partiyê di astê navneteweyî de “Democratic Party Of Iraniyan Kurdistan” û kurtiya wê jî “PDKI” e. Arma Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pêk hatiye ji: Bazinek bi rengê şîn, ku li aliyê wê yê rastê gule genimek bi rengê zer heye, û li aliyê çepê jî çerxeke pîşesaziyê bi rengê sipî heye ku ji heft dendan pêk hatiye. Di naverasta baznê de rojek ku deh tîrêj lê ketine û çiyayek bi rengê kesk. Di bin armê de di navbera gule genim û çerxa pîşesaziyê de, zemîneyeke sor 32 heye ku pirtûkeke sipî li ser de ye û hejmara 1324 di bin pirtûkê de hatiye nivîsîn ku sala avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye. Têdîtin: di çalakiyên PDKÎ li astê navneteweyî û derekî de di cihê sala 1324, 1945 tê bikar anîn, û li bin armê de jî “PDKI” tê nivîsandin.

Organa herî bilind ya partiyê kongire ye. Kongire her çar salan carekê ji endamên eslî, cîgir û şêvirmendên Komîteya Navendî û nûnerên endamên din ên partiyê, bi radeyekê ku Komîteya Navendî diyarî dike pêk tê, bi awayekê ku du ji sê endamên kongireyê li encama pirosya hilijartinê, beşdarî kongireyê bin. Kongireya awarte li ser daxwaza Komîteya Navendî, yan du li ser sê ya personêlên tewaw dem yên partiyê pêk tê.

Organa herî bilind ya di navbera du kongire da Komiteya Navendî ye. Sekreterê Giştî û Cîgirê Sekreterê giştî yê partiyê û endamên ku Deftera Siyasî hildibijêre li hember Komîteya Navendî de berpirs in.

Deftera Siyasî ji sekreterê giştî, cihgirê sekreterê giştî û hejmareke endamên Komîteya Navendî, ku ji aliyê Komîteya Navendî ve tên hilbijartin, pêk tê. Di dema navbera du civînên Komîteya Navendî de, Deftera Siyasî organa herî bilind a birêveberî û berpirsê cîbicîkirina biryarên Komîteya Navendî ye. Deftera Siyasî civînên xwe pêka hewcehiyê pêk tîne û rapora xebata xwe dide Komîteya Navendî.

(Ev danasin li gor kongireya 15emîn ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hatiye nivîsîn)

Sekreterê Giştî yê vê partiyê Mistefa Hicrîye.

Di sala 2006ê de di nava vê partiyê de şer derket, lihevnebûn çêbûn û paşî grûbek ji vê partiyê veqetî û bi navê HDKÎ partiyek ava kir.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di 15ê gelawêja 1945'an li Mehabadê wek PDK'a yekem ji aliyê 61 ticar, kargerên dewletê, mamostên ayînî, xwedan ax û serokeşîran ve hat damezİrandin. Serokê PDK-Î yê yekem Qazî Mihemed bû. Li rasti de ew parti cînişîna Komeleya Vejiyana Kurd an KJK bû ku sê sal berî hatibu damezirandin.

159 rojan piştî damezirandina PDK-Îyê, li 22yê çileya 1946an ew partî karî bi kelk girtin ji doxa lebara wê serdemê Îranê yekemîn komara kurdî li rojhilatî Kurdistanê bi navê Komara Kurdistan damezirîne ku dîroknivîsan dibêjinê Komara Kurdistanê li ber ku ew komar bajarê Mehabadê kiribû paytexta xwe.

Komara Mehabadê bi tenê 11 mehan jiya, ji ber ku hikûmeta Îranê peymanek dijî bi kurdan li gel Sovyetê çêkir û êriş kir ser Kurdistanê. Hejmareka mezin ji lîder, serok û endamên komarê ji aliya hikûmeta Îranê hatin girtin û 20 ji wan li bajarên Mehabad, Bokan û Seqizê hatin darve kirin.

Kêmtir ji dû salan piştî rûxana komarê, PDK-Î xebata xwe bi veşartî kir.

Piştî salên 1950an li Îranê bi rêberiya siyasetmedar û serokwezîr Mihemed Miseddiq li dijî Şah Mihemed Reza û emperyalîstan helwest hate nîşan dan ku dixwastin hem erkên şahê Îranê kêm bikin hem jî îstîsmara emperyalîstan xelas bikin. Kurdên Rojhilata Kurdistanê di vî wextî de li gel Mihemed Misediq bûn. Di hilbijartinên herêmî yên li sala 1952yê PDKÎ bi awayeke azad tevlî hilbijartinan bû û di hilbijartinan de dengekê biqîmet destxist. Lê ev demokratîzekirin û reformekirina Mihemed Misediq biserneket û bi derbeyeka bi alikariya CIAyê ji aliyê şah ve ji kar hate dûrxistin. Piştî ketina serokwezîr Mihemed Misediq, artêşa Îranê berê xwe da Rojhilata Kurdistanê û kurdên deverê aşt kirin.

Li sala 1964ê de rewşenbîrên PDKÎyê bang kir ku li dijî rêjima Îranê şerê çekdari bikin. Di encamê de ji 50 kesan bêhtir endamên PDKÎ, ku serokeşîr, mela, karker, rençber di nav de, jiyana xwe ji dest dan. Piştî van rûdanan PDKÎyê xebatên xwe nepenî kirin [1]. Di van salan de PDKÎyê nekarî bi şerê çekdarî mafê xwe ji rejîma Îranê bistîne. Her wisa li Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rêberiya Mistefa Barzanî, têkiliyên xwe li gel Îranê xurt dikirin ku li dijî Îraqê şer bike. Ji ber van sedeman di nava PDKÎ de dudilî derket ku li gel Îranê şer bike an na. Li sala 1967ê grûbek ji PDKÎ veqetî û li Îranê şer dijî Îranê dan destpê kirin lê biserneketin û gelek ji wan hatn kuştin.

Li sala 1975ê di navbera Îran û Iraqê de Hevpeymana Cezayîrê hate destnîşan kirin. Piştî vê destnîşanê Mistefa Barzanî nekarî alikariyê ji Îranê werbigire û hevsenga di navbera Îran-PDKÎ û Iraq-PDK xerabû. Dîsa PDKÎyê di nav gel karên çekdarî hêdî hêdî dan destpê kirin.

Piştî raperîna xelkê Îranê dijî desthilata şah, li sala 1979 û rûxana rejîma şah, li Rojhilata Kurdistanê û Îranê de valahiyeke leşkerî rûda. Di vê rewşê de PDKÎ û hindek rêxistinên din yên kurdî li Mahabad û derdora kontrol kirin. Xûmênî dema şoreşa Îslamî çêbû sozdabû kurdan ku Kurdistan bibe xweser û daxwaz û armancên rêxistinên kurdî jî ew bûn. Lê piştî serketina Şoreşa Îslamî ew soz hatin jibîr kirin û di navbera rêxistinên kurd û pasdarên Îranê de şer derket. Di vî şerî de PDKÎ, Komele û kesê bi navê Şêx Îzedîn Huseynî rêbertî ji bo kurdan kirin. Di gelawêja sala 1979ê de kurdan bajarê Pawe ji destê leşkerên Îranê derxist. Dest danîn ser çekên wan. Lê li sala 1984ê rêjima Îranê hemî herêmên kurdî dîsa dagir kirin. Li sala 1989ê de jî serokê PDKÎ Ebdulrehman Qasimlo di hevdîtîna wî li gel rêvebirên Îranê de hate kuştin. Li sala 1992yê de jî serokê piştî Qasimlo, Mihemed Şerefkendî bi suîkastekê jiyana xwe ji dest da.

Li sala 1997ê de Mihemed Xatemî yê namzedê reformxwazan bû serokkomar û dest bi reforman kir. Kuştinên li dijî serokên kurdan hat rawestin.

Kongre yên PDK-Î[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ala Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê

PDK-Î heta nehe 13 kongreyan bestîye:

  1. Kongra 1945
  2. Kongra 1946
  3. Kongra 1973
  4. Kongra 1980
  5. Kongra 1981
  6. Kongra 1984
  7. Kongra 1985
  8. Kongra 1988
  9. Kongra 1992
  10. Kongra 1995
  11. Kongra 1997
  12. Kongra 2000
  13. Kongra 2004

Liderayeti ya PDKÎ Komîta Nawendi ye ku ji 23 endamên sereki u 12 endamên laweki dêt berhev.

ji wan endaman 7 kesan wekî defterê siyasi dên helbijardin ku Sekretera giştî jî yek ji wan e.

Endamtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sekreterên Giştî yên PDK-Î[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Qazî Mihemmed (22.01.1946-31.03.1947)
  2. Ebdulrehman Qasimlo (1973-1989)
  3. Mihemed Sadiq Şerefkendî (1989-1992)
  4. Mistefa Hicrî (1992-...)

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ The Political Development of the Kurds in Iran: Pastoral Nationalism- F. Koohi-Kamali-r:169

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]