Penaberî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Penaberî di nava avaniya civakê û şêniya wê de, diyardeyên bingehîn ên bi bandor dide xuyakirin. Penaberî ji şûnwarên xwe û bê xwesteka xwe her wiha bi sedemên ne xwezayî cihê wan tê guherîn. Her wiha ji ber sedemên siyasî an jî netewî ji cihekî din bi darê zorê dişînin ber bi cihekî din ve, ango ji civakbûn, malbetbûn, tekekesbûn an jî girûpên pê re jiyan dike ji cihê ku hatiye dinê terk dike. Ev şêniya ku cih bi cih şûna xwe diguhere re, jê re tê gotin şêniya koçberiyê. Li gorî pîvanên qada navnetewî: Koçberî ji bo bi cihbûn an jî xebatê ye, ji bo wê şênî dikare di nava welatan de cih biguhere. Koçberî wekî ku di nava sînorên netewî de çêbibe, di heman wextê de di nava sînorên navnetewî de jî dibe. Koçberiyên di nava sînorên navnetewî de, jê re tê gotin koçberiya hundirîn. Ji koçberiya derdikeve derveyî sînorên netewî re jî wekî koçberiya derve tê binavkirin. Koçberiya hundirîn; Lê xweşnehatina deşt û çiya û balkêşiya bajaran dihêle ku di qadên zozanan de jî di nava herêman de an jî, ji zozanekê ber bi zozaneke din ve koçberî bibe. her wiha di nava bajaran de koçberî ji gundan ber bi bajaran ve, jiboyî mewsîmê koçberiyên demkurtî jî, jê re tê gotin cureyên koçberiyê.

Koçberiyên derve: Ji welatekî ber bi welatekî din ve, an jî koçberiyên li hemberî koma welatekî koçberiyên di nav parzemîn û deryayan de an jî di roja me ya îro de bi peyman, lihevhatinên du alî koçberiyên ji bo kar an jî koçberiya mejî ye . Di tebeqe kirina çêbûna koçberiyê de, dibe ku pîvana herî girîng di derbarê pêvajoya girtina biryara koçberiyê de ye. Biryara koçberiyê û dîsa kesên ku vê çalakiyê pêk tînin her wiha heger ev biryar bi dilxwazî hatibe girtin, ev tevgera koçberiyê ya bi dilxwazî ye.

Koçberiya bi dare zorê: Beşekî şêniyên ji ber sedemên zilm û zora li hemberî wan tê bikaranîn, biryara vê koçbûnê digirin. Her wiha ev mirovên ku bi vî awayî koçber dikin ji derveyî vîna wan bi îradeya hinek din ku li ser hatiye sepandin neçarî vê dibin. Sedemek din jî ew e ku ew herêma ku tê de jiyan dikin rewşa civakî, aborî, çandî û derûnî tê rewşekî wisa ku lê nayê jiyîn, ji ber vê sedemê ji vê re dibêjin koçberiya bi darê zorê. Tevgera koçberî ya neçarî wekî ku di nava sînorên netewî de çêdibe ,dibe ku derkeve dervayî sînorên netewî jî.

Sedem û neyniyên ku di encama koçberiyê de li bajaran derdikevin holê :

  1. Bajarbûna ne wekhev û ne hemaheng, pirsgirka xwegihadinê ya rê re vedike
  2. Bajarên ku xerabun pêş dikevin

a. dihêle ku arazî ji bo çandiniyê zêdetir were bikaranîn. b. Di bajaran de rê, kolan, deware her diçe zêdetir dibe c. Bajar bê pilansazî û xerab pêş dikeve xizmetên darayî yên bajêr zêdetir dibin. d. Di bajaran de cihê lîstok, parkan û şînatî têra şêniyan nake e. Di qada perwede tenduristî û xizmetên civakî de , têra hemû bajar nake

