Komara Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Komara Kurdistanê
Komarî Kurdistan
Alaya Kurdistanê Nîşana Herêma Kurdistanê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: "Ey Reqîb"
LocationRepublicofKurdistan.png
Zimanên fermî Kurdî


Paytext Mehabad
Sîstema siyasî Komar
 - Serokkomar
 - Serokwezîr
Qazî Mihemed
Hacî Baba Şêx
Rûerd
 - Giştî

37,437 km2
Serxwebûn 22'ê rêbendanê 1946 - 17'ê berçileyê 1946[1]




Komara Kurdistanê an jî Komara Kurdistanê ya Mehabadê[2] komareke kurdî bû ku serbajarê wê Mehabad bû. Komar, di 22'ê çileya sala 1946'an de ji aliyê serokê wê Qazî Mihemed ve hate ragihandin.

Berî Avabûnê[biguherîne]

Piştî encamdana serhildanên Şêx Ubeydelayê Nehrî û Simkoyê Şikak, di nava Kurdên Rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. Seyîd Huseyîn Huznî Mukriyanî ku ji Mahabadê ye, bi rêya zanayê Îranî Ahmed Kesrewî Tebrîzî tevgera Naziyan û fikra Naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara Şûle derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsê netewê Kurd dike ku Kurd jî ji qewmên Aryanin û divê wek Almanan Kurd jî împeretorıya xwe ava bikin. Fikrên Mukriyanî di navbera rewşenbîrên Kurdên rojhilat de her dihatin niqaş kirin û tesîra xwe jî li rewşenbîran kir[3]. [4].

Li sala 1941ê de Şahê Îranê Riza Şah bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê da ye. Şûna Riza Şah, kurê wî Muhemmed Riza Şah dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên Kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên Şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Heta li wê demê li derdora Urmiyê gelek tesîran van eşîran çêbû ku gelek kar û xebatên nebaş dikirin. Wê demê wekî her derê Îranê li Kurdistanê jî kaoseke mezintir hebû[5]. Li Mehabadê ji aliyê hindek rewşenbîrên Kurd ve Komeley Jiyanewey Kurdistan hate ava kirin. Vê komeleyê nêzîkî 3 sala xebatên xwe nepenî kirin. Her wisa li Mehabadê dagirkirina Sovyetan hebû. Leşkerên Îranê çekênxwe berdan û hemû vegerîn bajarên xwe. Piştî paqijkirina hêzên çekdarî li Mukriyanê, wek çekdarî tenê hêzên eşîrî man. Li herêma Seqiz û Bane serokeşîrê Begzadeyan Heme Reşîd Xan bû fermanrewayê herêmê. Bajarê Serdeştê ket bin destê kurê Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Letîf. Li Mehabadê jî hemû barê bajar ket ser milê Qazî Mihemed û brayê wî Ebulqasim Sedir Qazî. Qazî Mihemed ji bo ku eşîr Mehabadê dagir nekin, li gel serokeşîrên din hevdîtin pêkanî û biryarên hevpar dan ku zererê nadin hevdu [6].

