Patrick Blackett
The Right Honourable The Lord Blackett OM CH FRS | |
---|---|
Navê rastî | Patrick Maynard Stuart Blackett |
Jidayikbûn | 18 çiriya paşîn 1897 |
Mirin | 13 tîrmeh 1974 London |
Cihê goristanê | Goristana Kensal Green |
Hevwelatî | Brîtanî |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Meqam | |
Partiya Siyasî | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Patrick Maynard Stuart Blackett, Baron Blackett OM CH FRS (jdb. 18ê çiriya paşîn a 1897an li London, Brîtanya; m. 13ê tîrmeha 1974an li London) fîzîknasekî Brîtanyayî bû. Sala 1948î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li dibistana Royal Naval College a Dartmouth û Osborne dixwîne û tevlî artêşê dibe. Li Cambridge, Göttingen perwerdeya fîzîkê dibîne. Sala 1933î dibe profesor.
Bi destpêkirina şerê cîhanê yê duyem, dîsa vedigere artêşê û wekî gerînendeyê zanyarî yê hêzên hewayî dixebite. Li ser U-Boot û Antî U-Bootan lêkolînan dike. Ji bo artêşa Brîtanî li çekên nû digere.
Sala 1953î Blackett dibe dekanê fakûlteya fîzîkê ya Imperial College of Science and Technology a Londonê. Îro ev dibistan bi navê wî tê binavkirin. Di nava salên 1965 heya 1970 Blackett, serokê Royal Society bû.
Sala 1969 ew payeya Baron werdigire. Sala 1924î dizewice.
Xebat û girîngiya wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bingeha lêkolînên wî pirranî bipêşxistina çekên nûjen bo artêşê bû. Sala 1933î elektronan ji hev cuda dike. Elektronên pozîtîv û yên negatîv li hev kom dike. Li ser fîzîka parçeyan û dijî parçeyan lêkolînan dike. Herwiha ew jî li ser fîzîka dendikî radiwestiyabûye.
Piştî şerê duyem bala xwe berdide tîrêjên kozmîk. Sala 1948î li ser spekûlasyonên îzotropîya tîrêjên kozmîk û manyetîka wan radiweste.
Blackett di ciwaniya xwe de bi polîtîkayê re jî bilîbûye. Di nava komên çepgir û paşê jî di nava refên Partiya Karkeran de cihgirtiye. Berevaniya sosyalîzmê kiriye.
Xelat û paye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Royal Medal a Royal Society, 1940
- American Medal for Merit (ji bo xebatên birêvebirina şerê U-Bootan), 1946
- Xelata Nobel a fîzîkê, 1948
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |