Qazî Mihemed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qazî Mihemed
Qazî Mihemed
Serokê Komara Kurdistanê
Wezîfedarî
22ê kanûna paşîn 1946 – 15ê kanûna pêşîn 1946
Jînenîgarî
Jidayikbûn1ê gulana 1893an
Mehabad
Mirin10ê adara 1947an (53 salî)[1] / 31ê adara 1947an[2]
Mahabad
Partiya siyasîPDK-Î
HevjînMîna Qazî
Zarok1 law û 8 keç:
Dê û bav
PîşeParêzer
biguhêreBelge

Qazî Mihemed (jdb. 1900[1] − m. 10ê adara[1] / 31ê adara 1947an[2] li Mehabadê), dadger, sazkerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û serokê Komara Kurdistanê bû. Di heman katî de jî serokkomarê pêşîn yê kurdan e.

Malbat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi dûçûna gotinên temendarên malbata Qazî, kesê yekem ku hîmê binemala Qazî daniye, mirovek bi navê Muhemed e ku di serdema Dewleta Sefewiyan de hatiye welatê Mukriyan. Her çawan be, yek ji neviyên Muhemed bi navê Mîrza Mehmûd cara yekem dibe qaziyê şerî yê herêmê. Ew mirovek zanyar û di destnivîsê de gelek serkeftî bû. Çendîn berg Quran bi destnivîsa xwe ya xweşik yadîgar hiştine. Mîrza Mehmûd Qazî sê kur hebûn; Mîrza Qasim Qazî, Mîrza Ebdula û Mîrza Muhemed, ev her sê bra jî li herêmê dihatin nasîn, kesên navdar bûne. Mîrza Qasim Qazî kurekê bi navê Mîrza Ehmed hebû. Pênc kurên Mîrza Ehmed hebûn; Qazî Wehab, Hacî Şêx Celal, Qazî Fetah, Mîrza Qasim Qazî û Qazî Letîf. Ji nav van brayên Mîrza Qasim Qazî jî bapîrê Qazî Muhemed bû. Mîrza Qasim Qazî çar kur hebûn; Qazî Elî, Ebulhesen Seyfulquzat, Mîrza Ebdula Qazî û Mîrza Ebdurehîm. Qazî Elî jî du kur hebûn; Qazî Muhemed û Ebulqasim Sedir Qazî. Her wisa kurekê Ebulhesen Seyfulquzat jî bi navê Mihemed Huseyn Seyf Qazî hebû ku ew jî her dem di gel Qazî Muhemed bû[3].

Malbata Qazî li herêmên kurdnişîn gelek bi navûdeng bû. Bavê Qazî Muhemed jî kesê navdar bû li herêma Mukriyan. Qazî Elî li gel keça Axa Şêr Begê serokeşîrê Feyzulahbegiyan Gewhertac Xanim re dizewice. Di vê zewacê de 7 zarokên wan çêdibin lê sê ji wan hêj di zarokatiya xwe de wefat dikin. Yên mayî Xedîce Xanim, Qazî Muhemed, Ebulqasim Sedir Qazî û Amîne Xanim bûn. Piştî mirina dayîka Qazî Muhemed li sala 1910ê, Qazî Elî bi Zîba Xanimê re dizewice û ji zewacê jî keçek bi navê Fatima çêdibe[4].

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qazî Mihemed bi cilên kurdî

Qazî Muhemed hêj di zarokatiya xwe de dest bi xwendinê dike li cem bavê xwe. Hêj 10 salî, dayîka wî Cewhertac Xanim ji vê dinyayê bar dike. Di esnaya şerê cîhanê yê yekemde li bajarê Mahabadê pêşiyê dagirkirina Osmaniyan, piştî çûyîna Osmaniyan jî dagirkirina Rûsan destpê dike. Di şerê dijî Rûsan ve malbata Qazî berxwedaneke mezin dike. Di encama şerê dijî Rûsan de, mamê Qazî Mihemed, Qazî Feteh ji aliyê Rûsan ve tê kuştin. Piştî şer jî jinbava Qazî, Zîba Xanim wefat dike[5].

Piştî derbeya Reza Şah desthilat li Îranê guherî û Îran ber bi modernîzmekê ve diçû. Reza Şah li her deverê Îranê dibistan dan vekirin. Li Mahabadê jî dibistanên kurîne û keçîne hatin vekirin. Qazî di vî warî de gelek xebitî ku ev dibistan werin vekirin.