Hêzên Rusî bi giştî bi şêwirmendiya Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê Îran dagir kiribûn. Bi alikariya Tirkên Azerbaycana(Ecem) Sovyet, Azerbaycana Îranê jî hate dagir kirin. Gelek axa Azerbaycana Îranê dikeve nava Rojhilata Kurdistanê, ji ber vê sedemê jî Tirkên Azerbaycanê mecbûr man ku ji Kurdan alîkariyê bixwazin. Sekreterê yekem yê Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê Mîr Cefer Baxirov di daxuyaniyeke xwe de wiha dibêje: Pirsgirêka Kurd, nuqteya qelstirîn ya Îran û Tirkiyê ye û sîlehê xweşik yê İngilîzan e. Divê ev xal çi wextan ji bîran me neçe. Divê li nav Ecemên başûr û Kurdan de têkiliyên xurt werin ava kirin. Her çi be bila bibe, divê li gel Kurdan zimanekê hevpar were ava kirin. Xebatên me yên di nav Kurdan de; divê Kurd guhê xwe nedin îstîxbaratên derve û divê ji bo ku Kurd ji serxwebûna xwe çek nehilgirin[7]. Di payîza sala 1941ê de İngilîz dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û Bokanê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku İngilîz bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî ingilîzan li gel serokeşîrên Kurd hevdîtinê dikin. Efserên Rûsî Selîm Atakşîuv û hevalê wî Caferov u Kurd bû di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê Kurdan ve jî Ebulqasim Sedir Qazî û serokeşîrên Kurd amade bibûn. Li vê derê efserên Sovyetî, van Kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinan li gel Cafer Baxirov [8]. Jixwe paşî 18ê mijdara 1941ê eşîra Tirk Şahsevenî, 20ê mijdarê rewşenbîrên Tebrîzê û 27ê mijdarê de jî nêzî 30 serokeşîrên Kurd çûn Bakûyê û li gel Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin. Piştî vegera serokeşîrên Kurd, Qazî Mihemed tevî serokeşîrên Mameşan û Mengur ji bo ku çareserkirin û aştîdanan navbera gelên Kurd û Ecem çûn Urmiyeyê. Jixwe vê pêngavê paşî tesîra xwe nîşan da ku ti caran li herêmê di navbera Kurd û Eceman de şer û pêvçûn rûneda [9].

Piştî dagirkirina Rûsan a Îran û Rojhilata Kurdistanê, tevlîhevî û kêşeyên mezin li herêm qewimîn. Di nav vê kaosê da dewleta Tirkiye jî xwest ku bi hinceta ku Kurd zilmê li Eceman(Tirkên Azerbaycanê) dikin xwestin bikevin nav xaka Rojhilata Kurdistanê. Her wisa balyozê Rûsî yê wê demê digot ku Tirk dxwazin Azerbaycanê dagir bikin û tevlî Tİrkiyê bikin[10].

Li wî dewrî desthilata Îranê bi taybetî li rojavayê Îranê nemabû, rojavayê Îranê ketibû bin desthilata Kurd û Azerbaycaniyan. Di vê demê da Rûsî jî ketin rojavaya Îranê. Hatina Rusî bo Kurd û Azerbaycaniyan bo sîwanek li dijî Şahê Îranê. Li sala 1942an de li Mahabadê ku di bin desthilata Rusî de bû bi navê Niştiman (rojname) kovarek bi beşdarbûna 11 kesan ava bû[11]. Niştiman di demek din dibe rojnameya fermî ya Komeley Jiyanewey Kurdistanê. Di Niştimanê de xwestekên reformê her wisa li ser şerê eşîran û serokên eşîran nivîsar tên nivîsîn. Ji bo yekitiya Kurdan kêmasî û astengiyên eşîran tên gengeşe kirin[12]. Piştî li Azerbaycana Îranê Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê hate ava kirin, baa Kurdan jî ket Sovyetan ku alikariya Kurdan jî bikin. Hindek rewşenbîr û serokeşîrên Kurd ji Mîr Cefer Baxirov xwestibû ku li Mahabadê jî wek Tebrîzê dibistaneke 7 salî were vekirin, nexweşxaneyeke 25-30 cihrazanî were vekirin ku xizmeta gel bike. Her wisa xwestin ku hindek xwendekar Kurd li xwendingehên leşkerî û sivîl de bixwînin ku paşî werin xizmeta Kurdistanê bikin[13]. Li sala 1945an de Komele belav bû, piştî belavbûnê bi pêşengiya Qazî Mihemed Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê hate ava kirin. Di bernameya partiyê de ji bo Kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê Kurdî hwd. hebûn[14]

Di bernameya PDKÎ de xalên girîng ev in[15]:

  1. Kurd dê serbixwe bin di nava xaka Îranê de, di kar û xebatên xwe yên herêmên Kurdî de dê serbixwe bin
  2. Ji bo karên rêvebirinê dê kurdî were serbest kirin û di kar û xebatan de kurdî dê were bikaranîn
  3. Rêvebirên dewletê yên li vê derê dê ji nav xelkê deverê were hilbijartin
  4. Bi lezgînî endamên Konseya Deverî ya Kurdistanê bi dûçûna qanûnên hilbijartinê dê werin hilbijartin ku kar û xebatên deverê bikin
  5. Bi qanûneke giştî, pirsgirêkên di navbera xwedî-ax û rênçberan de dê werin çareser kirin û ji bo paşerojê rolên wan dê bên aşkera kirin
  6. Partiya Demokratîk ya Kurdistanê dê kedeke taybet xerc bike ku brayetî yekbûnê di navbera gelê Azerbaycanê û gelên din yê Azerbaycanê(asûrî,ermenî, hwd..) de pêk bîne
  7. Partiya Demokratîk ya Kurdistanê dê bixebite ku aramiyê ji bo xelkê Kurdistanê pêk bîne
  8. Em hêvîdarin ku gelên di Îranê de dijîn dê ji bo azadiya xwe û aramiya xwe bi hev re bixebitin


Piştî Almanyayê xwe teslîm kir di şerê cihanê yê duyem de, Îran jî ber bi guherîne ve diçû, ji ber ku hêzên emperyalîst ji ber parastina Îranê ji Almanyayê ketibûn Îranê. Êdî wextê vekêşana hêzên van dewletan hatibû ku meclîsa Îranê jî ev dixwast. Sovyetan jî ji bo piştî vekişînê hêza wana siyasî bimîne, xebatên xwe li Azerbaycanê û Kurdistanê bi awayekê propagandî dewam kir. Tirk û Kurd bihêz dikirin ku li van deran herêmên xweser ên di bin tesîra Sovyetan de bimîne, ava bikin. 28ê îlona 1945ê de Mir Cefer Baxirov ji Stalîn re raporekê dişîne, di raporê de wiha dibêje:

Avabûn[biguherîne]

Merasîma daxuyandina Komara Kurdistanê
Merasîma bilindkirina ala Kurdistanê

Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Di 22'ê çileya sala 1946'an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çwarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.

Li ser avabûna Komara Kurdistanê McDowell wiha dibêje:

Di roja bangewazîrikirina Komara Kurdistanê de gelek kesên navdar, serokeşîr, nas, gundî, bajarî li dor komîteya navendî û pêşewa Qazî Mihemed berhev bûn. Li ser kombûna van kes û karan Wezîrê Perwerdehiyê Mîrza Menaf Kerîmî wiha bibîrtîne:

13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Her çiqas Komara Mehabadê heta demeke kin berdewam kir jî, di wê demê de bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî artêşa welêt sazkir. Hikûmeta Komarê herwiha rêxistinên aborî, civakî, wêjeyî, hunerî û leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê kurdî bi fermî hate pejirandin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14'ê adarê de, Komîteya Jinan hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mîna Qazî di xebatên jinan de, roleke aktîv leyist.Serokê Komîteya Jinan bû. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê

23yê nîsana sala 1946ê de di navbera Kurd û Azeriyan de peymaneke dostînî hate destnîşan kirin. Temsîla kurdan di bin rêberiya Qazî Mihemed, ya azeriyan jî di bin rêberiya Cefer Pîşeverî de bû. Gelek kesên navdar û serokeşîr di vê peymanê de hebûn. Li Tebrîzê ev peyman hate destnîşan kirin[16].

9ê tîrmeha sala 1946ê de Pêşewa tevî 30 kesan geştekê dike bo Tahranê ku ji bo maf û xwestinên kurdan li gel rêvebirina Tahranê gengeşe bike. Lê di vê hevdîtinê de armanca rêvebiriya Tahranê ew bû ku kurd û azeriyan li dijî hev bikarbînin û dawiya her du komaran bi destê wan bînin. Di van rojên li Tahranê de Pêşewa Qazî Mihemed hevdîtinek li gel pêşewayê Serhildanên Agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa re jî di mala Îhsan Nûrî de hevdîtin kiribûn. Piştî têkçûna serhildanên agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa çûbû Tahranê û li wir niştecî bibû. Di vê hevdîtinê de xwarzayê Qazî Mihemed,Seîd Hûmayûn jî hazir bû, di derbarê mala Îhsan Nûrî Paşa de wiha dibêje:

Her weha Seîd Hûmayûn dibêje ku hûrgiliyên hevdîtinên Qazî Mihemed, Îhsan Nûrî Paşa û balyozê Brîtanyayê di bîranînên Dr. Haşim Şîrazî de tomarkirî ne. Piştî van hevdîtinan Pêşewa vedigere Tebrîz û ji wir jî diçe Mahabadê. Piştî Mahabadê diçe niştecihên kurmancîaxêv li herêma bakurê kurdistana îranê. Li herêmên Urmiye, Mako, Selmas, Xoy li gel serokeşîr û mezinên bajêran ve hevdîtin kirin. Li her dera diçûyê çi kurd be çi azerî çi jî ermenî bi coş dihate pêşwazî kirin.

Jiyana Civakî[biguherîne]

Piştî dagirkirina Îranê ji hemû gelên Îranî ve fersendên mezin çêbûn. Neteweyên wekî kurd û azeriyan di jiyana xwe ya civakî de zimanê xwe yê dayikî li her derê bikardianin. Ji bo belavbûn û biqîmetbûna zimanê dayikê fersendên mezin çêbûn. Zimanê dayikê li nav berhemên hunerî de dihate bikaranîn. Piyesa kurdî a bi navê Dayika Niştiman bi coş ve ji aliyê gel ve hate seyr kirin.

Bi dûçûna Ebdulrehman Qasimlo li Kurdistanê ev pêşketin çêbûn;

Hikûmeta Komara Kurdistan[biguherîne]

Çend wezîrên Komara Kurdistanê li gel Qazî Mihemed
  1. Serokkomar: Qazî Mihemed
  2. Serokwezîr: Hacî Baba Şêx
  3. Wezîrê Karên Navxwe:Muhemmed Emîn Muînî
  4. Wezîrê Darayiyê: Ehmed Elahî
  5. Wezîrê Şer û Parastin: Seyfî Qazî
  6. Wezîrê Karên Derve: Evdilrehman Îlhanîzade (Mohtedî)
  7. Wezîrê Rêyan: Îsmaîl Îlhanîzade
  8. Wezîrê Posta, Telefon û Telegraf: Kerîm Ehmedeyn
  9. Wezîrê Perwerdehiyê: Menaf Kerîmî
  10. Wezîrê Kar : Xelîl Xûsrevî
  11. Wezîrê Ticaretê: Hecî Mistefa Davudî
  12. Wezîrê Tenduristiyê: Seyyîd Muhemmed Eyyûbiyan
  13. Wezîrê Dadê: Mela Husên Mecdî
  14. Wezîrê Çandiniyê: Mehmûd Welîzade
  15. Wezîrê Danasînê: Sidiq Heyderî

Hêjayî gotinê ye ku çend ku Komara Kurdistanê xwedî hikûmetekê jî bûye, gelek kar û barên Komara Kurdistanê ji aliyê komiteya navendî ya PDK-Î dihate kirin[17].

Xebatên Hikûmeta Kurdistanê[biguherîne]

  1. Fermîkirina zimanê kurdî di dibistan û rêvebirina dewletê de
  2. Perwerdehiya mecbûrî ji bo zarokan û belaş amadekirina du taxim bergên fermî ji bo xwendekaran
  3. Sazkirina polên perwerdehiyê ji bo temendaran û kampanya têkoşînê ji xwendinê
  4. Sazkirin û rêvebirina çapxaneyê ji bo çapkirina rojname, kovar û pirtukan
  5. Weşandina çend rojname û kovaran bi zimanê kurdî. Wek rojnameya Kurdistan û kovarên Helale, Hawara Niştiman, Girûgalî Zarokên Kurd hwd.
  6. Sazkirina hêza Pêşmerge
  7. Sazkirina komîteya jinan û parastina mafê wekheviya jin û mêran
  8. Pêkanîna ewlekarî û aramiyê di hemû herêmên azad de
  9. Berfirehkirina cihên zanistî
  10. Pêkanîna pêwendiyên bazirganî digel dugelên cîran
  11. Ragihandina daxwazên gelê kurd bo cîhanê, wek di konferansa Potsdamê û danasîna gelê kurd bo cîhanê[18]

