Peykera Azadiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Peykera Azadî

Peykera Azadî, bi navê xwe yê fermî rizgariya gerdûnê ronî dike. di sala 1886an ve li girava liberty ya new york ê hatiye avakirin. ev peyker ji aliyê fransa ve bo 100. salvegera damezrandina emerîka hatiye çêkirin.

peyker ji sifir hatiye çêkirin. dema hatibû çêkirin rengê wê zer bû. lê ji ber zingarê niha rengê wê keskê vekirî ye. di destekî peyker de pêşal di yê din de jî pirtûkek heye. di serê peyker de tacek heye. 7 derziyên tacê 7 parzemîn û 7 deryaya sembol dike. bilindiya peyker 46 metre ye. di hundirê peyker de pêlikek 168 qedeme heye. destê bi pêşalê digire 13 m bilind e.

peyker bo turîstan vekirî ye. bi pêlikên di nava wî de heya bi pêşalê karin derkevin. pêşal weke şaneşînekê hatiye avakirin. carekî de 15 kes karin li şaneşîna wê de bisekinin. ji bo gihandina giravê ferîbot dixebitin.