Perçikilîpîlaw

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Perçikilî pîlaw, girara perçikilî, pirrçikilîpîlaw navê pîlaweke kurdî ye. Li herêma Tolhildanê, bi taybetî li Rihayê nav daye. Navê wê di wateya "pîlava perên wê pirr hatiye dirûtin/çikilandin". Lewra mirîşka xaşandî û hestiyê wê hatiye girtin tevlî vê pîlavê dikin û perê mirîşkê diçikilînin, didirûn.

Xebateke zanistî li ser pêjgeha kurd nehatiye kirin. Bi texmînî navê wê yê orjînal ne pirçikilîperçikilî ye. Cemşîd Bender ev xwarin bi navê Girara Pirçikî tomar kiriye.

Îstîtuta patentê ya tirk ev jî bipatent kiriye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi romî (tirkî) navê wê neguhertine, bi navê pirçikli türk pilavi dewletê ev xwarin bipatent kiriye. Dewleta Romê (Tirkiye) hemî xwarin-vexwarinên kurdî bipatent kiriye ku bi hêsanî bikaribe bikaranîna navên kurdî qedexe bike. Lewra xwarekek bû marka, patenta wê hat derxistin, bêî destûrê kes nikare navê wê bikarbîne, dikarin dozê vebikin. Ji navê xwarinê û herêma lê tê xwarin jî kivşeye ku ev xwarineke kurdî ye.

Berkeliya perçikiliyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 mirîşk
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) riz (birinc)
  • 250 gr gizêr
  • 2 serî pîvaz
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 3 SA ava goşt
  • 2 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KX xwê ji bo nermijîkirinê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirîşkê amade bikin, pakij bişon, bixaşînin, hestiyan derînin, perên wê bidirûn, biçikilînin. Birincê bikin nava ava kelî û şor, heya av sar bû bihêlin. Heya ava zelal jê derket bişon, bidarivînin.

Pîvaz û gizêran bi dirêjkî hûrbikin, di nava rûn de biqijilînin. Berdin nava quşxaneyê. Mirîşkê bidin ser, birincê jî ser de û xwê pê werbikin. Hêdî hêdî ava goşt berdin nava xwarinê û bihêlin bila bikele.

Çend deqe şûnde agir nizm bikin. Binikeke mezin bînin û quşxaneyê deverûkî robikinê (vala bikin). Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).