Artêşa Komara Kurdistan[biguherîne]

Qazî Mihemed di gel leşkeran
General Mistefa Barzanî û serdarên Komara Kurdistanê

Heta ku Komara Kurdistanê hatiye ava kirin, hêzên kurdî bênîzam bûn. Hêzên kurdî bênîzamî tevdigerîn û têkilî û haya wan bi hev nebû. Ji ber van sedeman hêza pêşmerge 17ê berfanbara sala 1945ê de hate damezirandin. 4 kesên Kurd di bin wezareta berevaniyê de bi fermana Qazî Mihemed bûn general[19].;

  1. Mihemed Huseyn Seyf Qazî : Wezîrê Berevaniyê, her wisa serkanê hêza pêşmerge bû.
  2. Mela Mistefa Barzanî: Serokê hoza Barzaniyan
  3. Mihemed Reşîdxan Qadirxanzade : Serokê hoza Begzadeyên Baneyê
  4. Emer Xan Şikak :Serokê hoza Şikakan

Artêşa Komara Kurdistan ji du beşa pêk tê. Beşa Yekem leşkerên perderweyî ne, hejmara wan 3 hezar peşmerge bûn. 2 hezar ji wan suwarî bûn û 1 hezar ji wan jî peyayî bûn. Beşa duyem ji leşkerên eşîran pêk dihat ku hejmara nêzîkî 15 hezar kesan bû[20]. Perwerdeya van peşmergeyan li salên 1940an de ji aliyê leşkerên pîlebilind yên ji Artêşa Îraqê veqetîn re dihate dayîn[21].

Di payîza sala 1942yê de ji aliyê Sovyetan ve ji bo 400 kesan ku navên wan nivîsî bûn, tifingek birno û 100 gule hatin dayîn [22].

Aborî[biguherîne]

Aboriya Komara Kurdistan li ser bac û şirketa Terakkî ve birêvediçû. Di nav bajarên girêdayî Kurdistanê ve bac dihatin standin. Ji bo bac standinê du komîsyon hatibûn ava kirin. Komîsyonekê li navendên bajaran ji ticaran bac disitandin,komîsyona din jî li gundewaran ji xwedanên axê bac disitandin. Şîrketa Terakkî jî ji aliyê komîteya navendî ya PDK-Î dihate rêvebirin û li ser navê Komara Kurdistan ticaret dikir. Dahateyên aboriyê bi giştî li ser bazirganiyê bû û bazirganî jî bi giştî li ser firotina cigareyan bû, bo dewleta Sovyetan[23]

Rûxana Komarê[biguherîne]

Bi dûçûna hevpeymana li Çileya 1942an de ji aliyê Îran-Sovyet û İngilîzan hatiye destnîşan kirin diviyabû ku İngilîz û Sovyet piştî şerê cîhanî, di 6 mehan de ji Îranê derbikevin. Lê berî vekişînê Sovyetan li gel Îranê hevpeymanek dî destnîşan kiribû ku têkiliyên sovyet û îranê ên aborî dê her dewam bikin û her wisa hatibû gotin ku pirsgirêka Azerbaycanê(Kurdistan jî di nav de) pirsgirêka navxweyî Îranê ye û divêt îran bi awayek aştiyane vê pirsgirêkê çareser bike.24ê Adara 1946ê de leşkerên Sovyetan dest bi vekişandinê kirin. Dema vekişîna hêzên Sovyetan li rojavayê Îranê xelas bû hêzên leşkerî yên Îranê berfanbara 1946an de bi alikariya hêzên DYAyê êrîş bir ser Azerbaycan û Kurdistanê[24]. Hêjayî gotinê ye ku givaşa DYA tesîrbar bû li ser vekişîna Sovyetan.

Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed û Azeriyan paşve hêdî hêdî kişand û dest bi vekişîna leşkerên xwe kirin. Ev vekişîn atmosfereke sar di navbera gelên Kurd û Azerî de. Her çend reşbînî ketibe nav van her du gelan de jî, hê jî hêviya wan hebû ku pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Piştî vekişîna Sovyetan, Kurd û azeriyan li derê Tahranê dida ku pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Bi serokatiya Pîşeverî di nav heyetê de Seyfî Qazî jî hebû ku nûnerê Kurdan bû, çûn Tahranê û 13ê xizîrana 1946ê de hevpeymanek di navbera heyetê û hikûmeta îranê de hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê [25];

  • Dahatûyên li Azerbaycanê û Kurdistanê tên kom kirin dê %75ê li herêmê bimîne, %25 jî dê biçe Tahranê.
  • Leşkerên Azerbaycanê û kurdistanê dê wek jandarmayên hikûmeta îranê werin bicîh kirin.
  • Ostanên sêyemîn û çaremîn yên Îranê wek Azerbaycan dê werin binav kirin. Ostana sêyemîn; Herêmên Tebrîz û Erdebîl, ostana çaremîn; Xoy, Urmiye, Mahabad, Merexe û Bîcar dihundirîne.
  • Xwendina van herêman d3e bi sê zimanan were kirin: Kurdî, Farisî, Azerî

Her çend ev hevpeyman hatibe destnîşan kirin jî, hikûmeta Îranê li ser gotina xwe nema û serokwezîrê Îranê Kavam di 21ê mijdara 1946ê de got ku ji bo ewlehiya hilbijartinên 7ê berfanbarê li Îranê, dê leşkerên Îranê biçin her derê Îranê. 4ê berfanbara 1946an de hêzên Îranê êriş li ser Azerbaycanê dan destpê kirin. Di 14ê berfanbara sala 1946'an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17'ê berfanbara sala 1946'an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand.20ê berfanbarê de hemû Kurdistan û Azerbaycan hate dagir kirin. Serokê Azerbaycanê Pîşeverî ber bi Sovyetan ve reviya lê Qazî Mihemed soza anî cih. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû[çavkanî pêwîst e]:

Piştî rûxandina Komara Azerbaycanê ji layê dewleta Îranê ve bi awayeke xerab, di nav Komara Kurdistanê de jî tirs çêbû. Komîteya Navendî ya PDKê kom bi serokatiya Pêşewa û biryara teslîmbûnê da. Pêşewa nedixwast ew hovîtiyên li Azerbaycanê çêbûn li Kurdistanê jî çêbin. Soz da gelê xwe ku heta dawiyê ew dê li Mahabadê bimîne û ku zerar negihîje Kurdistanê dê bixebite. Jixwe serok û rêberên Azerbaycanê revîbûn û bi fedaîyên azerî gelek berxwedan çênebû û hovîtiyek mezin li bajarê Tebrîzê rûda.Piştî biryara Komiteya Navendî ya PDKê, General Mistefa Barzanî roja 17ê berfanbar 1946ê de ji Pêşewa xatira xwe xwast. Dema di hevdîtina Pêşewa ala Kurdistanê ku li ser maseya karê wî bû, pêça, ramûsa û da destê Mele Mistefa û got:

Paşî Mele Mistefa û hêza wî ji Seqiz ber bi hidûdê başûrê Kurdistanê rêketin. Her wisa gelek eşîrên piştgirî didan Komarê ji komarê veqetîn. Piştî ku hate zanîn Kurdistan nikare xwe li dijî dewleta Îranê biparêze; Serokayetiya Komara Kurdistanê li Miyandûabê xwe teslîmî General Humayunî kirin. Berî ku darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed jê re tê xwestin ku dixwaze çi bibêje, ew jî axiftinên dawî vedibêje:

Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî ku nûnerê Mahabadê bû di parlamena Îranê de, li meydana Çarçira ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31'ê adara 1947'an de hatin dardekirin. Gelek rêvebir û berpirsiyarên Komara Kurdistanê an hatin darvekirin an jî hatin zindanîkirin. Piştî vî wextî rêvebirina Şah, bihêztir lêhat û li sala 1949ê de gelek alîgirên PDKê hatin girtin û zindanî kirin.

