Philip Warren Anderson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Philip Warren Anderson
Philip Warren Anderson
Jidayikbûn13ê kanûna pêşîn a 1923an
Mirin29ê adara 2020an (96 salî)
Princeton, New Jersey, DYA
Hevwelatî Amerîkan
PerwerdeZanîngeha Harvardê
Xebatên navdarLokalîzasyona Anderson
XelatXelata Nobelê ya Fîzîkê (1977)
Kariyera zanistî
Qada xebatêFîzîk
KargehZanîngeha Cambridge, Zanîngeha Princeton
biguhêreBelge

Philip Warren Anderson (jdb. 13ê kanûna pêşîn a 1923an - m. 29ê adara 2020an) fîzîknasekî amerîkan e ku di sala 1977an de Xelata Nobelê ya Fîzîkê wergirtiye.

Anderson li Indianapolisê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Harvardê xwendina xwe kiriye. Piştî vê xwendinê li Laboratuara Lêgerînê ya Behriyeyê ya Dewletên Yekbûyî xwendina masterê li bin mamostetiya John Hasbrouck Van Vleck kiriye. Anderson di navbera salên 1949 û 1984an de li Laboratuarên Bell xebitiye. Di vê demê de xebata xwe ya bi navê wî Lokalîzasyona Anderson keşf kiriye. Herwiha tê gotin ku wî mekanîzmaya Higgs jî keşf kiriye. Wî di navbera salên 1967 û 1975an de profesoriya Zanîngeha Cambridge kiriye.

Di sala 1977an de wî bi Nevill Francis Mott û John van Vleck re xelata Nobela Fîzîkê wergirtiye. Di 1982an de li DYA'yê Madalyona Neteweyî ya Zanistê wergirtiye.

Li gorî analîza lêgerîneke ku di 2006an de ji aliyê José Soler ve pêk hatiye, Philip Warren Anderson fîzîknasê herî afirîner ê cîhanê ye.[1]

Berhemên çapkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Absence of Diffusion in Certain Random Lattices
  • Anomalous low-temperature thermal properties of glasses and spin glasses
  • Anderson, P.W. (1987). "The resonating valence bond state in La2CuO4 and superconductivity". Science 235 (4793): 1196–1198.
  • Notes on Theory of Magnetism, Tokyo, 1954
  • Concepts in Solids, 1963 ISBN 9810232314
  • Basic Notions in Condensed Matter Physics 1984 ISBN 0201328305
  • A Career in Theoretical Physics 1994 ISBN 9812388664
  • The Theory of Superconductivity in the High Temperature Cuprates 1997 ISBN 0691043655
  • Philip W. Anderson, David Pines, Kenneth Arrow (Editor) Economy as an Evolving Complex System: the proceedings of the evolutionary paths of the global economy workshop, held sept., 1987 in Santa Fe, New Mexico (Perseus Publishing, 1988) ISBN 9780201156850
  • R Penrose; Philip W Anderson "The Large, the Small and the Human Mind," Nature 386, no. 6624, (1997): 456
  • "Thinking big" Nature. 437, no. 7059, (2005): 625
  • "Brainwashed by Feynman?" Physics today. 53, no. 2, (2000): 11
  • "Computing: Solving problems in finite time" Nature 400:6740, (1999): 115
  • "When the Electron Falls Apart - In condensed matter physics, some particles behave like fragments of an electron" Physics today 50:10, (1997): 42
  • "Physics: The opening to complexity Girêdana arşîvê 2004-11-24 li ser Wayback Machine" Proceedings of the National Academy of Sciences of the United States of America 92:15, (1995): 6653
  • "Twenty years of talking past each other: The theory of high Tc" Physica. C, Superconductivity 460, (2007): 3

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ World's most creative physicist revealed - physicsworld.com, ji orîjînalê di 19 çiriya paşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2011