  1. Bajarbûna nehemahengî;

a. Pirsgirêka kerîzê (qanalîzasyon) her diçe zêde dibe b. Pêwîstiya ava vexwarin û bikaranînê tê astekê ku pêşwazî nake, çavkaniyên avê her diçe qirêj dibin c. Ji bo sinaî pêwîstiya avê her diçe kêm dibe d. Qirêjiya hawîrdorê digihêje astekê wisa rasterast jiyana mirovan dixe xeteriyê e. Ji ber qelbalixiyê tenduristiya mirovan bi neyînî bandor dike

  1. Bajarbûna xirabe û ne tendurist, rê lê vedikin ku bûyerên curbecur yên kiromonlojî zêde bibe
  2. Bêkariya di bajaran de veguheriye pirsgirêkekî bingehîn ku were dahurandin

Ev bendên ku me li jor qala wan kiriye û çavkaniya van pirsgirêkan hemûyan sedema koçberiya hundirîn e û diyardeya bajarbûna ne wek hev e . -Li Kurdistanê koçberî: Her çiqas di dema impertoriya osmaniyan de koçberiyên cuda cuda li ser kurdan û civakên din hatibin pêkanîn jî, piştî şerê cîhanê yê yekemîn dabeşbûna welatan her wiha peymana lozanê ya di 24’ Tîrmeha 1923’ an de hatiye îmzekirin, di vê peymanê de gelek netewdewlet hatin avakirin . Kurdistan jî dabeşî çar parçeyan kirin her parçeyek jî radestî dewletekî dagirker kirin wek Turkiye, Îran, Îraq û sûrye, ji vê dîrokê heta niha van her çar dewletan polîtkayê qirkirin û koçberiya bi darê zorê li ser kurdan curbecur dane meşandin. Li Îranê : bi polîtkayên feqîrhêtina kurdan sêdarekirina kurdan bê kar hêştin, her wiha bêyî berhemên hilberînê hêştin kiriye sedem ku kurdên Rojhilata Kurdistanê pirek ji welat birevin berê xwe bidin welatên dûr, her wiha rewşa xirab ya aborî kiriye sedem ku kurdên Rojhilat di nava sînorên Bakur û Başûr de qaçaxcîtiyê bikin( kolberî) ji ber sedema wê qaçaxcîtiyê ji aliyê dewleta Îranê ve werin kuştin, girtin, sizakirin bi vê polîtkayê tirsê dixe nava civaka kurd ku neçar bibin ji welatê xwe koç bikin. Her çiqas di makezagonên Îranê de kurdî, kurdbûn û Kurdistan ne qedexebin jî, lê di çalakî û pêkanînê de nahêle tu falîyet û xebatên wisa bêne kirin yên ku dikin re cezayên giran jê re qut dikin. Ji ber vê sedemê kurd neçar dibin an ji welatê xwe koç bikin an jî bibin şoreşger li hember vê zilma bi darê zorê. Li Îraqê:

Rêjîma Baes ji roja ava bûye heta niha her înkara kurdan kiriye, bi hezaran kurd malwêran û talan kiriye, bi deh hezaran kurd binbeton kiriye, bi hezaran kurd kîmiyabaran kiriye, çiqas kurdên beşê başûrê welat tim di nava berxwedankê de bûn . Ji ber van zordariyan bi dehan cara neçarî koçberiya navxweyî û derve hatiye kirin.

Li Sûriyê : Piştî peymana ``Says Bîko`` ya di 1925an de , ji bo dabeşkirina sînorên îraq û sûryê hatiye îmzekirin. Kurdistan li vir jî hatiye parçekirin, di kurdistana Rojava de ji ber sedemên rizandina mejî her wiha berhemên hilberînê ya li ser axa kurdan çêdibûn wek genim, pampo, petrol û zeytûnên Efrîn ji aliyê dewleta sûriyê ve dest datînan ser . Her çiqas kurd ji bajar û gundên wan nehatibe koçberkirin jî, lê ji ber feqîrî û neçariyê ciwanên kurd pirek neçar dibûn koçberî welatên derve û derdorê bikin ji bo kar bikin û abporiya xwe pêk bînin, ji vê re mirov dikare bêje koçberiya mejî. Ji bo kurd ji hesta netewa xwe welatê xwe, axa xwe û zimanê xwe dûr bikeve, ev polîtka bi awayekî sîstematîk hatiye bi rêve birin. Bi taybet piştî peymana 1964’ an ya bi destê Cemal Ebdulnasêr hatî çêkirin ya bi navê kembera ereba bê nifos hêştine bi sedhezaran kurdan ji bûyî helandina kurdan di navbera bajarên kurdan de, bi cîkirina bi dehan gund û bajarokên erebên koçber wek pilan kiriye ku kurd ji kurdbûna xwe koç bikin , wekî insane normal jî neyên hesbandin . piştî 2011’ an ku rêbertiya me nave Buhara Gelan lêkiribû, lê hinek hêzên din jî navê Buhara Ereba lêkiribû, di Rojhilata Navîn de gendêşiyê çêdibûn kurd jî pareke mezin yên vê yekê bûn . Şer û qewmînên ku çêdibûn bi taybet li sûryê hişt ku bi sedhezaran kes malwêran bibin koçberiyên navxweyî û derve jiyan bikin, jiyana wan ya çandî, civatî û aborî têk biçe piskolojiyeke nagetîv ava bike, sedema xwe ya sereke jî, ji rêveberiya navendî ya Baasê dewletên dagirker yên derdorê bûn. Her çiqas hilweşîna dewleta sûriyê û Îraqê li ber çavan bû, lê dîsa di bîra wan de Kurd, kurdbûn û têkbirina kurdan bû . Heta roja me ya îro jî , li ruxmî wêranî, talankerî û têkçûyîna welatên wan jî bi taybet sûrye û îraq li ruxmî kurd û tevgera kurdan jê re alîkar bûn ku nehêle çeteyên dirinde gelan zêdetir qetl bikin, lê li hemberî kurdan nêrîna xwe ya qirkirin û tunekirinê bernedane, di roja îro de jî rê didin hevpîşeyên xwe yên dagirker û xayîn ku bajarên kurda dagir bikin malên kurda wêran bikin neçarî koçberiya bi darê zorê bikin . Mînaka wê ya sereke şengal, Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî hwd.. Bi taybet li sûriyê li cihên kurdan cihê ku istqrara jiyanî lê heye bi destê çete û dewletên dagirker gelê kurd ji mal û milkê wan koç kirin, rê li ber tirajediyeke derûnî û jiyanî ya pir xirab vekiriye. Li Tirkiyê : Piştî hevpeymana lozanê di 1923 ‘an de hat îmzekirin komara Turkan li ser esasê tunekirina fîzîkî, helandina ziman, qirkirin û wêrankirina welatê kurdan hatiye avakirin . ji ber ku erdnîgariya mezin ya kurdistanê û şêniya mezin ya kurdistanê li vî parçeya welat bû, dagirkerî jî li gorî vê mezinbûnê polîtkayê qirkirn û koçberkirinê dane meşandin. Ji 1925’ an de heya 1938 ‘an de çiqas serhildanên kurdan li hember dagirkeriya komara Turk re rabibe jî , hêza wan têre nekiriye ku vê polîtkayê vala derxînin . ji 1932’ an de heya 1948 an de dewleta Turk bi qanûna îskanê û bi pilana şerq îslahetê gelek kurd bi dare zorê ji bajar û gundên wan koçber kirine berê wan dane bajarên Turkan li şûnwarên wan jî koçberên ku ji derve hatine Turkiyê bi darê zorê bûne Turk bi cîkirine.