Sedemên Rûxanê[biguherîne]

Ji bo sedemên rûxana komarê nivîskar Fereshteh Koohi Kamali wiha dibêje:

Olga Jigalina jî li ser xalek dî disekîne û dibêje ku Komara Kurdistanê encax %25ê hemû Kurdistana Îranê be, ev jî tê wê wateyê ku hemû Kurd di nav komarê de nîn in. Ev parçebûna Kurdan ji bo Îranê rewş asantir dikir. Her wisa dema hêzên Îranê ji bakurê Mahabadê hatin. Hêjayî gotinê ye ku ew jî Kurd bûn[26]. Lê divêt ev jî bê zanîn ku sebeba beşdarbûna hemû Kurdan ne tenê girêdayî kurdan bûn. İngilîzan Sîne û Kirmaşan dagir kiribûn û têkiliya van deveran bi herêma Mukriyan re nemabû. Hêjayî gotinê ye ku Îbrahîm Nadirî ku bi eslê xwe ji Kirmaşanê bû ji bo xîzmetkirina Kurdistana serbixwe de hatibû Mahabadê û bibû cîgirê wezîrê perwerdehiyê. Her wisa gelek kurdên din jî ji Kirmaşan û deverên din hatibûn Mahabadê[27]. Bi dûçûna -xwarzayê Pêşewa Qazî Mihemed û her wisa her dem li gel Qazî bû-, Seîd Hûmayûn sedemên têkçûne du ne, yek sedemên derveyî ne û sedemên din jî navxweyî ne;

Têkiliyên Kurd û Azeriyan[biguherîne]

Di vî wextî de têkiliyên Kurd û Eceman, Kurd û Tirkiyê, Tirkiye û Eceman balê dikşîne. Tirkiye ji ber tirsa pirsgirêka xwe ya Kurd û gefên Rûsî ku dixwastin li bakur-rojhilatê tirkiyê, hindek parçeya Gurcistanê, hindek jî parçeyên Ermenistanê ye, nedixwast bi aşkerayî alikarî an jî desteka Ecemên Îranê bike. Hikûmeta Azerbaycanê bi alikariya Azerbaycana Sovyetan gelek axa Kurdistana Îranê dagir kiriye. Serokê mîsyona Azerbaycana Sovyetê M.C. Baxirov jî dixwast Kurdistanekê di nav Azerbaycana Îranê de ava bikin lê xuya bû ku plana Sovyetan ew bû ku Kurdistaneke xweser wek Azerbaycanê ava bikin. Di raportekê de ku ji Tebrîzê bo M.C. Baxirov re hatiye şandin wiha dibêje:

Lê Qazî Mihemed wek Baxirov û siyasetmedarên Azerbaycanî nedifikirî, Qazî dixwast ku Kurd jî wek her netewekî azad bijîn li ser rûyê erdê. Piştî ku li Bakuyê Qazî Mihemed û heyeta wî li gel Baxirov hevdîtin kirî, vegerî welat û xwast pirsgirêkên devera kurdnişîn û azerînişîn çareser bike. Jixwe li herêma Urmiyeyê dest bi hevdîtina kir. Bi serokeşîrên Mengur û Mameşan ve çû Urmiyeyê. Dest bi hevdîtinan kir li gel eşîrên Kurd ên herêma Urmiyeyê. Ji eşîra xwest ku dest ji destdirêjahiyê berdin û ji kesayetên herêmê xwest ku aştî di navbera kurd û azeriyan de hebe [28]. Di encama van hevdîtinan de heta Komara Kurdistan û Komara Azerbaycanê hatine rûxandin jî çi şer û pevçûn di navbera kurd û azeriyan de çênebû. Lê hêjayî gotinê ye ku ji ber germahiya biryara dagirkirina Îranê bo van herdu herêman, wext nema ku ev herdu gel li dijî hev xebatê bikin.

Di avakirina herdu komaran de ferqek girîng heye ku ji bo Komara Azeriyan reforma axê û pirsgirêkên karkeran yekemîn pirsgirêk bû lê ji bo kurdan pêşvebirina neteweyetiya kurdî girîngtir bû. Jixwe li deverên kurdî pêkhateyên senayiyê û endûstriyê kêm hebûn lê li Azerbaycanê ev pêkhate gelek hebûn. Her wisa di navbera kurd û azeriyan de pirsgirêkên hidûdî jî hebûn ku heta herdu komar hatin rûxandin jî hidûdên van herdu deveran berçav nebûn. Jixwe Hikûmeta Azerbaycanê û Sovyetan, Kurdistan di nav Azerbaycanê de dihesiband. Hem ji ber vê dîtinê hem jî ji tirsa dagirkirina Îranê ev xal negihişt radeyeke cidî.