Qazî li sala 1930ê de bi jineke Mehabadî Mîne Xanim re dizewice. Li sala 1931ê de jî bavê ji vê cîhanê bar dike. Erka qazîtiya şerî ya bajêr li ser milê Qazî dimîne. Hemû karên perwerdehî, civakî, rêveberî û pirsgirêkên bajêr ku bi agahdarî û bi rêberiya Qazî Mihemed ve çareser dibûn. Li sala 1928ê de cara yekem komeleya Şerûroja Sor(Heyva Sora Îranê) li Mehabadê vedibe. Qazî Mihemed gelek alikariya vê rêxistina xêrxwaziyê kir û heta sala 1941ê jî serokatiya fexrî ya vê komeleyê kir[6].

Qazî ji bo ji bûyerên li herêm û dinyayê diqewimin gelek rojname û kovar jî dixwandin; rojnameya Şefeq Sor a bi farisî, kovara Peyman a farisî ya Ehmed Kesrewî û kovara Gelawêj ku li Bexdayê ji aliyê Seyda Elaeddîn Secadî ve dihate weşandin dixwendin[7].

Karên siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qazî Mihemed têkiliyên xwe li gel gelek kesên siyasetmedar, zana, rewşenbîr re xurt dikir. Qazî li gel serokê mîsyona dînî yê Amerîkayî Mr.Miler û bijîşkê Almanyayî Dr.Şalek re xurt kiribû. Ji van kesan zimanên Almanî û İngilîzî zanî. Her wisa Qazî ji layê fêrbûna ziman ve gelek jêhatî bû, frensî, almanî, ingilîzî, tirkî, rûsî, farisî jî dizanî. Bi zanîna wî ya zimanan, têkildariya wî bi zanyariyên dinyayê jî xurt bibû. Li rojhilata navîn li ser Kurdan gelek tişt zanîn, têkildariyên xwe li gel kurdên deverên din pêşvebir. Peymana Sewrê û hatina hêzên Simkoyê Şikak bo Mehabadê gelek tesîr li ciwan û kesên herêmê kir. Di serhildana Şêx Mihemed Xiyabanî yê tirk ku li Tebrîzê de jî li Mehabadê ji aliyê rewşenbîrên kurd bi pêşengiya mamê Qazî Ebdulhesen Seyfulquzat ve ku Qazî jî di nav da komîteyek ava kirin. Di salên 1927ê ta 1930ê jî li bakurê Kurdistanê Serhildana Ararêtê hebû. Wê demê jî Qazî têkilyên baş û nepenî li gel azadîxwazên Kurd hebû. Her wisa têkiliya wî bi rêvebirên Xoybûnê; Mele Ehmed Fewzî û Şêx Ehmedê Sirîlava jî xurt bûn[8].

Li sala 1941ê de Sovyet serokeşîr û mezinên Kurdan ji bo hevdîtina vedixwîne Bakûyê. Qazî Mihemed piştî vexwendina Sovyetan vegerî Kurdistanê û li herêma Urmiye ku şer di navbera Kurd û Eceman de dernekeve xebitî û heta dawiya Komara Kurdistanê û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê jî çi pêvçûn û şer di navbera van gelan de çênebû.

Qazî Mihemed piştî salek ku ji avabûna Komeley Jiyanewey Kurdistan, li mala Ehmed Îlahî de bi sonda xwe ya li ser Quranê bû endamê vê komeleyê. Navê wî di komeleyê de Bînahî[9].

Ragihandina Komara Mehabadê ji layê Qazî Mihemed ve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 22ê kanûna paşîn a 1946an (2ê kanûna paşîn a 1324an) de li Meydana Çwarçira Qazî Mihemed ragihand ku Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) hatibû sazkirin[10]. Di kanûna pêşîn a 1946an de piştî têkçûyîna Komarê, di 10ê adara[1] / 31ê adara 1947an[2] de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Meydana Çwarçira ya Mehabadê hatin dardekirin.

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Seîd Humayûn (2006). Pêşewa Qazî Muhamed: bîranînên Seîd Humayûn bi alîkariya Haşim Selîmî. Doz, Stembol. Rûpel 18
  2. ^ a b c McDowall, David (2004). A Modern History of the Kurds (Çapa 3). I.B.Tauris. r. 245. ISBN 9781850434160.
  3. ^ Seîd Humayûn (2006). Pêşewa Qazî Muhamed: bîranînên Seîd Humayûn bi alîkariya Haşim Selîmî. Doz, Stembol. Rûpel 19
  4. ^ Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:21
  5. ^ Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:26
  6. ^ Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:32
  7. ^ Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:34
  8. ^ Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:28
  9. ^ Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:46
  10. ^ William Eagleton Jr (1963).

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • William Eagleton Jr (1963). The Kurdish Republic of 1946. Oxford University Press.