Li ser sînorê Rojhilat û Bakûr li şûna gundên Kurda Turk bi cî kirine ji bo bandora helandinê li herdu parçeyên welat bike. Wek mînak li Erdîşa Wanê afxanî bi cîkirine li gelek navendên bajarên kurdan netewên cuda anîne bi cî kirine ger em mînakên wê bidin: li navenda bajarê Wanê ecemên îranê li qersê azerî, li îdirê azerî û qirgizî li Erzeromê dadaş, li Mûşê terekme , li navendên Mêrdîn sêrt, Riha, Semsûr û Dîlokê jî ereb hatine bi cihkirin . Li rexmî van polîtkayan dewleta Turk bi serneketin, piştî têkoşîna azadiya kurdan avabûyî ji1984’ an û heya niha dewleta Turk li ser navên polîtkayên ewlekariyê çar hezar gundên kurdan şewitandin .Bi milyonan kurd ji şûnwarên wan koçberkirin, bi milyonan jî çûn metrepolan hejarî tunebûn û bêkarî jiyankirin, di bajarên kurdan de tu berhemên ku aboriya civakê pêş bixin nehiştin ava bibin. Gundên ku nexwestine koçber bibin bi darê zorê cehşîtî li ser wan sepand bi riya van cehşîkên ku kurdin bi dehan bûyerên bê exlaqî kuştin, xiyanet û talankirinê li ser kurdan û têkoşerên doza kurdî meşandin. Ji vê dîroka me qal kiriye heya niha tim li Kurdistanê rewşên awerte tê ragihandin ,çûyîn û hatina zozanan tê qedexekirin ,ji ber kurd tenê debara xwe bi sewaldarî û çandiniyê dike vê jî, lê qedexe dikin ku aboriya wan bi temamî têk biçe nekaribin debara xwe bikin, neçarî koçberiya hundirîn û derve bibin. Lê beşekî sereke yê vê koçberiyê jî bi sedema ku kurd li gund û deştan alîkarî nedin şoreşgeran û doza xwe, bi vê armancê şoreşgeran ji gel xwarin û vexwarinê mehrum bihêlin, bi vê armancê tevgera azadiya gelê kurd têk bibin. Piştî van rewşên koçberiyê her çiqas tevgera azadiya kurd di aliyê siyasî û gelek saziyên din yên civakî de, xwe li kurdistana Bakur bi rêxistin kiribe jî, lê di aliyê çandî, exlaqî, kevneşopî û guherîna demografiya de, gelek bandorên neynî yên piskolojîk li ser kurdan dane avakirin. Ji bîrkirina erf û adetan, çandinî, ziman, gund û zozan hiştiye ku bi milyonan zarokên kurd yên piştî vê rewşê li derve hatine dinê nezanin gundên wan, bajarê wan, eşîra wan, binemala wan kî ne? Li ku ne û xwedî kîjan gelemperiyê ne ?. Bi mezinbûna zimanek din û perwedeyeke derveyî zimanê xwe rê lê vekirine ku dîrok nikaribe ji nifşan derbasî nifşek din bibe, ji bilî vê şert û mercên jiyana aborî dahata malbetê ya kêm nifusa malbetê ya zêde piskolojiya ku tenê bikaribin debara xwe bikin re, rê vekiriye ev jî sedemeke sereke ye ku sîstem li ser kurdan pêş xistiye ji bo hesta wî tenê nefsî be di ax, ziman, welat û kevneşopiya xwe nefikire ji bîr bike.

-Bandoriyên koçberiyê yên li ser malbet û civakê dane avakirin:

  1. Bi temenê biçûk de karkirina zarokan ya ji bo debara xwe û malbetê.
  2. Bi tendurist ne mezinbûna zarokan.
  3. Bê serûber karkirina zarokan ya di kar û barên giran de.
  4. piştî temenê şeşê û şûnde xwestina tevgerên zarokan ya wek mezinan, ji çardeh salî şûnde jî di karên pir giran û ne ewle de dayîne karkirin.
  5. Bi riya perwedeyên sîstemê pê dane bîrkirin ya ziman û netewî.
  6. Di vê civaka ku hilweşayî de pêşxistina fihuş, tiryak û madeyên hişber
  7. şikandina jinê ya derûnî, fîzîkî û çandî
  8. di nava ciwanan de jiyanek bê xeyal, bê armanc û tarî avakirin wê jî bi riya muzîk û madeyên hişbir, bêkarî û bê perwerde hiştinê bi ser dixîne .