Rêzçawaniya Avabûna Komarê[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Wêje[biguherîne]

  • The Republic of Kurdistan. Fifty Years Later. in: International Journal of Kurdish Studies. Library, Brooklin NY 11.1997, 1 & 2. ISSN 0885-386X
  • William Eagleton, Jr.: The Kurdish Republic of 1946. Oxford University Press, London 1963.
  • Moradi Golmorad: Ein Jahr autonome Regierung in Kurdistan, die Mahabad-Republik 1946 - 1947 in: Geschichte der kurdischen Aufstandsbewegungen von der arabisch-islamischen Invasion bis zur Mahabad-Republik, Bremen 1992, ISBN 3929089009
  • M. Khoubrouy-Pak: Une république éphémère au Kurdistan, Paris u.a. 2002, ISBN 2-7475-2803-0
  • David A. McDowall: Modern History of the Kurds, I. B. Tauris, 1996 (Current revision at May 14, 2004). ISBN 1-86064-185-7
  • Susan Meiselas: Kurdistan In the Shadow of History, Random House, 1997. ISBN 0-679-42389-3
  • Archie Roosevelt, Jr.: The Kurdish Republic of Mahabad. in: Middle East Journal. Washington DC 1947,1 (July), pp. 247-69. ISSN 0026-3141
  • Kurdish Republic of Mahabad. in: Encyclopedia of the Orient.
  • The Kurds: People without a country. in: Encyclopedia Britannica.
  • Yassin, Burhaneddin A., Vision or Realty: The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947, Lund University Press, Lund/Sweden, 1995. ISSN 0519-9700, ISBN 91-7966-315-X Lund University Press. ou ISBN 0-86238-389-7 Chartwell-Bratt Ltd.

Çavkanî[biguherîne]

  1. (tirkî) Kürtlerin 11 ay süren tarihi sevinci: Mahabad Cumhuriyeti
  2. Roja 17/01/1946: Dawiya Komara Mehabadê û Rojanekirina Nirxandinekê enstituyakurdi.com
  3. B.P. Logashev, Turkmeni Irana , Moskva; İzdatelstvo Vostoçnoy Literaturi ,1976, r96
  4. İran'da etnopolitik hareketler, Gülara Yenisey, r131
  5. B.P. Logashev, Turkmeni Irana , Moskva; İzdatelstvo Vostoçnoy Literaturi ,1976, r248
  6. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:40
  7. Soğuk savaşın İlk Çatışması, İran Azerbaycanı, r:55
  8. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:42
  9. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:43
  10. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r. 59
  11. G.Lenczowski, Russia and the West in İran 1918-1948. New York: Ithaca,1949,r.249
  12. D. McDowell,Modern History of Kurds,London,Tauris 2000, r.238
  13. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r. 153
  14. Qasimlo, Kurdistana Îranê, r.30
  15. The Political Development of the Kurds in Iran: Pastoral Nationalism- F. Koohi-Kamali-r:106
  16. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:78
  17. The Republic of Kurdistan: The making of Kurdih İdentity in İran: Abbas Vali
  18. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:141
  19. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:52
  20. The Kurdish Republic of 1946: William Eagleton
  21. The Republic of Kurdistan: The making of Kurdih İdentity in İran: Abbas Vali
  22. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:43
  23. The Kurds in İran, The Past, Present and Future-Kerim Yildiz and Tanyel B.Taysi, r:17
  24. McDowell,Modern History of Kurds,London,Tauris 2000, r.242
  25. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r. 450
  26. Olga Jigalina, Nasionalnoye Dvijeniya Kurdov v İrane, (1918-1947gg), Moskva: İzdatelstvo Nauka, 1998, r145
  27. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:109
  28. Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:43