Pierre-Gilles de Gennes

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pierre-Gilles de Gennes

Pierre-Gilles de Gennes (jdb. 24ê çiriya pêşîn a 1932an li Parîs; m. 18ê gulana 2007an li Orsay) fîzîknasekî fransî bû. Sala 1991î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtibû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li disbistana École normale supérieure perwerdeyê dibîne. Heya sala 1959î wekî endazyarê lêgerînê li navenda atomenerjî ya Saclay dixebite. Li wir bi giranî li ser têkiliyên neutronan û magnetîzma wan disekine. Piştre li zanîngeha California ya li Berkeley li ser fîzîka parçeyî û yekgirtiyê dixebite. Sala 1961î dibe asîstentprofesor. Sala 1968î bala xwe berdide mijarên nû wekî krîstalên herikbar (diherikin). Ji sala 1971î virde wekî profesor li Collège de France li ser karkiriye.

Xebat û girîngiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gennes fîzîknasekî zîrek bû. Li ser krîstalên herikbar (diherikin) û polîmeran lêkolînên wî navdar in. Li ser polîmerfîzîkê gelek rawestiyaye. Dîsa di warê fîzîka materyalên dînamîk de xwedî heman girîngiyê bû.

Nivîsên wî (bi îngîlîzî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • P. G. de Gennes, F. Brochard-Wyart, D. Quéré: Capillarity and Wetting Phenomena : Drops, Bubbles, Pearls, Waves. Springer, 2003, [ISBN 0-387-00592-7]
  • P. G. de Gennes, J. Prost: The Physics of Liquid Crystals. Clarendon Press, Oxford 1993, [ISBN 0-19-852024-7]
  • P. G. de Gennes: Simple Views on Condensed Matter. World Scientific Publishing Co, 1998, [ISBN 981-238-282-8]
  • P. G. de Gennes: Scaling concepts in polymer physics. Cornell University Press, Ithaca 1979, [ISBN 0-8014-1203-X]
  • P. G. de Gennes: Superconductivity of Metals and Alloys. W. A. Benjamin, 1964, [ISBN 0-7382-0101-4]
  • Armand Ajdari: Pierre-Gilles de Gennes (1932 – 2007). Nachruf in: Science, Band 317 vom 27. Juli 2007, S. 466 (auf Englisch)